Li Misirê komxebatek têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Li Misirê di Komxebata ‘Jinên Bêtirs’ de beşdaran bal kişand ser rêyên parastina jinan a ji tundiyê ya li herêmên şer û qada dîjîtal.

Li Misirê komxebatek têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

HEBA MIHEMED

Misir – Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ‘16 Rojên Çalakiyê li Dijî Tundiya li Ser Bingehê Zayendê’ de, bangên ji bo bidawîanîna hemû cureyên tundî û destdirêjiyê yên li dijî jinan, careke din hate dubarekirin. Hat diyarkirin ku ev yek li herêmên şer, di nava civakê de, an jî qada dîjîtal de bûye cihê gefxwarin, şantaj û reşkirinê.

Ji ber zêdebûna şêwazên tundiyê ku erdnîgariyan derbas dikin, parastina jinan û pêkanîna mafê wan ê jiyaneke bi ewle, berpirsyariyek lezgîn e. Pêwîstiya vê yekê jî bi yasayên bibandor, mekanîzmayên parastinê yên berfireh û bihêzkirina aborî heye.

Komxebat bi boneya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

Di vê çarçoveyê de, Yekîtiya Medyayê ya Efrîqa-Asya-Emerîkaya Latîn, 25ê Mijdarê, bi sernavê ‘Jinên Bê Tirs: Têkoşîna li Dijî Tundiyê, ji Herêmên Şer heta Qada Dîjîtal’ komxebatek li dar xist. Ev çalakiya ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hat organîzekirin, malovaniya komek lêkolîner, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ên ji Misir, Sûriye, Sûdan û Yemenê kir.

Komxebat ji aliyê edîtora rêvebir a rojnameya ‘Al-Ahram’ Esmaa El-Huseynî ve hat birêvebirin û kesên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar in, beşdar bûn. Di nîqaşan de behsa cureyên cûda yên tundiya ku jin li herêmên şer, tevî cureyên ku piştî bidawîbûna şeran jî berdewam dikin pê re rûbirû dimînin û zêdebûna tundiya dîjîtal, hat kirin. Her wiha  ji bo parastina jinan û pêşxistina serxwebûna wan, girîngiya bihêzkirina aborî wek amûreke sereke hat destnîşankirin.

‘Divê jin bikaribin bê tirs bijîn’

Esmaa El-Huseynî da zanîn ku tundiya li dijî jinan ne tenê pirsgirêkek jinan e, mijareke civakî, dadmendî û mafên mirovan e ku asta hêza civakekê di parastina rûmeta mirovî de nîşan dide û wiha got: “Divê jin bikaribin bêyî ku tirs, gef an jî şantaj li ser wan hebe, bijîn, fêr bibin, bixebitin û ramanên xwe bînin ziman. Hêvîdar im ku ev komxebat bibe sedema derketina raman û pêşniyarên pratîkî ji bo parastina jin û keçan û dabînkirina mafê wan ê jiyaneke bi ewle û bi rûmet. Civakên ku nikarin ewlehiyê ji bo jinan peyda bikin, nikarin bighîjin aramî an jî pêşveçûna domdar.”

‘Aştiya rast bi bêdengiya çekan nayê pîvan’

Di rûniştina yekem a komxebatê de, nivîskar û lêkolînera Sûriyeyî Leyla Mûsa, serpêhatiyên jinên Sûriyeyî di dema şer û piştî şer de nirxandin. Da zanîn ku rawestandina şer, cureyên tundiya kûr a di civakê de ji holê ranake û got: “Ji bo jin bikaribin jiyana xwe ji nû ve bi dest bixin, pêwîstiya wan bi bihêzkirina aborî û perwerdê heye. Vegera bi ewle ya jinên penaber, pêwîstî bi dabînkirina ewlehî û xizmetên bingehîn, parastina mafên wan ên milkî û hêsankirina gihîştina wan a bi belgeyên fermî û sivîl heye.”

Leyla Mûsa her diyar kir ku serpêhatiyên jinan li Sûriye, Filistîn, Sûdan û Yemenê nîşan didin ku êdî parastina jinan nikare di rojevên siyasî, ewlehî û pêşveçûnê de wek mijara duyemîn bê dîtin. Leyla bang li aliyan kir ku hevkariya Erebî-Efrîqî xurt bikin, pisporî û ezmûnan parve bikin û bernameyên hevbeş ji bo desteka derûnî û yasayî, her wiha ji bo zindîkirin û başkirina rewşa kesên ku ji tundiyê rizgar bûne, pêş bixin û got: “Aştiya rast ne bi bêdengbûna çekan an jî bi hejmara peymanên ku hatine îmzekirin tê pîvan, bi hêza takekesî ya jiyana di nava ewlehiyê de û vegerandina rûmeta mirovî tê pîvan. Civakek ku dadperweriyê ji bo jinên xwe misoger dike, ji bo pêvajoya lihevanînê, başbûnê û aramiyê gelekî amadetir e.”

Tundiya dîjîtal dewama binpêkirinên di cîhana rast de ye

Di beşa duyemîn de, çalakvana civaka Sûdanî Majda Mohamed Ehmed behsa zêdebûna tundiya dîjîtal a li dijî jin û zarokên keç kir. Bandora wê li ser çalakvanên jin, rojnamevan, pisporên medyayê û jinên ku beşdarî hewldan û komên dijîtal dibin nirxand û got: “Sûdanê di salên şer de şahidiya gelek tundiya zayendî û destrêjiyê kiriye. Tundî êdî bi qada fîzîkî ve sînorkirî nîne, ew bi rêya kampanyayên reşkirinê, gefên kuştinê, zorê û binpêkirina nepenîtiyê û her wiha karanîna hesabên sexte ji bo çandina tirsê û bêdengkirina jinan, ber bi qada dîjîtal ve dirêj bûye.”

‘Serxwebûna aboriyê jinan ji tundiyê Diparêze’

Di rûniştina sêyemîn de, pispora yasayî û Balyoza Aştiyê Rayda El-Zebhanî behsa ezmûna Yemenê kir û tekez kir ku bihêzkirina aborî ya jinan wek amûrek parastinê, pêdivî bi pergalek berfireh heye. Wê got ku divê ev pergal ne tenê bi dabînkirina çavkaniyeke dahatê ve sînorkirî be, divê warên wek sitargehên biewle, xizmetên tenduristî û piştgiriya psîkolojîk, alîkariya yasayî û lênêrîna zarokan jî di nav xwe de bihewîne.

Ezmûna Misirê ya di warê parastina jinan de dikare li seranserê cîhana erebî bê pêkanîn

Di rûniştina çaremîn de, Seroka Desteya Rêveber a Weqfa Dad û Piştgiriyê (Justice and Support Foundation), Dr. Hala Osman, ezmûna Misirê ya têkildarî parastina yasayî ya jinan û têkoşîna li dijî tundiyê pêşkêş kir. Wê da zanîn ku Misir xwedî çarçoveyek yasayî û sazûmanî ya girîng e ku ‘Stratejiya Neteweyî ya 2030’î, her wiha stargeh û ofîsên wergirtina gilî û gazincan jî di nav de ne û ev ezmûn dikare li welatên din ên erebî, wek Sûdan, Sûriye, Urdun û Yemenê, bi berçavgirtina şert û mercên taybet ên her civakekê, bê dubarekirin.

Pêşniyarên sereke

Guftûgo bi çend pêşniyarên wek xurtkirina yasadanîn û mekanîzmayên ji bo bicîhanîna yasayên têkildarî parastina jinan, pira di navbera bendên yasayî û sepandina wan a pratîkî de û avakirina pergalek yekgirtî ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê hatine ku piştgiriya yasayî, psîkolojîk û civakî, û her weha stargeh û avahiyê bi ewle dike bi dawî bû.

Beşdaran her wiha banga piştgirİya serxwebûna aborî ya jinan, pêşxistina mekanîzmayan ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal, pêşvebirina çanda ewlehiya daijîtal û peydakirina kanalên bi ewle ji bo ragihandina şantaj, heqaret û binpêkirinên nepenîtiyê kirin.

Di nîqaşan de girîngiya piştgiriya kesên ku ji şer û tundiyê rizgar bûne, bi rêya bernameyên piştgiriya psîkolojîk û ji nû ve entegrekirina civakî hate destnîşankirin. Her wiha wan pêwîstiya bi hêzkirina rêxistinên civaka sivîl ji bo zêdekirina hişmendiyê û mekanîzmayan ji bo çavdêrîkirin û belgekirina binpêkirinan anîn ziman.

Di dawiya komxebatê de hate gotin ku avakirina civakên biewle ji bo jinan berpirsyariyek hevpar di navbera hikûmetan, saziyên yasadanîn, rêxistinên civaka sivîl û medyayê de ye. Hate destnîşankirin ku bihêzkirina jinan û parastina mafên wan ne tenê daxwazeke, ji bo bidestxistina aramî, pêşkeftin û aştiyê stûnek bingehîn e.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.