Navenda Nûçeyan – Kejal Sadiqî ya 39 salî ku dayîka du zarokan, ji ji bajarê Seqizê yê Îranê bû, ji ber birîndarbûna şewatê bi awayekî giran piştî têkoşîna çend rojan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan, di 16’ê Mijdara 2026’an de, Kejal Sadiqî li mala xwe ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşê hatiye û benzîn li ser hatiye rijandin, di encamê de ji sedî 90 bedena wê şewitîbû ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê.
Zêdetirî 25 salene rastî tundiyê hat
Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê di rapora xwe ya der barê mirina Kejal Sadiqî de weşand, diyar kir ku Kajal Sadiqî bi qasî 25 salan rastî tundiya navmalê hatiye. Lijneyê da zanîn ku ew dayîka du zarokên keç bûye, tekez kir ku mirina wê ji ber encamên weke tundiya navmalê, qelsbûna mekanîzmayên piştgiriyê û ji ber ku saziyên pêwendîdar nikaribûne erkên xwe bi cih bînin de hatiye kuştin.
Alîkarî xwestibû
Çalakvana mafên jinan Fatemeh Babaxanô berê bal kişandibû ser doza Kejal Sadiqî û behsa tundiya ku di tevahiya salên zewacê de dîtibû. Li gorî gotina wê, Kejal Sadiq ji ber hevjînê wê tiryakkêş bû, bi salan behsa bûyera destdirêjiya fizîkî, gef, sînordarkirin, dorpêçkirina li malê û tundiya li dijî keçên xwe kiriye. Di raporê de hat destnîşankirin ku Kejal Sadiqî bi berdewamî ji Saziya Tiba Edlî û Saziya Xizmeta Dewletê alîkarî xwestiye lê hewldanên ji bo misogerkirina ewlehiya wê û zarokên wê têrê nekirine.
Fatemeh Babaxanî, da zanîn ku Kejal Sadiqî gotiye ku ew ji ber çarenûsa keçên xwe pir ditirse û bi fikar e. Ev yek nîşan dide ku saziyên pêwendîdar çawa bangên dubare yên alîkariyê ji jineke ku rastî tundiyê dihat paşçav kirine.
Daxwaza hesabpirsînê kir
Şaxa Jinan a Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê, sersaxî ji malbata Kejal Sadiqî re xwest û xwest sedema mirina wê were eşkerekirin. Lijneyê ji hemû kes û saziyên têkildar, ji kesê kujer bigre heta rayedarên yasayî û îdarî yên ku erkên xwe yên parastinê bi cîh neanîne, daxwaza hesabpirsînê kir.
Mirina Kejal Sadiqî careke din mijara tundiya navmalê û nebûna mekanîzmayên parastinê yên bi bandor ji bo jinên di xeterê de anî rojevê. Di rewşên wiha de, tenê gilîkirin an şandina kesên dibin hedef ji bo Saziya Tiba Edlî yan rêxistinên piştgiriyê têrê nake. Pirsa krîtîk ew e ku gelo ev gav bi rastî dibin sedema mudaxeleya bi bandor, misogerkirina ewlehiyê û pêşîgirtina li dubarebûna tundiyê yan na.
Der barê bûyerê de agahiyek zelal nehatiye dayîn û nayê zanîn doz hatiye vekirin an na.




