Kongra Star ji bo Başurê Kurdistanê banga helwestek hevpar kir

Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê, diyar kir ku pêşketin û rewşa li Başûrê Kurdistanê helwesteke yekgirtî ya Kurdî dixwaze. Kongra Star, tekez kir ku diyalog û lihevhatin dê destkeftiyên hatine bidestxistin biparêze û helwesteke hevpar kir.

Kongra Star ji bo Başurê Kurdistanê banga helwestek hevpar kir

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê, daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û bal kişand ser rewş û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê. Kongra Star destnîşan kir ku pêşketinên li Başûrê Kurdistanê ji rewşa perçeyên din ên Kurdistanê nayên veqetandin, ji ber ku doza gelê Kurd yek e û tiştê ku li her parçeyekî gelê Kurd diqewime, bandorê li îrade, maf û daxwazên wî yên li parçeyên din jî dike.

Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku diyalog, lihevkirin û piştgiriya hevdû bingeha parastina destkeftiyan û xurtkirina helwesta siyasî ya Kurdî ye ku li hemberî astengiyan rawestin.

Banga xebat û diyaloga hevbeş

Kongra Star diyar kir ku piştgiriya di navbera çar perçeyên Kurdistanê de berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî ye û piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê divê bibe helwesteke pratîkî ku yekîtiya çarenûsê û têkiliyên dîrokî û civakî yên di navbera gelê Kurd de nîşan bide.

Di daxuyaniyê de bang li partî û hêzên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl, jinan û ciwanan û hemû kesayetiyên neteweyî hate kirin ku diyalog û xebata hevbeş xurt bikin û ji bo parastina mafên neteweyî, siyasî û çandî yên gelê Kurd hewldanên xwe bikin yek.

Ji saziyên navneteweyî re banga parastina sivîlan

Herwiha Kongra Star bang li civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku rewşa li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve bişopînin, ji bo parastina sivîlan û misogerkirina mafên wan bixebitin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku hêza gelê Kurd di yekîtiya wî û piştgiriya hevdu de ye û doza Kurdî ji nakokî û berjewendiyên partî mezintir e; ew doza gelê ku ji bo nasname, maf û mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşe.

Ji rêxistinên jinan peyama piştgiriyê

Kongra Star, di dawiya daxuyaniyê de, diyar kir ku tevger û rêxistinên jinan û yên giştî li Sûriyê piştgirê yekîtiya rêza Kurdî ne û ji bo piştgirîkirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi tevahî amade ne.