Talîbanê navê jinan di belgeyên fermî de qedexe kir

Li gorî nûçeyên di çapemeniya navnetewî de, berpirsên Talîbanê li parêzgeha Belhê ferman dane ku navê rast ê jinan ji belgeyên îdarî, qeydên tendirustiyê û reçeteyan bên rakirin û li şûna wan berjengên gelemperî ‘Bîbî’ bê danîn.

Talîbanê navê jinan di belgeyên fermî de qedexe kir

Navenda Nûçeyan – Di raporek ku di 23’ê Mijdara 2026’an de ji aliyê rojnameya ‘El País’ a Spanî ve hatiye weşandin, qedexeyek nû ya li ser nasnameyên kesî yên jinan li parêzgeha Belhê ya Efganistanê raxist ber çavan. Li gorî raporê, ferman ji karmendên tenduristiyê û hinek karmendên qada giştî re hatiye dayîn ku li şûna navê rast ê jinan peyva ‘Bîbî’ bikar bînin. Ev pêkanîn bikaranîna navan di reçete û tomarên tenduristiyê de jî digre nava xwe.

Peyva ‘Bîbî’ ji bo jinên extiyar tê bikaranîn

Rojname diyar dike ku fermana mijara gotinê di encama lêkolîneke hevbeş a ji aliyê dezgeha medyaya Efgan ‘Zan Times’ û rojnameya Îngilîz ‘The Guardian’ ve derketiye holê. Bikaranîna neçarî ya peyva ‘Bîbî’, peyveke rêzgirtinê ji bo jinan li Efganistanê tê bikaranîn û tê wateya ‘dapîr’ an ‘jina extiyar’, ev jî tê wateya nenaskirina nasnameyên wan ên kesî ji tomarên fermî.

‘Jin tên biçûkxistin’

Çalakvana mafên jinan a Efgan ku niha li Elmanyayê dijî, Lala Osmanî di hevpeyvîna daye rojnameya El País de got ku agahiyên ji jin, bijîşk û çalakvanên civaka sivîl tên, nîşan didin ku di hinek rewşan de, jin ne tenê ji navên xwe yên rast bêpar tên hiştin, di heman demê de bi gotinên biçûkxistinê yên wekî ‘bizin’ an ‘çêlek’ jî tên binavkirin. Lale Osmanî vê pêkanînê weke awayek jiholêrakirina nasnameyê û paşguhkirina rûmeta mirovî ya jinan bi nav kir.

Li gorî Lale Osmanî, guhertina navên jinan bi berjengên gelemperî û gerdûnî di tomarên bijîşkî û reçeteyan de xeterên pratîkî yên cidî diafirîne. Bikaranîna heman îfadeyê ji bo gelek nexweşan îhtîmala xeletiyên di teşhîs, tomarkirina daneyan û pêşkêşkirina lênêrîna bijîşkî de zêde dike.

Rastî bertekan hat

Çalakvana Efgan a li Kabulê dijî û navek Karîşma bi kar tîne, piştrast kir ku fermana mijara gotinê li parêzgeha Belhê ketiye meriyetê. Destnîşan kir ku di dema pêkanîna yasayê de di hinek rewşan de rastî berxwedanê hatine û hatine paşguhkirin.

Ev ferman şêwazeke din a polîtîkaya Talîbanê ye

Rêvebera Bernameya Efganistanê ya rêxistina mafên jinan ‘Femena’ Zubeyde Akbar hişyarî dide ku ev qedexeyên herêmî dibe di dawiyê de bibin fermanek li seranserê welat. Zubeyde Akbar destnîşan kir ku ev şêwazek e di polîtîkayên din ên Talîbanê de tê dîtin.

Ev qedexe piştî gelek ferman û polîtîkayên Talîbanê yên ku mafên jinên Efgan dike hedef hat. Ev polîtîkayên mijara gotinê gihîştina jin û zarokên keç ji bo perwerde, kar, jiyana giştî û tenduristiyê di astek cidî de sînordar dike. Rakirina navê jinan ji belgeyên fermî ne tenê nasnameyên wan ên serbixwe înkar dike, di heman demê de gihîştina wan ji bo mafên yasayî û xizmetên giştî jî asteng dike.