Zayîna xwezayî ji bo dayîk û pitikan baştir e

Zayîna zarokan yek ji qonaxên herî girîng e di jiyana jinan de. Bi rêbazên ku di warê tendirustiyê de bi pêş ketine û zêdebûna destwerdanên zayînê re, pêşî li vê yekê hatiye girtin û hema bibêje hemû zayîn bi sezeryanê çêdibin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Zayîna xwezayî amadekarî û lênêrîna tenduristiyê hewce dike lê belê di salên dawî de meyla ber bi emeliyata sezeryanê ve zêde bûye. Vê rewşê hişmendiya jinan a li ser girîngiya zayîna xwezayî, feyde û xeterên herdu rêbazan, bandora wan a li ser tenduristiya dayîk û zarokan zêde kiriye.

‘Em dixwazin pêvajoyê ji bo dayîkan hêsantir bikin.’

Pîrika zarokan Asmar Hesen diyar kir ku jinên ji ber sedemên curbecur, weke tirs û fikarên li ser êşa welidandinê, serî li sezeryanê didin. Da zanîn ku gelek caran ji ber agahiyên xelet û gotegotên ku dibêjin zayîna xwezayî bi zirar e, vê yekê dikin û got: “Bêguman, her kes dikare emeliyat bibe lê em dixwazin dayîk û pitikan biparêzin ji ber ku sezeryan bi zirar e em dixwazin êşa wan kêm bikin.”

‘Zayîna xwezayî ji bo tenduristiya pitikê jî baş e.’

Asmar Hesen got ku pitikên bi awayê xwezayî ji dayîk dibin, pişik û mejiyê wan baştir dibe ji ber ku di vajînayê re derbas dibin û li wir rastî bakteriyên sûdmend tê, parastina wan zêde dibe û wiha domand: “Zarokên ku bi xwezayî tên cîhanê ew saxlemtir in. Çiqas zarok hêsantir nefes bigrin, îhtîmala ku di jiyana paşîn de şekir bi wan re derbikeve kêmtir dibe. Zayîna xwezayî, heke di mercên baş û profesyonel de pêk were, ji bo pitikê pir sûdmend e.”

‘Xwarina baş û werzîşa piştî zayînê girîng e’

Asmar Hesen diyar kir ku emeliyat pir zirarê dide, cihê wê demek dirêj baş nabe û da zanîn ku piştî zayîneke xwezayî, zik vedigere rewşa xwe ya normal û gotinên xwe wiha domand: “Nebûna girîngiya li ser werzîşa piştî zayînê di civaka me de pirsgirêkek mezin e. Kêmkirina kîloyan piştî zayînê bandorê nake. Ya girîng parêz û werzîş e, çi xwezayî be çi jî neştergerî be. Çiqas beden bi riya werzîş û parêzê bi awayekî xwezayî zûtir baş bibe, masûlke kêmtir diguherin. Mixabin, emeliyat pirsgirêkan çêdike û êşan zêde dike. Em her gav dibêjin zayîna xwezayî çêtir e. Şîreta min ji jinan re ew e ku beşdarî qursên amadekariya berî zayînê bibin.”

‘Jin der barê zayîna xwezayî û destwerdana neştergeriyê de agahdar nî in’

Seroka beşa jidayîkbûna xwezayî, Xanzad Mihemed Emîn, a Nexweşxaneya Asyayê li ser mijarê wiha got: “Zêdebûna rêjeya emeliyatên bi riya qeyseriyê di salên dawî de ji ber ku jin bi têra xwe li ser cudahiya di navbera zayînên xwezayî û bi riya qeyseriyê de agahdar nîn in bû. Ew zûtir dest bi şîrdanê dikin ku ev yek ne ji bo wan û ne jî ji bo pitikên wan zirardar e, lêkolîn nîşan didin ku rêjeya jidayîkbûna bi riya qeyseriyê li seranserê cîhanê li her welatî li dora ji sedî 15 ye. Kesên ku emeliyatê hildibjêrin, di neh mehên pêşîn ên ducaniyê de kêmtir serdana bijîşk û pîrikên zarokan dikin.”

Yek ji aliyên neyînî yên emeliyata sezeryanê destpêkirina dereng a şîrdanê ye. Divê dayîk piştî ku pitik çêdibe tavilê dest bi şîrdanê bikin. Emeliyata sezeryanê gelek dezavantajên wê hene. Şîrdan hem ji bo dayîkan hem jî ji bo pitikan pir girîng e. Em hemû dizanin ku ev yek dayîkan ji penceşêra pêsîrê diparêze û hemû vîtamînên pêwîst dide pitikan. Şîrdan di heman demê de alîkariya dayîkan dike ku piştî zayînê zûtir şiyar bibin.