Navenda Nûçeyan – Şerên dijwar di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de li gelek eniyan berdewam dikin. Bi hezaran kes mirin û bi milyonan kes jî bêwar man. Ev pêşketin di demekê de tên ku welat ber bi karesateke mirovî û birçîbûneke nêzîk ve diçe ku jiyana bi milyonan kesan tehdît dike.
Odeya Awarte ya Dar Hamar li Sûdanê îro daneyên dawî bi daxuyaniyek eşkere kir. Saziyê ragihand ku 9 sivîl di êrîşa şeva borî ya dronan ku ji hêla RSF’ê ve li ser gundên li rojavayê bajarê El-Nuhuda li Eyaleta Kordofana Rojava çêbû de, hatine kuştin.
Banga darizandinê
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûdanê piştî rêze êrîşên RSF’ê yên li ser gundên li herêma Yasîn a Eyaleta Darfûra Rojhilat, hejmara destpêkê ya mirinan wek 12 kes ragihand. Çavdêriyê destnîşan kir ku êrîş sê rojan berdewam kirin û ev agahî dan: “Di encamê de 5 gund bi agir bi tevahî wêran bûn û zevî û berhemên xwarinê jî wêran bûn. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûn an jî winda bûn. Xelkê herêmî neçar kirin ku birevin.”
Saziyê li ser giraniya van êrîşan hişyarî da, di nav tohmetên operasyonên paqijkirina etnîkî yên ku komên eşîrî yên taybetî li herêmê hedef digirin de bang kir ku binpêkirin bi dawî bibin û berpirsyar bên darizandin.




