Ji parlamenterên Ewropî banga ‘Ji bo gelê Êzidî dadperwerî’

Parlamenterên Ewropî ku bi peyamên xwe destek dan pêngava TAJÊ, peyama “Em li kêleka we, li kêleka jin û zarokên we ne!” dan û banga edaletê kirin.

Ji parlamenterên Ewropî banga ‘Ji bo gelê Êzidî dadperwerî’

Navenda Nûçeyan- TAJÊ di 27’ê Tîrmeha îsal de bi diruşma ‘Ji bo azadî û edaletê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’, pêngavek da destpêkirin.

TAJÊ di çarçoveya pêngava de ji dewlet, sazî û kesayetan re gelek name şandin. TAJÊ ji wan xwest ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan tîmeke taybet bê avakirin û DAIŞ’î bi sûcê jenosîdê bên darizandin. Piştî demeke kin, ji çar aliyê dinyayê peyamên piştgiriya bi gelê Êzidî re, hatin weşandin. Herî dawî jî du parlamenterên jin ên Ewropî, bi peyamên xwe destek dan pêngava TAJÊ. Hevseroka Kamo Parlamenterî ya Çepa Yekbûyî ya Ewropî ya li Meclîsa Parlamenterî ya Konseya Ewropayê û Senatora berê ya Îspanyayê Laura Castel, Seroka EFA’yê Lorena López de Lacalle û Hevserokê Koma Çepa Ewropî ya Meclîsa parlamenterî ya Konseya Ewropayê George Loucaides, bi peyamên xwe, destek dan gelê Êzidî û pêngava TAJÊ.

‘Jibîrkirin, amûra bijarte ya sûcdarên fermanê ye’

Lorena López de Lacalle Arîztî, siyasetmedareke Baskî ye ku ji sala 2019’an ve wekî Seroka Hevbendiya Azad a Ewropayê (EFA) kar dike. Di Civîna Giştî ya ku di Gulana 2025’an de hat lidarxistin de, ew ji bo heyameke nû ya 3 salî careke din wekî serok hat hilbijartin. Lorena ya ku endama Eusko Alkartasuna (Partiya Hevgirtina Bask) e, destnîşan kir ku jibîrkirin, amûra bijarte ya sûcdarên fermanê ye û wiha domand: “Ji bo ku em daxwaza darizandina cezayî ya hemû sûcdarên DAIŞ’ê bikin û bê îstîsna, azadkirina dîlan û garantîkirina vegera bi ewle ya hemû rizgarbûyan bikin, divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û tevbigerin. Ji bo ku dubare nebûna kiryarên hovane yên borî bê garantîkirin, divê em ne wan ji nedîtî ve bên û ne jî wan ji bîr bikin.

Pêkanîna tam a hiqûqa navnetewî ya ji bo gelê Êzidî

Lorena bi bîr xist ku parastina mafên mirovan, bêyî sê stûnên wê yên bingehîn nayê fikirîn û peyama xwe bi van gotinan bidawî kir: “Rastî, Dadperwerî û Telafîkirina Zirarê. Ya ku em daxwaz dikin ev e. Pêkanîna tam a hiqûqa navneteweyî ya ji bo gelê Êzidî. Em ê li gorî vê yekê di saziyên Ewropî de û li welatên xwe tevbigerin. Em li kêleka we, li kêleka jin û zarokên we ne, ji bo dadperwerî û azadiyê radiwestin!”

‘Bila sûcdar bên darizandin’

Hevseroka Koma Parlamenterî ya Çepa Yekbûyî ya Ewropî ya li Meclîsa Parlamenterî ya Konseya Ewropayê û Senatora berê ya Îspanyayê Laura Castel jî, peyama xwe di 25’ê Mijdarê de weşand. Laura Castel, bi van gotinan dest bi peyama xwe kir: “Îro 25’ê Mijdarê ye, Roja Navneteweyî ya ji holê rakirina Tundiya li dijî Jinan e. Ev rojek baş e, demeke baş e, ji bo bîranîna qetilkirina jinên Êzidî ya li Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve. Û ji ber vê yekê, ez bang dikim! Bila cihê jin û zarokên winda lê ne, bê eşkerekirin û ez daxwaza azadkirina wan dikim. Her wiha ez daxwaza darizandin û ceza dayîna sûcdaran dikim. Ez daxwaza vegera bi ewlehî ya gelê ku ji warê xwe hatiye koçberkirin, dikim. Ez  daxwaza dayîna tezmînatê ji bo kesên ku sax mane dikim. Spas, hevalno.”

‘Em soz didin ku têkoşîna wan dê neyê jibîrkirin’

Hevserokê Koma Çepgir a Ewropî ya Meclîsa Parlamenterî ya Monseya Ewropayê George Loucides jî destnîşan kir ku 12 sal piştî fermana li dijî gelê Êzidî hat kirin, hîn jî gelek jin û zarok winda ne û malbatên wan li benda bersivan in. George diyar kir ku naskirina vê fermanê divê bi gavên pratîk be û wiha domand: “Divê çarenûsa kesên ku hîn jî winda ne, bê eşkerekirin, azadkirina wan bê misogerkirin, sûcdar bên darizandin û piştgirî ji kesên ku jifermanê rizgar bûne re bê dayîn. Di Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, em careke din piştgiriya xwe ji civaka Êzidî re tekez dikin û soz didin ku têkoşîna wan a ji bo edaletê, dê neyê jibîrkirin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.