NECWA REHÎM
Cezayîr - Li Cezayîrê, rêxistinên jinan, komele û çalakvanên tevgera femînîst di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li dijî Jinan a de, pirsgirêkên yasayî û civakî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin, nîqaş kirin.
Çalakiyê daxwazên ji bo xurtkirina mekanîzmayên parastin û piştgiriyê ji bo jinên ku tundîtî dîtine, bicîhanîna rêziknameyên yasayî û zêdekirina hevgirtin û hevrêziyê di navbera înîsiyatîfên femînîst de destnîşan kir.
Li Cezayîrê, li cihekî li navçeya Belcourtê, çalakiyek ji aliyê Weqfa Rojnameyên Femînîst ên Cezayîrê ve bi hevkariya CIDDEF, Tora Wassila, Weqfa Laha, înîsiyatîfên Havamiş, TBD, Femînîstên Cezayîrê û gelek komele û çalakvanên jin ve hate lidarxistin.
Civîn, wekî beşek ji 16 Rojên Çalakvaniyê hate organîzekirin. Nîqaşên li ser ezmûnên meydanî, rûniştinên guhdarîkirina podcastan, pêşandana fîlma 'Safia', ku ji hêla Wassila Network ve hatî hilberandin û ji hêla Habiba Djennin ve hatî derhênerkirin, di nav civînê de cihê xwe de girt. Her wiha, pêşangeha 'Bi Çavên Me' hate vekirin.
'Têkoşîna ji bo wekheviyê êdî bi tenê bi hin koman ve sînordar nîne'
Amal Hajaj bal kişand ser veguherîna ku tevgera femînîst a Cezayîrê di salên dawî de derbas kiriye. Amal destnîşan kir ku komeleyan di piştgiriya jinên ku rastî tundîtiyê hatine de ezmûnek girîng berhev kirine, beşdariya di tevgera femînîst de berfireh bûye da ku jinên ji paşxaneyên civakî û herêmên cihêreng jî di nav xwe de bigire.
'Di navbera belavbûna tundîtî û hejmara gilînameyan de ferqek mezin heye'
Seroka Komeleya Wassila Feryal Xelil serpêhatiyên xwe yên derbarê piştgiriya ku komele 26 sal in ji jinên ku rastî tundiyê hatine re peyda dike, parve kir. Amal Xalil destnîşan kir ku tevî belavbûna tundiyê jî, rêjeya gilî û daxwazên jinan ên parastinê kêm e.
Amal Xalîl daxwaza avakirina stargehên ji bo jinên ku rastî tundiya navmalî hatine û dabînkirina xizmetên piştgiriya psîkolojîk û bijîşkî li herêmên cuda yên welêt kir. Amal her wiha daxwaza bicîhanîna xala 40’î a Destûra Bingehîn kir, ku parastina jinan ji her cûre tundiyê, parastina qurbanî, şahidan û bicîhanîna bi bandor a rêziknameyên yesayî li ser erdê rêk dixe.
Lêkolîn asta tacîza li ser veguhestina giştî nîşan dide
Di bin sernavê tacîza li qadên giştî de, damezrênera Înîsiyatîfa Ajrain Warda Suweydî, encamên anketekê ku zêdetirî 400 jin beşdar bûn, parve kir. Lêkolînê ezmûnên jinan ên tacîzê li ser veguhestina giştî lêkolîn kir.
Li gorî encamên anketê, ji sedî 35’ê jinên beşdar diyar kirin ku di veguhestina giştî de rastî tacîzê hatine, di heman demê de ji sedî 77’ê kesên ku rastî vê yekê hatine jî tacîza fîzîkî ragihandine. Werde Suweydî got ku tacîz ne tenê bi êrîşa fîzîkî an cinsî ve sînordar e, ew di heman demê de nihêrînên acizker, gotin û şîroveyên tacîzê jî dihewîne. Werde Suweydî diyar kir ku rastiya ku wesayîtên veguhestina giştî girtî ne û cîhên tevgerê polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên guncaw li gorî taybetmendiyên van cîhan hewce dike.
Di hevdîtinê de, li ser tundiya aborî ya di nav malbatê de nîqaş hat kirin
Mijareke din a ku di çalakiyê de hate nîqaşkirin, tundiya aborî û civakî ya li dijî jinan bû. Macîde, damezrînera Înîsiyatîfa Havamiş û çalakvanên din ên jin bandorên girêdayîbûna aborî ya di nav malbatê de li ser serxwebûna jinan û kapasîteya wan a biryardana li ser jiyana xwe, nirxandin. Axaftvanan destnîşan kirin ku tundiya li dijî jinan ne tenê bi êrîşên fîzîkî ve sînordar e û bal kişandin ser şêweyên tundiya aborî û civakî ku bandorê li mafên jinan û rewşa civakî dikin.
Nîqaşên li ser rêbazên hevbeş ên karê hevbeş
Çalakiyê platformek ji bo destpêşxeriyên femînîst peyda kir ku di warên hişyarkirina jinan, piştgirîkirina qurbaniyên tundiyê, çavdêriya tacîzê û pêşkêşkirina perwerdehiyê li ser tenduristiya cinsî û hilberandinê de dixebitin da ku ezmûnên xwe parve bikin. Di civînê de rêyên xurtkirina hevrêziyê di navbera çalakvan û komeleyên jinan de jî hatin nîqaşkirin.






