Navenda Nûçeyan – Diyardeya avhewayî ya ‘El Nîno’, di demeke ku Rêxistina Cîhanî ya Meteorolojiyê texmîn dike guhertina niha ya vê diyardeyê ji destpêka şopandina avhewayê ve ya herî bihêz be, dibe sedema zêdebûna germahiya gerdûnî.
Li gorî daneyên ku Servîsa Copernicus a Guhertina Avhewayê îro da, germahiya erdê roja 23’ê Mijdara îsal, gihîştiye 2.25 pileyên Celsiyûsê zêdetir ji asta beriya serdema pîşesaziyê. Bernameya Copernicus destnîşan kir ku ev pîvan tomara nû ya bilindbûna rojane ya germê ye. Ev pîvan asta zêdebûna germahiya erdê ya li gorî navîna wê ya asayî ya di vê demsalê de, diyar dike. Bi vî awayî, tomara berê ya ku di 17’ê Mijdara 2023’an de bi 2.20 pileyên Celsiyûsê hatibû tomarkirin, hate şikandin.
Rapora Neteweyên Yekbûyî hêvî nade
Li gorî daneyên vê bernameyê, heta niha tenê di sê mehên cuda de germî ji sînorê 2 pileyên Celsiyûsê yê li gorî navîna dîrokî derbas bûye. Di Sibata 2024’an de ev yek çar roj, di Mijdara 2023’an de jî du roj dom kir. Lê di Mijdara îsal de ev sînor di sê rojên cuda de hate derbaskirin û dûv re bilindbûna germê hefteyekê berdewam kir.
Di heman çarçoveyê de, civaka navnetewî ji bo ku rê li ber encamên felaketbar ên krîza avhewayê bigre, hewl dida ku germbûna gerdûnî di sînorê 1.5 pileyên Celsiyûsê de bisekinîne. Lê raporek Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku êdî pêşîlêgirtina derbasbûna vê astê, ji bo demeke kin jî, ne gengaz e.




