‘Ger êrîşên li ser ax û avê bidomin dê cihê bêhngirtinê nemîne’

Rêveberiya Komeleya Alimên Wanê Henîfe Yucel, têkildarî êrîşên li ser xwezayê, zirarên ku digihîjin av û hewayê got ku ger wiha biçe dê ji bo jiyanê felaket be.

DÎLAN AYDIN

Enqere- Êrîşên li ser av, ax, hewa, daristan û çiyayan, her diçe zêdetir dibin. Çiya û daristanên Kurdistanê ji bo maden û petrolê tên talankirin, ji bo çêkirina bendavan pêşiya ava çem û rûbar, ava geliyên dîrokî tê girtin û hevsengiya xwezayî, dewlemendiya erdnîgarî tune dibe. Her diçe ax, av û hewaya ku ji bo hemû zindiyan ‘jiyan’ bi xwe ye di bin pencên qirkirinê de dinale. Bi serdema kapîtalîzmê ya ku bi çavên ‘qezenckirina pere’ li her tiştî dinêre re, destdirêjiya li ser xwezayî her diçe hovanetir dibe.

‘Însan qiyameta xwe bi destên xwe amade dike’

Li ser vê mijarê ji rêveberiya Komeleya Alimên Wanê Henîfe Yucel li ser planên rant û qirkirinê yên ku her diçe li ser xwezayê zêdetir dibin nirxandin kir. Henîfe Yucel diyar kir ku ji bo malê cîhanê, ji bo hinek dewlemendiyê çiyayan xirab dikin, bendavan çêdikin, çeman zuha dikin û wiha got: “Dema ku van êrîşan dibînim difikirim dibêjim gelo însan nizane dê dawiya wê çawa be. Di Quranê de ayetek heye dibêje; ‘Însan qiyameta xwe bi destê xwe amade dike.’ Dema ku me xwend me digot çawa bi destên me qiyameta vê cihana mezin çêbibe lê dema ku em îro lê dinerin dibînin ku em gav bi gav ber bi qiyametê ve diçin û sedema vê jî însan e. Em binêrin însan zirarê dide xwezayê, qeşayan didin helandin, çiyayan xirab dikin, deryayan qirêj dikin. Bi taybetî bi van ambalajên naylon ên ku çêdikin, cîhanê gelek qirêj dikin. Em dizanin ev naylon di nava xwezayê de bi salan dimînin, axê jehrî dikin. Jixwe bi van mînakan em dibînin ku bi rastî jî qiyamet e. Me îsal dît li Nepalê qeşem ketin erde, ev yek ji ber xwe ve nîn e însan qiyameta xwe bi destê xwe amade dike. Însan qet kar û zirara vê yekê nafikire. Nabêje min îro bi milyonan dolar qezenc kir lê sibê dê bi milyonan dolar zirar çêbibe. Qet nafikire ku dê jiyana însan xilas bibe ajal nemînin.”

Zirardayîna  xwezayê tunekirina paşerojê ye

Henîfe Yucel da zanîn ku dema xweza nebe jiyan jî nabe û wiha berdewam kir: “Ger însan bixwaze vê cîhanê bimîne divê dest ji zirardayîna xwezayê berde, heta niha çi kiribe tamîr bike. Tenê ger vê yekê bike dê çareser bibe. Di pêvajoya pandemiyê de me tiştek wiha dît, her kes ket malan, li Stenbolê çûkên cuda derketin derya paqij bû, hewa zelal bû, baran baş hat. Wê demê me fam kir ku çare heye loma divê çi tiştên ku zirarê didin xwezayê bi dawî bibin. An na wiha bidome dê encam xirab be. Însan bê xweza nikare bijî. Em dixwînin, dibînin pisporên vî karî gotine darek dema 6 saet neyê avdan hêdî hêdî hişk dibe. Ev çemên ezîz vê xwezaya bedew tê tunekirin. Em baş bizanibin qirkirina li ser xwezayê qirkirina me ye, pêşeroja nifşê hatî tarî ye. Pêwîst e demildest em xwezayê bînin rewşa wê ya berê.”

‘Dar û daristan kezeba spî ne’

Henîfe Yucel li ser pirsa ‘gelo vegera ji vê rewşê pêkan e’ wiha got ku pir zor e, wisa di demek kurt de çênabe divê projeyên gelek mezin werin amadekirin û bal kişand ku bi zêdebûna nifûsê re pêdiviya bi xanî û wesayîdan her diçe zêdetir dibe û wiha pêl da gotinên xwe: “Alternatîf hene, dikarin ji enerjiya rojê sûdê bigrin li cihê ku ji bo cereyanê ava çeman zuha dikin. Ji daristanan ji bo gelek armancan daran jêdikin. Dar kezeba spî ne ji bo bêhgirtinê. Dema ku tune bin em nikarin bêhnê bigrin. Agir bi daristanan dikeve, darên wan tên jêkirin, ev hemû dibin nexweşî ji bo însan. Mirov bêyî ku zirarê bide dikare bijî, dikare malan çêbike lê em dibînin diçin li devê çem û newalan xaniyan çêdikin û zirarê didin wan deran. Her derê dikin beton loma wiha li bajaran lehî radibin. Ji bo çareserkirinê divê plan werin amadekirin û hêdî hêdî be jî bikevin meriyetê ger wisa be dê çareserî û veger hebe. Parastina vê dikeve ser milên şaredariyan divê di warê paqijiya xwezayê de xebatên baş bikin.”

‘Daristanên Kurdistanê talan dikin’ 

Henîfe Yucel bal kişand ku hikumeta AKP’ê ya ku çend sal in li ser kar e li cihê bi perspektîfeke olî nêzî xwezayê bibe, zirarên mezin daye, axa welat pêşkêşî rantxuran kiriye û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî li Kurdistanê êrîşên li ser xwezayê di serdema vê hikumetê de zêdetir bûn. Heskîfê di bin avê de hişt û gelek cihên weke wê. Niha berê xwe dane daristanên Kurdistanê li her derê daran dibirin. Li aliyê Tirkiyeyê dema agir bi daristanan dikeve hemû seferber dibin lê li Kurdistanê daristan dişewitin tiştek nakin. Ji aliyê olî ve dema em bifikirin pêxemberê ku me bawerî pê aniye dibêje: ‘Dema we dît qiyamet radibe, darek di destên we de hebe biçînin.’ Perspketîfa ola îslamê ev e lê tiştên ku hikumet dike dijberî vê ye loma divê li dijî van êrîşan em baş bifikirin, em dikarin çi bikin Kurdistanê ji dorpêça wan şîrketên mezin çawa rizgar bikin. Divê em bi dengê bilind, bi girseyî bi hev re rabin ser piyan pêşî li êrîşên qirkirinê yên li ser axa Kurdistanê bigrin.”