Êlîna 10 salî dixwaze bi zimanê xwe bixwîne

Li kampa koçberan Êlîna 10 salî ya ji Serêkaniyê, bi dengê zarokî lê bi daxwazeke mezin, ji bo mafê xwendina bi zimanê Kurdî bang dike û hêviya vegera mala xwe û dibistana xwe tîne ziman.

Êlîna 10 salî dixwaze bi zimanê xwe bixwîne

NEXEM ÇAÇAN

Hesekê – Di nava şert û mercên dijwar ên koçberiyê û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayîkê derdikevin de; Êlîna 10 salî dibe dengê zarokên ku dixwazin bi zimanê xwe bixwînin. Êlîna ku ji ber girtina dibistanan û guherîna biryar û şertan nikare bi zimanê Kurdî xwendina xwe bidomîne, bi hezkirina ziman û nasnameya xwe dibêje: “Xwedê min Kurd afirandiye, ez Kurd im, ez nikarim bi zimanê Erebî bixwînim.” Daxwaza Êlînê biçûk e lê bi wateya xwe ya mezin. Dibe bangek ji bo mafên zarokan ê xwendina bi zimanê dayîkê û hêviyeke ku di nava zehmetiyên koçberiyê xwe dide der.

Êlîn Siltan bi dilê zarokî û bi hêviya vegera mal û dibistana xwe, daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî dike û diyar kir ku ew û zarokên din dixwazin vegerin malên xwe û derfetê bibînin bi zimanê dayîkê bixwînin û wiha got: “Em dixwazin vegerin malên xwe, em dixwazin li dibistana xwe bixwînin. Em dixwazin bi zimanê dayîkê bixwînin, ji ber ku ev zimanê me ye.”

Em zimanê xwe dixwazin

Êlîna ku ji ber şert û mercên koçberiyê û girtina dibistanan ji xwendina bi zimanê Kurdî bêpar dimîne, bi hestên xwe yên zarokî destnîşan kir ku xwendina bi zimanê dayîkê ji bo wê ne tenê perwerde ye, mafek e ku dixwaze wî biparêze û wiha domand: “Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin. Zimanê Kurdî tenê zimanê me ye. Çima em nikarin bi zimanê xwe bixwînin? Em zimanê xwe dixwazin, ne zimanekî din.”

Gotin dibistan dê bi zimanê erebî vebin

Di nava zehmetiyên ku bi koçberiyê re rûbirû dimîne de, Êlîn behsa xwe û zarokên din dike ku ji bo vekirina dibistanan û xwendina bi zimanê Kurdî daxwaz kirine lê bersivên ku hatine dayîn ne li gorî daxwazên wan bûne. Êlîn bîr xist ku wan ji aliyên berpirsiyar, daxwaza vekirina dibistanên Kurdî kirine û wiha pê de çû: “Me got em dixwazin dibistanên me vebin, em dixwazin bi zimanê Kurdî bixwînin lê gotin dibistan dê bi zimanê Erebî vebin. Em zimanê Kurdî dixwazin, em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin.”

Em jî mirov in em jî mirov in

Êlîn, bi gotinên xwe yên sade lê bi wateyeke kûr, bal kişand ser mafê hemû zarokan ê xwendina bi zimanê dayîkê û li ser wekheviya di navbera zarokan de, bêyî ku ziman an nasnameya wan bibe astengî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em Kurd in, ew jî mirov in, em jî mirov in. Xwedê me Kurd afirandiye, wan jî Ereb afirandiye. Çima em xwe bi zorê bikin Ereb? Em dixwazin vegerin malên xwe, dibistanên me vebin û em bi zimanê xwe bixwînin. Em dixwazin wekî zarokên din bixwînin, em jî dixwazin fêr bibin û pêşerejeke baş ji xwe re ava bikin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.