Navenda Nînhorsag têkildarî reçeteyên li ser medyaya dîjîtal dayîkan hişyar kir
Rêvebera Navenda Nînhorsagê Şêrîn Welat hişyarî da dayîkên temen mezin ku reçeteyên dermanan li ser medyaya dîjîtal dibînin û li ser xwe diceribînin, xwest serlêdana navendên tipa xwezayî bikin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Bi pêşketina teknolojiyê re êdî înternet bênavber tê bikaranîn, nexasim telefonên ku îro di destê biçûk û mezinan de hene. Belavbûna bikaranîna bêserûber, her diçe zirarên mezin li ser jiyana mirovan çêdike.
Bi pêşketina hişê çêkirî jî bi hezaran rûpel li ser malperên medyaya dîjîtal hatine çêkirin ku armanc komkirina pereyan e.
Dayîkên me yên temenê wan mezin ku di dema xwe de ji mafê xwendinê û zanînê bêpar mane, îro di bin sîbera cîhana dîjîtal de bi xeterên mezin re rûbirû dimînin. Ev dayîkên ku bi dilpakiya xwe ji her tiştê ku li ser torên dîjîtal û malperan dibînin bawer dikin, derman û rêbazên nediyar li ser tendurustiya xwe diceribînin. Ew bêyî ku hay ji zirarên cidî û encamên xedar ên van naverokan hebin, dibin hedefa dezenformasyonê.
Çîroka dayîkeke ku di Facebookê de bû hedef
Dayîkek 50 salî ji bajarê Til Temirê, dema dermanek li ser Facebookê dibîne li mala xwe diceribîne û li ser çoga xwe dixe, bi hêviya ku êşa çokên wê sivik bike û bi hêsanî gavên xwe bavêje. Lê dema dayîk serê sibehê radibe, li şûna ku êşa wê sivik bibe bi peqikên mezin ên çêbûne re şoq derbas dike. Dayîk dema diçe bijîjk diyar dibe ku ku ji ber wê têkelê çoka wê di pileya duyemîn de şewitiye.
Raportên bijîşkî: Sedî 60 zêdetir agahîyên tendrustî xelet in
Raporên tendirustî yên dawî nîşan didin ku ji sedî 60 zêdetir naverokên tenduristiyê yên li ser platformên medyaya dîjîtal belav dibin, agahdariyên xelet dihewînin. Nemaze dermanên malê û têkelên giyayî yên ku wekî ji sedî 100 xwezayî û bi ewle reklama wan tên kirin. Lê di rastiyê de dikarin bibin sedema şewitandina kîmyewî, jehrîbûna kezebê û reaksiyonên cidî yên çerm.
Navenda Nînhorsag a Dermanên Xwezayî û Piştgiriya Derûnî
Têkildarî vê mijarê Rêvebera Navenda Nînhorsag a Dermanê Xwezayî û Piştgiriya Derûnî Şêrîn Welat têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bi reçeteyên li ser medyaya dîjîtal armanc qezenckirina pere ye.
Şêrîn Welat got ku di roja îro de hejmarek pir zêde ji civakê têkilî bikaranîna malperên dîjîtal in bal kişand ser naverokên wan ên tendirustî û tiba xwezayî û got: “Gelek rûpelên Instagram, Facebook û YouTube bi armanca qezenckirina pere û girtina hejmarek zêdetir a ecibandinan, naverokên têkel û reçeteyên dermanê xwezayî çêdikin. Ev bûye sedem ku civaka me bi wan naverokan werin xapandin, diçin van têkelan li malê çêdikin û diceribînin.”
‘Dermanên xwezayî ji dermanên kîmyayî yên çêkirî pir çêtir e’
Şêrîn Welat da zanîn ku dermanên kîmyewî ne wekî dermanên xwezayî ne û cudabûna wan a ji hev wiha vegot: “Dermanên xwezayî ne mîna dermanên kîmyewî ne ku di zûtirîn demê de yan demjimêrek de bandora xwe nîşan bidin ji ber bandora wan demdirêj û çêker e jî. Dijberî dermanên berê bandora wan bi lez e lê zirarên wan pir in. Ji ber ev ne tedawîkirin e bi qasî ku êşê bêdeng û sivik dike, dermanekî demkurt e. Qaşo civak li malê dixwazin dermanên xwezayî çêbikin lê dema ku çend dermanan dixin nava hev jê têkelek çêdikin û li ser xwe diceribînin, zirarên mezin didin bedena xwe.”
Şêrîn Welat got ku pêwîst e civak di vî warî de şiyar be û wiha domand: “Hemû agahî û naverokên tendrustiyê li ser YouTube tên parvekirin ne rast in lewre ger kesek bixwaze têkelek çêbike divê beriya wê bingeha wê ya zanista kîmyaua nebatan hebe. Da ku bizanibe kîjan nebat bi kîjanê re dibe yan jî nabe û zirar û sûdên wê çawa bandorê li bedenê dikin. Mixabin, civak ne di zanebûna van hûrguliyên kareset de ne û ji her tiştê ku tê parvekirin bi bandor dibin. Çimkî pir zêde ketine bin etîka bandora medyaya dîjîtal û wiha jî zirarê li xwe û dora xwe dikin.”
‘Dermankirin ne ji algorîtmayan ji muayenegehên bijîşkan tê girtin’
Şêrîn Welat got ku dermankirin ne ji algorîtmayan ji muayenegehên bijîşkan tê girtin û diyar kir ku çêkirina têkelan ne karê bêkaran e, wiha pêl da gotinên xwe: “Pir tişt di nifşên îro de hatine guhertin çimkî kombûna fikr û ramana beriya sed hezaran sal di ser de derbas bûye bi me re jibîrkirinek çêkiriye. Ji ber ku civakên berê yên îro fêr nekirine û agahiyên girîng ên tendirustiyê bi awayekî saxlem nehatine veguhestin. Ji bo naskirina wê ya îro jî pêwîstî bi xwendinê heye, naskirina zanista wê ya zanistî girîng e. Ji lewre bi gotinên kesan çêkirina dermanan û ceribandina li ser xwe karesetek e.”
Bang û hişyariya ji dayîkan re
Şêrîn Welat bang li dayîkan kir û xwest ger nexweşiyên wan hebin dikarin serî li navendên wan bidin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ne ferz e ku her kes bibe bijîşk gava ku nexweşiyên tendrustî hebin dikarin serî li navendên tendrustiyê yan jî bijîşkan bidin, nas bikin, tedawiya xwe bibînin û pala xwe nedin medyaya dîjîtal. Dayîkên me cihê rêzê ne; lê divê di bikaranîna medyaya dîjîtal de hişyar bin, her naveroka ku bibînin li ser xwe neceribînin. Ji ber bandorên wê demdirêj dimînin, şopên birînan û nîşaneyên wan jî dibe ku qet neçin. Nezanî tiştek e lê nîv zanebûn ji nezaniyê xirabtir e. Ji lewre tiştên ku dayîkên me dibînin û bi cih tînin cihê mixabiniyê ye û divê ku van têkelan çênekin. Çimkî bê bingeha zanistî, lêkolînî û ceribandî ye.”
‘Wan neşopînin û naverokên wan neecibînin’
Şêrîn Welat bal kişand ser kesên ku medyaya dîjîtal birêve dibin agahî û naverokên şaş ên tendrustî parve dikin û got ku egoya wan pir zêde ye, wan bi bêwijdanî pênase kir û wiha got: “Armanca wan ew e ku kî çiqas pere ji van naverokan qezenc bike û kî ji kê zêdetir ecibandinan bîne, çimkî înternetê jiyana wan tevahî girtiye nava xwe. Ji lewre çareseriya herî guncaw ew e ku werin ceridandin, kes wan neşopîne û naverokên wan erê neke. Em vê nekin wê xirabiyên mezintir bikin.”
Di demeke nêz de dê Nînhorsag bi jinên taxan re bicive
Şêrîn Welat amadekariya xwe ya pêşwazîkirina jinan careke din tekez kir û got ku di demên pêş de xebateke wan ji bo dayîkan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Navenda Nînhorsag amade ne jinan zana bikin û hişmendiya wan a zanistî kûr bikin. Çimkî em ji bo civaka xwe hene. Divê jin serlêdana aliyên pêwendîdar bikin di vî warî de medyaya dîjîtal bi kar neynin. Planek me heye ku demên pêş bi jinên li taxan û bajar re bicivin û di warê tendirustiyê de wan perwerde bikin.”