Li Mexrîbê hikûmetê sozên yasayî pratîk nake

Komeleya ‘Tehaddî ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê’ eşkere kir ku ji 12 sozên yasayî yên di Plana Hikûmetê ya Wekheviyê ya Mexrîbê de cih digirin, yek jî bi tevahî bicih nehatiye.

Li Mexrîbê hikûmetê sozên yasayî pratîk nake

HENAN HERAT

Mexrîb – Beşdarên forûma diyaloga sazî ya li Mala Spî, bal kişandin ser rawestandina reformên yasayî yên têkildarî pêşxistina mafên jinan û misogeriya zayendî ya li Mexrîbê. Wan destnîşan kir ku di navbera sozên hikûmetê û pêngavên rastîn ên yasayî û sazî de valahiyek mezin heye.

Komeleya “Tehaddî ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê”, di çarçoveya guhertoya duyemîn a Forûma Diyaloga Sazî ku li Mala Spî hat lidarxistin de, lêkolîneke nirxandinê li ser rewşa pêkanîna sozên yasayî yên di Plana Sêyemîn a Hikûmetê ya Wekheviyê (2023-2026) de pêşkêş kir. Lêkolînê derxist holê ku gelek sozên têkildarî reforma pergala yasayî asteng bûne û ji 12 sozên hatine nirxandin, tu yek bi tevahî nehatiye cîbicîkirin.

Ev planê ku çarçoveya wê ya stratejîk di Adara 2023’an de hate pejirandin, di nav çalakiyên hikûmetê de cih digire. Armanca wan, xurtkirina wekheviya di navbera jin û mêran de û pêşxistina mafên jinan e. Di vê çarçoveyê de gelek bername hene, di nav de xurtkirina aboriya jinan, pêşxistina mafên wan û şermezarkirina cudakariyê cih digirin.

Plan ji 288 tedbîrên pêkanînê pêk tê û berpirsyariya pêkanîna wan li ser çend sektorên hikûmetê hatiye dabeşkirin. Lêkolîn jî bi taybetî li ser 12 sozên yasayî rawestiyaye ku pêdiviya wan bi derxistina yasayên nû, guherandina hin bendên yasayên heyî an jî tevlîkirina nêrîna zayendî di yasayan de heye.

Li gorî encamên lêkolînê, ji van 12 sozên yasayî tu yek bi tevahî nehatiye temamkirin. Di du sozên wan de, bi rêjeya 16.7 ji sedî, tenê bandorek qismî hatiye dîtin. Lê di 10 sozên din de, bi rêjeya ji sedî 83.3, tu encameke yasayî ya temam û eşkere nehatiye tomarkirin.

Reformên yasayî hîn jî di dorê de ne

Lêkolînê destnîşan kir ku gelek sozên têkildarî şermezarkirina tundiya li dijî jinan hîn jî pêk nehatine. Di serî de amadekirina projeya guherandina Yasaya hejmar 103.13 tê. Ji ber ku di heyama nirxandinê de tu agahî li ser şandina vê projeyê ji bo parlementoyê nehatiye dîtin.

Her wiha, pêvajoya venêranîna bendên yasayî yên têkildarî pêşîgirtin, parastin û şopandina dadwerî jî bi temamî nehatiye encamdan. Ev yek careke din nîqaşê li ser wê yekê vedike ka gelo pergala yasayî ya heyî dikare bersiva hewcedariyên mexdûran bide û mafên wan biparêze an na?

Li gorî heman çavkaniyê, astengî gihîştine dosyeyên din jî. Di nav de venêranîna yasayên têkildarî destûra zewaca keçên temen biçûk, her wiha hin tedbîrên têkildarî xurtkirina aboriya jinan û pêşengiya wan di kar û projeyan de. Di heyama lêkolînê de ji van mijaran tu encameke yasayî ya temam nehatiye tomarkirin.

Ev encam valahiya di navbera sozên hatine ragihandin û pêngavên yasayî yên ku divabû bên pêkanîn de nîşan didin. Her wiha pirsê bi pêş dixe ku piştî veguhestina berpirsyariya hikûmetê bo tîmeke nû, dê çarenûsa van projeyên nîvçûyî çi be.

Nebûna mekanîzmayên zelal

Rêvebera  Komeleya Tehaddî ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Bûşra Abdo, di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re got ku encamên lêkolînê nîşan didin ku hikûmetê di pêkanîna gelek sozên yasayî yên di Plana Hikûmetê ya Wekheviyê de dewam nekiriye. Wê destnîşan kir ku mekanîzmayên zelal ên diyarkirina aliyên berpirsyar ji bo pêkanînê, şopandina asta pêşketinê û pîvandina bandora van sozên yasayî, tune ne. Wê tekez kir ku venêranîna Yasaya Hejmar103.13, yek ji daxwazên bingehîn e. Her wiha pêdiviya avakirina çarçoveyeke yasayî ya bersivdar li hember formên nû yên tundiyê, bi taybetî tundiya dîjîtal, heye.

Bûşra Abdo diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê nikare tenê bi parastina yasayî bê sînordarkirin, lê divê di heman demê de hêzdarkirina aborî û civakî ya jinan jî bê xurtkirin, da ku jin bikaribin serxwebûna xwe bi dest bixin û ji çerxeyên tundiyê derkevin.

Wekhevî ji sozê heta mecbûrîkirinê

Di nîqaşên forûmê de, şert û mercên sazî û yasayî yên pêkanîna wekheviyê jî hatin nîqaşkirin. Beşdaran tekez kir ku pejirandina yasayan, tevî girîngiya wê, têr nake, heya ku hemû sektorên hikûmetê bi awayekî rastîn nêrîna zayendî di polîtîkayên giştî de nenirxînin. Di yek ji axaftinan de bang hate kirin ku ji mantiqa sozdanê derbasî mecbûrkirinê bibin, bi derxistina yasayeke çarçoveyî ya wekheviyê ku hemû sektorên hikûmetê mecbûr bike ku prensîba wekheviyê di bername û xebatên xwe de bicîh bikin. Ev yek dê domdariya polîtîkayên pêşxistina mafên jinan misoger bike û rê li pêşiya girêdana wan bi guhertina hikûmetan an pêşîniyên demkî bigre.

Beşdareke din jî daxwaz kir ku hin nivîsên yasayî, di serî de Yasaya Cezayê, Yasaya Malbatê û Yasaya Kar, bên venêranîn û hemû bendên ku dikarin cudakariyê xurt bikin, bên rakirin. Her wiha wê pêdiviya pêşxistina pergala yasayî ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê, di nav de tundiya dîjîtal û siyasî, destnîşan kir.

Beşdarên din jî li ser astengiyên ku bandora bernameyên giştî kêm dikin, rawestiyan. Di nav wan de kêmbûna hevrêziya di navbera saziyan de, kêmbûna çavkaniyan, pêdiviya pêşxistina xizmetan û derbasbûna ji şopandina tenê ya qanûnî û derûnî bo xurtkirina hêza aborî û civakî ya jinan, hebûn.

Di heman çarçoveyê de, ji bo nirxandina pêşketinê pêşniyar hatin kirin ku komîteyeke daîmî bê avakirin. Hat xwestin ku “Barometreyeke” pîvandina asta pêkanîna wekheviya temsîliyê bê amadekirin û hevkariya di navbera rêveberiyên giştî, komele û rêxistinên jinan de bê xurtkirin. Her wiha bal kişandin ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna pratîkî ya civaka sivîl.

Kêmasiyên yasayî pêdiviya venêranînê nîşan didin

Dr. Nihad Afqîr ku  mamosteya Yasaya Cezayê ya li Zanîngeha El-Hasen El-Ewwel e, diyar kir ku Yasaya Hejmar 103.13, gavên girîng ji bo xurtkirina parastina cezayî ya jinan avêtiye. Wê got ku ev yek, bi rêya sûc hesibandina gelek kiryarên têkildarî tundiyê û avakirina mekanîzma û saziyên alîkariya mexdûran, di nav de hucreyên ku li dadgehê hatine avakirin pêk tê. Wê lê zêde kir ku ev pergala yasayî hîn jî hewceyî venêranînek e, ji bo ku bi guhertinên ku di formên destdirêjiyê de çêdibin re li hev bê, nemaze bi pêşketina teknolojiyê û derketina kiryarên nû ya di qada dîjîtal de.

Wê rave kir ku yasadanerê Mexrîbê hin kiryarên ku di vê qadê de pêk tên, wek kişandin, tomarkirin an belavkirina daneyên kesane û wêneyên ku destdirêjiyê li ser jiyana taybet dikin, di yasayan de cih daye wan. Lê li gorî nirxandina wê, bendên eşkere û berfireh ên ku ji hemû cureyên  tundiya dîjîtal pêşî lê bigirin, hîn tune ne.

Her wiha wê destnîşan kir ku zehmetiyên îsbatkirinê yek ji astengiyên sereke ne, bi taybetî di rewşên zirarên derûnî û aborî de. Ev yek pêdiviya venêranîna nû ya nivîsên qanûnî yên têkildar derdixe holê da ku bandora wan bê xurtkirin. Dr. Nihad Afqîr bang kir ku Yasaya Hejmar 103.13, Yasaya Cezayê û Yasaya Malbatê bên nûvekirin, ku çarçoveya yasayî bi guhertinên civakê re li hev bê û parastineke rastîn ji bo jinan bê dabînkirin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.