‘Ji bo aştiyê em têbikoşin’

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, Perva Înal bal kişand ser serpêhatiyên jinên ku di nava şerên li Rojhilata Navîn de asê mane û got: “Wek ferzeke Îslamê, em ji bo aştiyê têdikoşin.”

‘Ji bo aştiyê em têbikoşin’

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Li gorî Rapora der barê Jin, Aştî û Ewlehiyê ya 2026’an a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), di şerên sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîl hatine kuştin. Ji çar kesan sê kesên ku hatine kuştin ji jin û zarokên keç pêk tên. NY’ê diyar dike ku rêjeya jin û zarokên keç ên di şerên çekdarî de tên kuştin ji sala 2021’ê vir ve du qat zêde bûye.

Li gorî raporê, niha nêzî 750 milyon jin û zarokên keç di nava 50 kîlometreyên nêzî herêmên şer û bi pevçûn de dijîn. Ev hejmar li gorî sala borî 40 milyon zêde bûye û ji sala 1990’an vir ve gihîştiye asta herî bilind.

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED), Perva Înal diyar kir ku şer herî zêde li Rojhilata Navîn tê jiyîn û piraniya kesên jiyana xwe ji dest didin jin in.

‘Divê her misilman di heman demê de bibe qasideke aştiyê’

Perva Înal da zanîn ku şerên olî û mezhebî û carna jî êrîş û komkujiyên li dijî kêmneteweyan, tu eleqeya xwe bi cewher û Îslama Demokratîk re nîn e û şerên ku bi salan e li Rojhilata Navîn diqewimin ji hêla welatên emperyalîst, baronên şer û bazirganên çekan ve tên destekkirin.

Perva Înal bi pirsa; “Baş e, rola me li vir çi ye?” îfadeyên ku di zêdetirî 18 ayetên Quranê de derbas dibin, “Ma hûn aqilê xwe bi kar naynin? Ma hûn nafikirin?” bi bîr xist.

Perva Înal got ku li şûna teqlîdkirina van îfadeyan lêpirsîn û darizandin pêwîst e û got: “Me teşwîqî aqilmendî û fikirînê dike. Bi rastî, taybetmendiyên ku me ji zindiyên din cuda dike aqil, îrade û wijdan e. Wek misilman divê em li Îslamê binêrin. Îslam projeyeke ji bo mirovahiyê ye, Îslam projeyeke ji bo aştiyê ye. Pêxember qasidên aştiyê ne. Divê misilman qasidên aştiyê bin.”

Perva Înal, tekez kir ku divê misilman bi taybetî li erdnîgariya lê dijîn aştiyê serwer bikin divê misilman têbikoşin, ayeta 25’emîn a Sûreya Yunus ku tê de dibêje, “Xwedê ji bo cihê aştiyê (Dârusselâm'a) bangî we dike û kî bixwaze rêberiya riya rast dike” bi bîr xist û got: “Bi têkoşîna ji bo aştiyê, em dikarin şer ji holê rakin.”

‘Zilma ku jin li Rojhilata Navîn dijîn nayê dîtin’

Perva Înal, zilm, zordarî û komkujiyên ku li Filistîn, Îran û Efganistanê li dijî jinan didome bi bîr xist û got: “Zilma ku jinên li Rojhilata Navîn dijîn nayê dîtin.”

Perva Înal wiha got: “Her çendî Filistînî xwedî dewlet in û ji bo wan li her derê şermezarkirin û nerazîbûn hebe jî ew bi şer, birçîbûn û bêpariyê eşê dikşînin. Erê misilman çi dikin? Ev pirsgirêk tenê bi şermezarkirinê çareser nabe.”

Perva Înal, destnîşan kir ku li Îranê li dijî darvekirina jinan û zilma heyî serhildanek tê organîzekirin û wiha got: “Li her cihê ku zext hebe, bêguman dê li dijî wê serhildanek çêbibe. Zext serhildanê bi xwe re tîne. Ayet dibêjin di olê de zor û zilm tun yee. Pêxemberê me hinek tişt ji kesên li derdora xwe re got lê wan guh neda. Pêxemberê me xemgîn bû got; ‘Çima ew guh nadin?’ Piştre ayetek ji wê re hat û di ayetê de dibêje, ‘Tu ne nûnerê wan î. Tu tenê qasidek î.’ Em ji vê çi fêm dikin? Bi zorê yan qedexekirinê tiştek nayê kirin an jî nayê ferzkirin. Ev jî li dijî ola Îslamê ye.”

‘Divê em bi kesên ji civakê hatine dûrxistin re di nava têkiliyê de bin’

Perva Înal, diyar kir ku ew tenê dikarin bi hev re jinên ji beş û nêrînên cuda aştiyê ava bikin û got: “Divê em teqez bi kesên ku hatine dûrxistin re di nava têkiliyê de bin. Çima em dibêjin ‘Yê din’, em li heman erdnîgariyê dijîn? Ayeta 13’emîn a Sûreya Hucurat serdestiya nijad, ziman an jî etnîsîteyê red dike. Hucurat dibêje, ‘Hev nas bikin.’ Dema em hev nas dikin û fêm dikin, qebûlkirin dikeve dewrê. Niyeta Xwedê ev pirrengî ye. Ji ber vê, werin em ji bo aştiyê bixebitin, werin em bibin qasidên aştiyê. Ger em ji rewşa heyî razî nebin ger wijdanê me aciz be divê êdî em destên xwe bixin binê kevir.”

Perva Înal behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger em bibêjin em misilman in ger em dixwazin di nava aramiyê de bijîn ger em dixwazin şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe divê em bêhtir bixebitin. Divê em bînin ziman ka ev pêvajo dê çawa sûdê bide hemû beşên civakê.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.