Li Taîzê zarok bi mirinê re rûbirû ne
Dorpêça li bajarê Taîza Yemenê, pergala tenduristiyê aniye asta hilweşînê. Ji ber kêmbûna sotemeniyê, nexweşxane bi xeteriya girtinê re rûbirû ne û jiyana bi dehan pitikên premature û nû ji dayîkbûne di xetereyê de ye.
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Dorpêça giran a ji milê Hûsiyan li ser bajarê Taîza li başûrê rojavayê Yemenê berdewam dike û qeyrana mirovî û tenduristiyê gihîştiye asteke ku berê qet nehatiye dîtin. Gelek navendên tenduristiyê, neçar mane ku xizmetên xwe bi awayekî berbiçav kêm bikin.
Di vê çarçoveyê de Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê, diyar kir ku jiyana pitikên premature (pitika ku berî temambûna heyama ducaniyê ji dayîk bûye, pêşwext) yên di kuvezan de ji ber astengkirina bipergalî ya gihîştina sotemenî, derman û pêdiviyên tibî yên bingehîn a ji bo nava bajêr di xetereyeke cidî de ye û hişyarî da ku bi karesateke mirovî re rûbirû ne.
Stokên sotemeniyê hema bejê bi temamî qediyane
Rêveberiya Nexweşxaneya Jin û zarokan a Swêd a Yemenê ya yekane nexweşxaneya pispor e ku li bajêr û xizmeta gelê Taîzê û navçeyên derdorê dike, banga lezgîn a alîkariyê kir. Rêveberiyê ragihand ku stokên sotemeniyê hema bejê bi temamî qediyane û jeneratorên elektrîkê yên nexweşxaneyê di xetereya rawestanê de ne. Rêveberiya nexweşxaneyê, balkişand ser qeyrana mirovî ya piralî ya li bajêr û diyar kir ku ji ber windabûna çavkaniyên debarê û hilweşîna pergalê veguhastinê, bi dehan malbat nikarin pitikên premature û nû jidayîk bûye bînin nexweşxaneyê.
Piştî zêdetirî 30 rojên dorpêça giran û ambargoya tam, hemû xizmetên tenduristiyê li nexweşxaneyê bi temamî rawestiyan. Sedema vê yekê ne tenê qeyrana sotemeniyê ye ku jenerator bêbandor kiriye, sedema vê yekê ew e ku ji ber lêçûnên veguhastinê gelekî zêde bûne û wesayîtên veguhastinê jî bi pratîkî ji holê rabûne, karmendên bijîşkî û hemşîre nikarin bighîjin cihên karê xwe.,
Xizmet tên sînorkirin
Hemşîre Necla El-Emîrî, diyar kir ku beşa pitikên premature û nû ji dayikbûne ya ji du beşên cuda pêk tê, neçar maye di nava bombebarana berdewam de ji bo dabînkirina asteke herî kêm a ewlehiyê ya ji bo pitikan û alavên bijîşkî, ji bo qata zemînî ya nexweşxaneyê were veguhestin. Necla El-Emîrî, da zanîn ku her çend berê nexweşxaneyê rojane nêzî 40 nexweş qebûl dikir jî, niha ji ber kêmasiyên giran ên sotemenî, derman, oksîjen û pêdiviyên bijîşkî, ev kapasîte daketiye tenê 10 nexweşan.
‘Beşa kuvezan bi xeteriya girtinê re rûbirû ye’
Berpirsa beşa kuvezan Cemîle El-Zebhanîya heman fikar anîn ziman, hişyarî da ku ev beş niha di xetereya girtina bi temamî de ye. Cemîle El-Zebhanî, diyar kir ku di hewldana berdewamkirina xizmetan a di bin şert û mercên dorpêçê yên ku her ku diçe xirabtir dibin de, yekane vebijarkeka ekîba tenduristiyê kêmkirina hejmara kuvezan a ji 40’an heta 10’an e.
Li aliyê din Weqfa Bihêzkirina Jinên Yemenê, bi armanca pêşîgirtina hilweşîna tam a sektora tenduristiyê li Taîzê, ji Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Bijîşkên Sînornenas û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re banga muxaleya lezgîn kir. Weqfê, ragihand ku zêdetirî ji sedî 52’ê nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li bajêr niha ji xizmetê derketine. Saziyên tenduristiyê yên hêj dixebitin jî di bin şert û mercên zehmet û her ku diçe xirabtir dibin de ji bo pêşkêşkirina xizmetan têdikoşin.
Di daxuyaniyê hate gotin ku saziyên tenduristiyê û ambûlans rasterast dibin hedef. Herî dawî hate diyarkirin ku li herêma Şakab a navçeya Sabr El-Mewadim ambûlansek hedef hatiye girtin.