ŞILÊR KOYE
Koye – Di serdemeke ku teknolojî û amûrên nûjen hê negihîştibûn gundan, jiyana rojane xwedî taybetmendiyeke cuda bû. Kanî û bîrên gundê Harmotayê ne tenê çavkaniyên avê bûn, di heman demê de cihekî girîng ê kombûnê ji bo bîranîn, keda zêde ya jin û dayîkan û kêliyên şad ên nifşên borî bûn. Gundê Harmotayê çend kîlometreyan dûrî navçeya Koyê ya girêdayî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ye. Ev gund piranî ji xirîstiyanan pêk tê û xelkê wê ji demên berê ve cotkar in. Jinan gelekî zehmetî kişandine lê dev jê bernedan û xwendina xwe berdewam kirin. Der barê gundê xwe û Kaniya Karêzanê de gelek çîrokên wan hene.
Em çîrokên jinên jêhatî yên demên borî, di nava zeviyan de dixebitîn û bi cer û tankan avê dikişandin vedibêjin. Wan jinan dev jê bernedan, xwendina xwe qedandin, bi xwendina Quranê dest pê kirin, dema ku gihîştin bajaran dest bi xwendina pirtûkên zanînê kirin. Divê ev jin ji bo nifşên me bibin mînak û fêm bikin ku jiyan bi zehmetî û êşan bi dawî nabe, berdewam dike û di dawiyê de, ew ê stranên westandinê vediguherînin awazan, bistirên.
‘Me bi tenekeyan avê dianî’
Nişteciha gundê Hermote Betûl Îsa, wiha ji me re behsa bîranînên xwe yên li ser Kaniya Karêzan kir: “Em ji Hermotayê bûn. Di demên berê de, li gund ne av ne jî kehrebe hebû. Ji ber av li malê tunebû, me av bi tenekeyan dianî malê. Min ji wê bîrê avê dikişand. Ji zarokatiyê ve heta ku kehrebe hat gund me avê bi milên xwe dikişand. Ji ber wê gelek bîranînên me yên li ser wê kaniyê hene, em bi teştan diçûn me cil dişûştin.”
‘Ji ber dengê balafirê cer şikest’
Betûl Îsa bi kêfxweşî behsa bîranîna xwe ya şikandina cerê ava li ser riya malê dike û wiha didomîne: “Dema ez heft salî bûm, dayîk û dapîra min ji min re gotin here avê bîne. Ez çûm û gava dengê balafirê hat, pir nizm bû, bi dengê balafirê ji cihê xwe bilind bûm, cer ji destê min ket xwarê û şikest. Ez tirsiyam û min got ku min ew neşikandiye, nizanibûm çi bibêjim.”
‘Bi nûjenkirinê gelek kêfxweş im’
Betûl Îsa wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku ev kanî hatiye nûjenkirin. Gava ez wê ewqas geş û pêşketî dibînim, hîs dikim ku nû ji dayîk bûme. Her çendî ez li Şeqlaweyê dijîm jî bi vê cihê ku tijî bîranîn e, gelekî kêfxweş im. Ji bilî karê anîna avê, min gavaniyê dikir, di nava zeviyan de û di karê çandiniyê de di xebitîm. Di heman demê de, ez li Koye çûm dibistanê û me xwendina xwe di wê rewşê de temam kir.”
‘Ava kaniyê bi tendurist bû’
Meryem Şemûn a teqawîdbûyî diyar dike ku tevî karên malê dikaribûye xwendina xwe temam bike. Dide zanîn ku ji ber li gundê wê dibistana amadeyî tune bû, neçar maye her roj çend kîlometreyan bimeşe ji bo biçe dibistana amadeyî ya Keçan a Koye û wiha got: “Dema ku em sê çar salî bûm, heta salên 1980’yî, me ji kaniyan av dianîn û bi cer û tenekeyan me av dikişandin.”
‘Me jiyana sade derbas kir’
Meryem Şemûn wiha behsa girîngiya ava bi tendurist a kaniyê kir: “Ava kaniyan gelek baş û bi tendurist bû, ji ber wê demê tu derman tê de tunebû, di Havînê de av kêm dibû, me bi dorê avê digirt. Roja Yekşemê baştirîn roj bû. Jinên ciwan li vir kom dibûn. Xwişk û keçên me dihatin, stran digotin û şahî dikirin, ji ber me di wê rojê de kar nedikir. Em Xiristiyan in. Ew roj betlane bû. Gelek xweş bû. Her çendî jiyan dijwar bû jî em pê re fêr bûn. Em 12 salan bi lingan diçûn Koye û pêlavên me her dem bi herî bûn. Me jiyana sade derbas kir û ez niha teqawid im.”
‘Em ji bo geştê diçin ser kaniyê’
Meryem Şemûn wiha got: “Niha bi hewldanên Dr. Hawjîn Silêwa, kaniya avê hatiye nûkirin. Em pîrozbahiyê li wê derê dikin. Em êvaran bi jinên din re tên çay vedixwin û misilman jî ji bo seyranê tên, bê cudahî em kom dibin, demên xweş derbas dikin. Ciwan dipirsin ka me çawa av ji cihekî ewqas dûr dianî.”
Meryem Şemûn di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku pir çalak bin, li malê ne rûnenin ji ber jiyan bi derketina derve û di nava kar û civakê de xweş e, jiyan ne di nava çar dîwarên odeyê de ye.




