‘Li Akbelenê qirkirineke hovane li benda me ye’

Daîreya 6’emîn a Şûraya Dewletê, dozên ku ji bo bi lezgînî îstîmlaqkirina 679 parsêlên li Akbelenê hatibûn vekirin red kir. Parêzara şêniyên Îkîzkoyluyê Îpek Sarica, got ku dadgehê, rapora ku şîrketê bi pere daye amadekirin esas girtiye.

 ELÎF AKGUL

Stenbol – Daristana Akbelenê ya li gundê girêdayî navçeya Mîlasa Muglayê, ji bo ku ji santralên termîkê yên Yenîkoy û Kemerkoyê re komir jê were derxistin û qada madene lê were berfirehkirin; demek dirêj e bûye cihê berxwedanê. Şêniyên Îkîzkoyê, ji bo daristanên xwe, bexçeyên xwe yên zeytûnan û warên xwe yên jiyanê biparêzin; ji sala 2019’an ve heta niha berxwedana xwe didomînin. Têkoşîna ku li dijî plana YK Enerjî ya bi hevkariya Lîmak û Îçtaşê hewl dide qada komir û madenê berfireh bike didome; hem ji bo parastina xwezayê, hem jî weke têkoşîna gundiyan a ji bo parastina jiyana xwe ye. Herî dawî piştî ku dozên ji bo bi lezgînî giştîkirina 679 parselên li derdora Akbelenê hatibûn vekirin, ji aliyê 6’emîn Daîreya Şûraya Dewletê ve hatin redkirin, berxwedana li herêmê careke din ket rojevê.

Daîreya 6’emîn di meha Gulanê de bi hevdengî giştîkirinê dabû rawestandin. Di biryara nû de jî bi hinceta ku rezerva komirê qediyaye, ewlehiya enerjiyê û kêmkirina kêmasiya enerjiyê, biryarê di cih de dît. Parêzera gundiyên Îkîzkoyê, Îpek Sarica, got ku tiştên li Akbelenê tên jiyîn dê ji bo ava herêmê bibin sedema encamên xirab û got: “Ger tiştên ku tên xwestin pêk werin dê qirkirineke hovane li benda me be û em ê bi çavên xwe bibin şahidên vê yekê.”

‘DSÎ’yê rapora ‘nekevin qada madene ye’ da’

Îpek Sarica diyar kir ku biryar ne tenê ji aliyê mezinbûna qadê ve, ji aliyê cihê ku lê ye ve jî girîng e. Îpek Sarica, bi bîr xist ku saziyên dewletê bi xwe çend sal berê der barê herêmê de hişyarî kiribûn û wiha domand: “Daîreya 6’emîn a Şûraya Dewletê biryara bi lezgînî giştîkirina Akbelenê betal nekir. Bi awayê ku min qet texmîn nedikir dozê red kir. Nêzî 100 dosya hene. Ev dosya nêzî ji sisiyan yek qada hatiye giştîkirin in. Ji sisiyan yek qad û zêdetirî cihên ku hatine giştîkirin, li bakurê qada madene dimînin. DSÎ’yê di sala 2005’an de raporek amade kir. Wê demê, qad hê ya Şîrketa Anonîm a Hilberîna Cereyana Yenîkoy Kemerkoyê nebû, ya TKÎ’yê bû.  DS di rapora ku ji bo, TKÎ’yê amade kiriye de, dibêje ku li jorê, li aliyê Karacahîsarê herêmeke ku av jê derdikeve heye û dibêje; ‘Ew der cihê ava herêmê û ya Bodrumê ye. Ji bo qada madenê nekevin wê derê. Li aliyê jêr ango kanên li aliyê Sekkoyê fireh bikin.’ Me di roja danişînê de vê nêrîna ku wê demê DSÎ’yê di rapora xwe de gotiye bi hûrgilê vegot.”

‘Raporeke ku bi pere hatiye kirîn’

Îpek Sarica ji hinceta Şûraya Dewletê ya ewlehiya enerjiyê re jî îtiraz kir, got ku dadgehê herdu raporan bi hev re muqayese nekiriye û gotinên xwe wiha domand: “Me behsa rapora Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) kir.  Di raporê de tê gotin ku pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiya ku di sê santralên termîkê de tê hilberandin tune ye. Di raporê de tê diyarkirin ku ev santral nebin jî cereyan dikare were hilberandin û belavkirin. Herêma Aydin, Denîzlî û Îzmîrê tenê girêdayî van santralan nîn in. Gelek santral hene û her dem cereyan tê hilberandin. Lê dadgehê dijberî rapora EMO’yê rapora ku mamosteyên di ÎTO’yê de amade kirine esas girt. Ev, raporeke ku îdareyê pêşkêş kiriye nîn e. Xizmet hatiye kirîn, raporeke ku bi pere hatiye kirîn e û dadgehê vê raporê esas girt. Di biryarê de behsa herdu raporan bi kurtasî hatiye kirin lê bêyî ku tu muqayese werin kirin, behsa aliyê hincet nîşan dane were kirin, rapora ku şîrketê amade kiriye esas hat girtin.”

‘Li wê herêmê ji salên 1980’yan ve her dem mirov koçber dikin ango tên koçberkirin’

Îpek Sarica, bal kişand ser dengê dijber ê di heyetê de nêrîna dozgerê Şûraya Dewletê û nirxandina dadgehê tetkîkê. Got ku tu nêrîn li ber çavan nehatiye girtin ev yek dê koçberiya ku bi salan e li herêmê didome zêdetir bike û wiha pêl da axaftina xwe: “Dengekî dijber heye. Di wî dengê dijber de, wekî ku me jî got, rapora EMO’yê û nirxandinên ku ji bo betalkirinê biryarê hene û tê gotin ku divê biryar were pejirandin. Dozgerê Şûraya Dewletê jî dibêje; ‘Rewşeke bi lezgînî tune ye. Divê doz were pejirandin ger hûn li dijî vê nêrînê bin lêkolîn û keşif bikin.’ Dadgerê Tetkîkê jî dibêje ku divê biryara pejirandina dozê were dayîn lê dadgerên din mixabin dijberî vê nêrînê ne û jixwe biryareke bê hincet dan. Dê encamên vê yekê jî giran bin. Pêşî dê mirov pir jê zirarê bibînin. Li wê herêmê ji salên 1980’yan ve her dem mirov koçber dikin ango tên koçberkirin. Di pêvajoya beriya vê ya li Işikdereyê di pêvajoya giştîkirinê de ji mirovan re gotin ‘Berê xwe bidin deştê.’ Mirov koçberî deşta Akbelenê bûn lê pirsgirêkên para erdê derketin. Di erdekî biçûk de tiştek hindik para heft-heşt xwişk û birayan heye. Bifikirin, bi pereyê ku ji vê parê tê hûn ê jiyana xwe ava bikin. Bêguman ev ne pêkan e. Di cihên biçûk de çêlek û pez xwedî dikin. Dê jiyana wan jî demek were bi dawî bibe dê xwezaya wê derê jî tune bibe.”

Îpek Sarica krîza avê ya li Bodrumê jî bi bîr xist, da zanîn ku polîtîkaya avê ya dewletê di nava xwe de bi nakok e û wiha berdewam kir: “Li dijî bêaviya Bodrumê tê plankirin ku li Mîlasê Bendava Bodrumê were çêkirin. ÇED’ê biryar da, doz niha li Şûraya Dewletê ye. Li cihê ku çavkaniya avê ya li wê derê were parastin û bikaranîn; şîrket kana komirê ya ku dê avê tune bike vedike! Ango di demeke li Bodrumê av tune ye de, ji aliyekî ve ji bo dewlemendan bendav tê çêkirin, li aliyekî ve jî hewl tê dayîn çavkaniyên avê werin tunekirin. A ku vê yekê gotibû dewlet û DSÎ bû lê niha pêvajoyeke dijberî vê yekê tê jiyîn.”

‘Biryara rawestandinê ya li Mîlasê dibe ku di demek nêz de paşve were girtin’

Parêzerên şêniyên Îkîzkoyê, xwe amade dikin biryarê bibin Lijneya Daîreyên Îdarî ya Şûraya Dewletê. Îpek Sarica, bal kişand ku temînata biryara rawestandinê ya li Mîlasê mayînde nîn e û got ku gundî roja Pêncşema borî li Mîlasê hatine ba hev, biryar dane ku warê xwe neterikînin û wiha bi dawî kir: “Tesbîtkirina nirx û dozên desteserkirinê hê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya Mîlasê ye. Dadgehê biryar da heta dosya teqez bibin, bide rawestandin lê ev biryareke mayînde nîn e lewre dadgeh kengê bixwaze dikare biryara xwe biguherîne. Her roj ji bo me xeter heye, her dem em di  nava xeterê de ne. Em hêvî dikin ku Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê bi lezgînî biryar bide. An na dê li wê derê qirkirineke hovane çêbibe û em ê bi awayekî zindî bibin şahidên vê yekê. Tişta ku were kirin bêguman berxwedan e, neterikandina qadan e. Divê em hêviya xwe neşikînin. Roja Pêncşema derbasbûyî em dîsa li Mîlasê bûn. Li wê derê jî ji bo vê yekê biryara berxwedan û neterikandina qadan hat dayîn.