Hejmara nû ya ‘Kovara Jin’ derket

Hejmara 196’an a ‘Kovara Jin’ bi vê sernavê “Budçe ji bo kê ye? Jin mafê xwe dixwazin!” derket.

Hejmara nû ya ‘Kovara Jin’ derket

Navenda Nûçeyan – Hejmara 196’an a weşana heftane ‘Kovara Jin’, bi sernavê “Budçe ji bo kê ye? Jin mafê xwe dixwazin!” hate weşandin. Ev hejmara nû mijarên wekî xizaniya jinan û keda wan, mafê nefeqê, pêdiviyên zarokan, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, aştiyê û dadmendiya civakî, bi çavekî ku bandora polîtîkayên budçeyê li ser civakê dinirxîne, vedikole.

Di dosyaya taybet a 25’ê Mijdarê ya ‘Kovara Jin’ de ev gotar cih digirin:

Zayenda Xizaniyê / Şîlan Geçgel

Hebû, Tunebû an jî qet tune bû: Zarok dîsa di budçeyê de cih nagirin / Berîtan Guneş

Nefeqe mafek e, ne qenciyek e; em dest jê bernadin! / Dîlan Kunt Ayan

Nan, Aştî û Dadmendî: Têkoşîneke dilsoz ji Misircê heta Bronxê / Fatma Ayparçasi

Amar, Analîz û Polîtîkayên Zayendperest / Adalet Kaya