Xebatkarên tenduristiyê xwestin mercên wan ên xebatê baştir bibin

Endama SES’ê hemşîre Aynur Kor destnîşan kir ku di pêvajoya şewbê de herî zêde kedkarên jin ên tenduristiyê zehmetiyê kişandine û bi bandor bûne, der barê pirsgirêkên ku dijîn de diyar kir ku ew dixwazin şertên wan ên jiyanî baştir bibin. Aynur Kor da zanîn ku ji ber pêvajoya du sal in berdewam dike bi xebatkarên tenduristiyê re westandinek kronîk ava çêbûye û bal kişand ku gotinên ji bo başkirina rewşa wan nehatine dayîn bi cih nehatine.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Quralên şewbê yên ku li Tirkiyeyê di Adara sala 2020’an de hatin danîn, bi destpêkirina xebatên aşiyê hat sistkirin. Ruxmê aşîkirinê yekane ji cihên ku derfetên şewbê lê nehat guhertin jî nexweşxane ne. Li nexweşxayên ku bi pîvanên zêdebûna kar re têdikoşin, xebatkarên tenduristiyê ev du sal in bi mûçeya kêm, mobîng û dûrî jiyana civakî dijîn. Kedkarên jin ên tenduristiyê yên ku avakirina derfetên jiyanî dixwazin, destnîşan dikin ku ew mexdûrbûneke du qat zêdetirî ya heyî dijîn. 
 “Hê jî însan ji me direvin”
Endama Sendîkaya Kedkerên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Hemşîre Aynur Kor weke kebatkarên jin ên tenduristiyê ji dema destpêkê heya niha zehmetiyên ku dijîn anî ziman û got di vê pêvajoyê de herî zêde kedkarên jin bi bandor bûne. Aynur Kor destnîşan kir ku şewba li tevahî cîhanê belav bû, li Tirkiyeyê herî zêde li ser xebatkarên tenduristiyê bandor kiriye û pirsgirêkên ku ew du sal in dijîn wiha bi lêv kir; “Jin hem li cihên kar pir zêde dişixulin hem jî ji bo vê nexweşiyê di nava malbat û zarokên xwe de belav nekin têkoşînek pir mezin meşandin. Dema ev pirsgirêk hemu li ser hev tên jiyîn, ji bo kedkarên tenduristiyê ev digihîje rewşeke ku ji nav neyê derketin. Me di jiyana xwe ya civakî de pirsgirêk û tengasiyan jiya. Kesên nêzî me jî li nîvengeke hevpar nedixwestin nêzî me bibin. Me ev yek herî zêde di demên destpêkê de jiya. Bi me re li ser heman maseyê xwarinê nexwarin, çayê venexwarin.” 
“Westandinek kronîk ava dibe” 
Aynur Kor da zanîn ku bi demê re însanan vê pêvajoyê ji bo xwe kirine tarzê jiyanê û fêr bûne lê ev rewş ji bo wan qet nehatiye guhertin. Aynur Kor destnîşan kir ku ji ber şertên heyî xebatkarên nexweşxaneyê ji nû ve nexweş ketine, ev rewş ji bo xebatkarên din veguheriye xebatek zêdetirîn û barê kar û wiha got; “Ji aliyekî ve hûn tên îzolekirin lê ji ber ku kedkarên tenduristiyê weke kom kar dikin, ev rewş ji bo koma din dibe bar. Bi taybetî ji bo nobetên şevê yan jî kesên ku di nobetên şevê de yan jî bi awayekê wardiye kar dikin, dema yek ji wan bi nexweşiyê dikeve, ev yek kesên din ên bi awayê wardiye kar dikin, bi bandor dike. Ger hûn du rojan carekê werin, hûn neçar dimînin ku her roj werin. An jî ger nobetên 16 seatê bigrin, ev vedigere 24 seatan. Ji lewre ev rewş bi we re westandinek kronîk dide avakirin. Ev bandora xwe li ser jiyana we ya malê yan jî têkiliyên we dike.”
“Başkirina ku tevahî kedkarên tenduristiyê dihewîne, tunebû” 
Aynur Kor bal kişand ku der barê windahiyên madî û manewî yên barê kar ku derketiye dû an sê qatê de sozên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin dayîn nehatine bicihanîn û destnîşan kir ku di pêvajoya hatiye jiyîn de rewşa wan tenê bi çepikan maye. Aynur Kor wiha got; “Wezareta Tenduristiyê xwest dîtinek wisa bide avakirin ku di demên destpêkê yên şewbê de dixwaze tiştekî bide kedkarên tenduristiyê. Di vê mijarê de em ji dil in û bi rastî jî tiştên hatin gotin pêk nehatin. Ger pêk hatibin jî ev rewş ji bo komên biçûk çêbû. Ji ber vê yekê başkirinek ku tevahî kedkarên tenduristiyê dihewîne, bi tu awayê çênebû. Li kêleka ewqas barê giran a kar, ewqas mobîngê rûxmê ku aloziya aborî jî li holê ye girtina mûçeyekî di bin mûçeya ku dikare bê jiyîn de bi rastî jî ji bo kedkarên tenduristiyê hêsan nîn e.”
 “Em şertên ku mirov dikare bijî dixwazin” 
Aynur Kor da xuyakirin ku ew weke kedkarên tenduristiyê şertên ku mirov dikare bijî dixwazin û daxwazên xwe wiha bi rêz kir; “Pirsgirêka herî mezin a kedkarên tenduristiyê ew e ku cihekî zarokên xwe lê bihêlin tune ye. Ji lewre pirsgirêkekî me ya kreşê jî heye. Di warê madî de rewşa me pir ne baş e. Şertên me yên kar giran in, seatên me dirêj in. Ev yek encax bi girtina kedkarên nû yên tenduristiyê dikare bê çareserkirin. Ev daxwaza me û daxwazên me yên mîna vê hene. Divê di tenduristiyê de tundî bê rawestandin û mûçeyên me zêde bibin da ku mirov bikaribe pê bijî. Bi taybetî divê seatên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê kêm bibin, daxwazên tevahî kedkarên tenduristiyê ev in.”