Ji çalakvanên Tûnisî banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

Çalakvanên jin ên Tûnisî, balkişandin li ser girîngiya guhertina hişmendiyê û bihêzkirina aborî ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê.

Ji çalakvanên Tûnisî banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

ÎXLAS HAMRÛN

Tûnis – Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, tevî gelek destpêşxeriyan û rêziknameyên yasayî yên di vê qadê de jî cureyên tundiyê yên li dijî jinan berdewam dikin. Jin bi tundiya navmalî, êrîşa zayendî ya li cihê kar, cudakariya aborî, civakî û siyasî û her wiha bi şêwazên nû yên tundiya dîjîtal û elektronîk re rûbirû dimînin. Li hember vê rewşê, ji şermezarkirin û destnîşankirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkê wêdetir, bangên têkoşînek berfireh û bibandor a ji bo garantîkirina mafê jinan a ji bo jiyanek ewle û bi rûmet zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, du çalakvanên mafên jinan ên Tûnisî tekez dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê êdî tenê dirûşme an jî xwespartina hebûna yasayan qebûl nake. Çalakvan, destnîşan dikin ku ji bo ku jin bikaribin li hember tundiya li malê, li cihê kar û di qada giştî de rawestin û mafên xwe yên ewlehiyê bi dest bixin, pêwîstî guhertina hişmendiyê, xurtkirina parastina civakî, bihêzkirina jinan a di warê aborî de û berfirehkirina torên hevgirtinê ya di navbera jin û civakê de heye.

‘Têkoşîna li dijî tundiyê bi rûbirûbûna sedeman re dest pê dike’

Çalakvana mafên jinan û tevgera femînîst Hayat El-Kadirî, dibêje ku jin li Rojhilata Navîn û Bakurê afrîkayê rastî cûrbecûr tundiyê tên û destnîşan dike ku bi taybetî li deverên gundan tundiya navmalî û tundiya aborî pir zêde ye û tundî siyasî ya dûrxistina jinan jî pir tê jiyîn.

Hayat El-Kadirî, da zanîn ev binpêkirin di heman demê de tundiya derûnî, fîzîkî û devkî jî dihewîne û formên nû yên tundiya dîjîtal û elektronîkî her ku diçe belav dibin. Hayat el-Kadirî, tekez dike ku tundiya navmalî û malbatî û tundiya fîzîkî di nava cûreyên tundiyê yên herî gelemperî yên li herêmê de cihdigre. Hayat El-Kadirî, diyar dike ku formên tundiyê ji welatekî ji bo welatekî diguherin û destnîşan dike ku zewaca bi zorê û sunetkirina jinan li hinek welatan pir tê jiyîn.

Hayat El-Kadirî, diyar kir ku tundiya zayendî, êrîşên dubare, şantaj û gotinên nefretê yên li ser bingeha zayendî di nav pirsgirêkên berbiçav de ne û wiha axivî: “Berdewamiya van şêweyên tundiyê bi têgihîştina civakî ve girêdayî ye ku avahiya civakî ya baviksalar xurt dike û jinan neçar dike ku dev ji mafên xwe berdin. Jin tevî ku di nav malbatê de berpirsiyariyên girîng digirin ser xwe jî bi van zextan re rûbirû dimînin. Tundî ne tenê bi jiyana malbatî û civakî re sînordar e, bi taybetî di sektora çandiniyê de karkerên jin rastî êrîşên zayendî tên. Karkerên çandiniyê yên jin li Tûnis û Mexribê bi binpêkirin û pirsgirêkên wekhev re rûbirû dimînin. Nebûna veguhastina ewle, ewlehiya civakî û tenduristiyê ya nebaş û mekanîzmayên parastina civakî yên nebaş pirsgirêkek mezin e.”

‘Tundî bandor li malbat, zarok û tevahiya civakê dike’

Hayat El-Kadirî, tekez dike ku tundiya li dijî jinan nikare wekî mijarek kesane an jî pirsgirêkek takekesî were hesibandin ku tenê bandorê li jineke dike û diyar dike ev diyardeyek civakî ye ku bandorê li malbat, zarok û tevahiya civakê dike. Hayat El-Kadirî, bang dike ku ji dirûşme û gotinên şermezarkirina tundiyê wêdetir, divê çalakiyên berbiçav bên lidarxistin û dibêje ku têkoşîn divê di serî de bi pêşîlêgirtin, hişyarkirin û çandina çandeke dijî tundiyê di nifşên pêşerojê de dest pê bike û behsa girîngiya fêrkirina rêzgirtina ji bo jinan û mafên mirovan bi giştî li ser zarokan kir.

Hayat El-Kadirî, diyar kir pêwîstî bi hêzkirina aborî ya jinan heye û destnîşan dike ku divê jin bi perwerde û jêhatîyên pîşeyî werin piştgirîkirin, ji bo pêkanîna projeyên xwe werin alîkarîkirin û ji bo bidestxistina serxwebûna aborî werin perwerdekirin.

‘Jin xwedî hêza veguherînê ne’

Parêzvana mafên jinan Nesrîn Ayunî, balê dikişîne ser valahiya di navbera hebûna qanûnan û parastina rast a ku ji jinan re tê peyda kirin û dipirse ku tevî rêziknameyên yasayî yên têkoşîna li dijî tundiyê, çima jin li herêmê hêj êş dikişînin. Ayunî ya dibêje “Tevî hebûna yasayan jî piraniya jinan hêj nekarin parastina rast bi dest bixin”, destnîşan dike ku sedema yekem a vê yekê valahiya di navbera metnên yasayî û jiyana rastîn de ye. Nesrîn Ayunî, da zanîn hin welat hewce ne ku bêtir hewl bidin ku stratejiyên pêşîlêgirtina tundiyê bicîh bînin, çavkaniyên pêwîst peyda bikin û mekanîzmayan biafirînin ku bicîhanîna yasayan û gihîştina jinan a ji bo parastinê misoger bikin.

Nesrîn Ayunî, destnîşan dike ku sedema duyemîn bi rewşa aborî ya jinên ku rastiyê tundiyê tên re girêdayî ye û got: “Nebûna serxwebûna darayî bandorek neyînî li ser kapasîteya jinan dike ku ji çerxa tundiyê derkevin û şert û mercên jiyana xwe biguherînin. Lewma divê bihêzkirina aborî yek ji hêmanên bingehîn ên hewildanên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan be.”

Nesrîn Ayunî, balê dikişîne ser girîngiya guhertina perspektîfa li ser tundiyê ya di civakên herêmê de û dibêje ku tundî "ne pirsgirêkek navmalî an jî tenê jinan eleqedar dike ye." Nesrîn Ayunî, diyar kir ku divê hemû kes, sazî û civak li gorî qada pisporî û berpirsiyariya xwe beşdarî têkoşînê bibin ku parastinê misoger bikin.

‘Divê têgihîştina ku jinan wekî hebûnên qels nîşan dide bi dawî bibe’

Nesrîn Ayunî, banga ji holê rakirina darazên qalîb girtinê yên li ser jin û mêran kir û wiha pê de çû: “Divê têgihîştina ku jinan wekî hebûnên qels nîşan dide ku dikarin bi rêya tundî û zordariyê li ber xwestekên mêran werin ferzkirin, were ji holê rakirin. Têkoşîna li dijî zihniyetên neyînî yên serdestiya mêran ya di civakên Rojhilata Navîn de divê ji her koma temenî, ji zaroktiyê bigre heta mezinbûnê, dest pê bike.”

‘Jin ji bo çerxa tundiyê xilas bibin hêzek kolektîf a bi bandor diafirînin’

Nesrîn Ayunî, baweriya xwe ya kapasîteya jinan a ji bo guhertinê û parastina mafên xwe tîne ziman û wiha dibêje: “Ev bawerî girêdayî hişmendiya zêde ya li herêmê, xurtbûna tevgerên femînîst û jinan û zêdebûna giliyên ku ji rayedarên ewlehî û dadweriyê re tên kirin e. Hêza jinan a di berxwedana li dijî tundiyê û ewlekirina mafên xwe yên ewlehiyê de mezin e. Min bi kesên rastî tundiyê hatine re xebatek meşand. Min di dema xebata xwe de şahidiya şiyana wan a mezin kir ku êşa xwe veguherînin hêzê, biryardarî û baweriya wan a di guhertina şert û mercên xwe de ji bo bidestxistina jiyanek ewle. Her wiha min şahidiya kapasîteya wan kir ku girêdanên hevgirtinê ava dikin û hêzek kolektîf a bi bandor avadikin ku alîkariya wan bike ku mafên xwe bixwazin û ji çerxa tundiyê xilas bibin."

Di navbera îradeya jinan a ji bo guhertinê û berpirsiyariya saziyan û civakê de, armanca bingehîn ew e ku têkoşîna ji bo mafan veguherîne rastiyek rojane ku jin dikarin tê de bi ewlehî, rûmet û azad bijîn.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.