Hilbijartinên Cezayîrê û pêşeroja nûnertiya jinan

Li Cezayîrê, ji bo hilbijartina meclîsên şaredarî û parêzgehan, navendên dengdanê ji bo zêdetirî 24 milyon dengderan hatin vekirin. Di vê hilbijartinê de, beşdariya gel û nûnertiya siyasî ya jinan careke din dikeve ezmûnê.

Hilbijartinên Cezayîrê û pêşeroja nûnertiya jinan

RABÎA XERÎS 

Cezayîr – Li Cezayîrê hilbijartinên herêmî, wekî yek ji kevirên bingehîn ên xurtkirina pêvajoya nenavendîbûna îdarî û demokrasiya beşdar derdikeve pêş. Ev hilbijartin ji bo pêkanîna projeyên pêşkeftinê, baştirkirina xizmetan û zêdekirina rola personelên pispor a di rêveberiya giştî de pir girîng in. 

Îro li Cezayîrê, ji bo hilbijartina endamên meclîsên gel ên şaredarî û wilayetî yên ku dê ji bo heyameke pênc salan kar bikin, pêvajoya dengdanê dest pê kir. 

Li herêmên cuda yên welat tedbîrên ewlehiyê, rêxistinî û lojîstîkî yên berfireh hatin girtin û dengder jî hêdî hêdî berê xwe dan navendên dengdanê. Ji bo zêdekirina beşdariya gel a di vê pêvajoya girîng a hilbijartinê de, bangên fermî û partiyên siyasî li welatiyan hatin kirin. Tê payîn ku pêvajoya dengdanê heta saet 19:00’an bidome.  

Dengdan ji bo koçerên li herêmên çolê û hinek bajarên hundirîn ên welat ji roja Çarşemê ve dest pê kiriye û hêj berdewam e. 

Li gorî daneyên Desthilata Neteweyî ya Serbixwe ya Hilbijartinan, hejmara dengderên xwedî mafê dengdanê gihîştiye 24 milyon û 236 hezar û 959 kesan. Di vê hilbijartinê de bi giştî 6 hezar û 52 lîsteyên hilbijartinê pêşbaziyê dikin. Ji van 428 lîste ji bo meclîsên gel û 5 hezar û 624 lîste jî ji bo meclîsên gel ên şaredariyan hatin amadekirin. 

Ji tevahiya lîsteyan 5 hezar û 765 lîste ji aliyê partiyên siyasî û hevpeymaniyên wan ve hat pêşkêşkirin û 263 lîste jî serbixwe ne. Ev hilbijartin 69 parêzgeh û hezar û 541 şaredariyên welat digre nav xwe. 

Hebûna jinan a di pêvajoya hilbijartinê de 

Di saetên sibehê yên roja hilbijartinê de, hejmarek ji berpirsiyarên jin û çalakvanên siyasî çûn navendên dengdanê û dengên xwe dan. Beşdariya wan bala gel kişand ser hebûna jinan a di qada siyaseta herêmî de. 

Seroka Dadgeha Destûrî Leyla Aslawî, li dibistana seretayî ya “5’ê Tîrmeha 1962” a li şaredariya Setaoualî ya li paytexta Cezayîrê, dengê xwe da. Beşdariya wê nîşaneya tevlibûna saziyên fermî a di pêvajoya hilbijartinê de ye. 

Her wiha seroka Meclîsa Gel a Neteweyî Xelîde Bûfedş, li dibistana “Hasîbe Ben Bûalî” dengê xwe da. Serokê Meclîsa Neteweyî Ezzûz Nasirî jî li dibistana navîn a “Îbn Rûşd” ya şaredariya Derariya dengê xwe da. 

Di nava lîderên jin ên partiyên siyasî de seroka Partiya Civîna Hêviya Cezayîrê (TAJ) Fatime Zehra Zerwatî jî di saetên sibehê de beşdarî dengdanê bû û li dibistana seretayî ya “Sî El-Hewas” a li herêma Sîdî Ferç a li paytext, dengê xwe da. 

Fatime Zehra Zerwatî, di dema kampanyaya hilbijartinê de girîngiya avakirina meclîsên gel ên şaredarî û parêzgehê yên xurt û çalak destnîşan kiribû. Fatime Zehra Zerwatî, tekez kiribû ku ev meclîs divê bikaribin bersiva daxwaz û hêviyên welatiyan bidin, pêşketineke herêmî ya berfireh û domdar pêk bînin û di rêvebirina karûbarên herêmî de ji pisporî û şarezayiya kesên li qadê sûd werbigirin. 

Jina 96 salî jî çû ser sindoqê 

Yek ji wêneyên balkêş ên roja hilbijartinê, beşdariya kesên temen mezin bû. Gelek welatiyên temen mezin, tevî pêşketina temenê xwe jî israr kirin ku mafê destûrî yê dengdanê bi kar bînin. Di nav wan de Fatîme Baelî ya 96 salî hebû ku çû navenda dengdanê û dengê xwe di vê hilbijartina herêmî de bikaranî. 

Beşdariya Fatîme Baelî û kesên wekî wê, nîşaneya hişmendiya hemwelatîbûnê û girêdana wan a bi erkê neteweyî ye. Ev nifşê temen mezin bi beşdariya xwe ji berpirsiyariya civakî wêneyeke balkêş pêşkêş dike û ji nifşên ciwan re peyamekê radigihîne ku divê ew jî di hilbijartina nûnerên xwe de û di pêvajoya biryardayîna pêşketina şaredarî û wilayetên xwe de xwedî roleke çalak bin. 

Nûnertiya siyasî ya jinan careke din dibe mijara nîqaşê 

Ev hilbijartin ji bo zêdekirina nûnertiya jinan a di meclîsên gel ên şaredarî û parêzgehê de girîngiyeke taybet digre. Ev mijar bi taybetî piştî ku di salên dawî de rêjeya beşdariya jinan di meclîsên hilbijartî de kêm bûye, careke din tê rojevê. 

Çalakvanên siyasî û yên mafên mirovan hêvîdar in ku ev hilbijartin ji bo jinan ku cihê xwe di mekanîzmayên biryardayîna herêmî de xurt bikin û astengiyên ku di hilbijartinên berê de rê li ber nûnertiya wan a berfireh girtibûn derbas bikin, bibe derfetek mezin. 

Her wiha, girîngiya beşdariya jinên pispor û xwedî tecrube a di rêvebirina karûbarên giştî de tê destnîşankirin. Ji ber ku pêkanîna armancên pêşketinê pêwîstî bi beşdariya hemû kapasîteyên civakê heye û tevlibûna jinan a di rêvebirina karûbarên giştî û saziyên biryardayînê de xwedî girîngiyek mezin e. 

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.