Ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê ambûlans naghîjin birîndaran

Di encama topbaran û êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, du kes mirin gelek jin û zarok jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber êrîşan, ambûlans nikarin xwe bighînin mirî û birîndaran.

Ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê ambûlans naghîjin birîndaran

Navenda Nûçeyan – Tevî peymana agirbestê, topbaran û êrîşên asmanî yên tund ên Îsraîlê li herêmên cuda yên Şerîda Xezayê didomin. Di heman demê de, krîza mirovî jî kûrtir dibe. Ji ber ku şert û mercên jiyanê yên koçberan xirabtir dibin û tîmên ambulans û rizgarkirinê di aliyê gihîştina qurbaniyan de tengasî dikşînin.

Îro, di encama domandina topbaran û êrîşên Îsraîlê yên li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê de, du kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên asmanî li ser çend deveran pêk anîn û 4 xanî bi tevahî hilweşandin. Ev xanî li taxên Şucaîye û Tefahê, li rojhilatê bajarê Xezayê bûn û berî êrîşan ji niştecihên wan hatibûn valakirin. Tê gotin ku ev xanî li derveyî sînorê xeta zer bûn.

Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku hejmara kesên di encama şerê Îsraîlê yê li ser Sektora Xezeyê de, ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hatine kuştin, gihîştiye 74 hezar û 772 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 298 kesan.

Li gorî daneyên wezaretê, ji dema ragihandina agirbestê ve, hejmara kesên hatine kuştin gihîştiye hezar û 705 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 163 kesan. Her wiha hejmara cenazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin, gihîştiye 851 kesan.

Wezaretê diyar kir ku hîn jî hejmareke qurbaniyan di bin kavilan û li ser rêyan mane û tîmên ambulans û rizgarkirinê nikarin bighîjin wan.

Her wiha Wezaretê ragihand ku di encama hilweşîna avahiyan û xişmîna qûmê de, 3 zarok û jinek can dane. Ev bûyer di encama hilweşîna perçeyeke xakê ya bi qûmê pêk hatî, ya li ser konên koçberan qewimî. Bi vî awayî, hejmara kesên di encama hilweşîna avahiyan û xişmîna qûmê de can dane, gihîştiye 56’an.