Li Idlibê kevneşopiyên paşverû dibe sedema têkçûna derûniya jinan

Gelek jin li Idlibê di bin edetên serdest ên weke zewaca heyrandinê bi darê zorê bi pismamên xwe re tên zewicandin ku ev adet ji bo jinan dibe sedema pirsgirêkên derûnî yên wek depresyon, otîzm, xwekujî û gelek pirsgirêkên din.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Adetên paşverû yên ku hîna jî li ser civakan serdet in, weke zewaca heyrandinê ya ku jinan bi darê zorê bi pismamên wan re didin zewicandin, xeternak in. Dibe ku ev adet ji jinan re bibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk yên wek depresyon, otîzm, xwekujî û gelek pirsgirêkên din.

Rûxmê emrê xwe yê zarok bi darê zorê tên zewicandin

Renda El-Sewadî ya 18 salî piştî kêmî salekê ji zewaca heyrandinê bi pismamê xwe re neçar ma ku dev ji pismamê xwe berde û bû yek ji wan bi dehan jinên ku bûne qubaniya adet û kevneşopiyên li bakurê Sûriyê. Renda El-Sewadî diyar kir ku ew neçar mabû ku adetên malbat û civaka xwe bi cih bîne û bi pismamê xwe re yê ku bi 15 salan ji wê mezintir e bizewice û wiha pê de çû: "Pismamê min ji zaroktiya min de min ji xwe re heyrandibû û nedihişt ku ez bi mêrekî din re bizewicim. Piştî zewacê, ez ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbûm rastî gelek zextên psîkolojîk û fîzîkî hatim û şidet li min dikir wekî ez xizmetkara wî me, ne hevjîna wî. Ji ber vê yekê piştî 9 mehan ji zewacê min daxwaza hevberdanê kir. Ez niha ji wê nerîna kêm a ku civak li jineke berdayî an jinebî dinêre êşê dikişînim, ku ji êşa hevberdanê bêtir min diêşîne."

Dibe sedema têkçûna derûnî ya jinan

Muna Cedûh a 22 da zanîn ku di roja xwestina wê bi mêrekî din re pismamê wê hat li gel bavê wê û jê re got ez ê keça te ji xwe re biheyirînim û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber vê yekê bavê min şahiya xwestinê sekinand û got keça min ji pismamê xwe re ye. Tevî ku pismamê min berê zewicî bû û du zarokên wî jî hemû lê neçar mam ku pê re bizewicim. Piştî 6 mehan ji zewacê ji ber muameleya wê ya xirab bi min re, min daxwaza hevberdanê kir. Ez çend caran li ser xwekuştinê fikirîm. Civak rehmê li jinên berdayî nake."

Zewacên bi zorê li ser jinan tê ferzkirin

Nebîha El-Fetrawî ya 45 salî eşkere kir ku hîn jî li gundê wan zewaca heyrandinê heye û wiha axivî: "Malbat ji jinan re dibêjin an tê bi pismamê xwe re bizewicî yan tu qet nazewicî. Ev adet tê meşandin bêyî cûdahiya temenî ya di navbera her du aliyan de, dibe ku keç ji xort mezintir be an jî berevajî."

"Kampanyayên hişyarkirinê dê van adetên xeternak kêmtir bike"

Şêwirmenda psîkolojîk û civakî Suad El-Dixêm a 35 salî ev zewac li dijî qanûnên îslamî ne, ji ber ku yek ji şertên bingehîn binpê dikin, ku ew jî qebûlkirin e û wiha pê de çû: "Bêyî ku jin qebûl bike bi darê zorê bi pismamê xwe re tê zewicandin. Kampanyayên hişyarkirinê û xurtkirina rola navendên bihêzkirina jinan dê adetên wiha yên ku ji bo ferd û civakê xeternak in kêm bike."