Ji jinên Kobanê mîtînga li dijî tundiyê: Em ê ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek

Jinên bajarê Kobanê, bi boneya 25’ê Mijdarê, mîtînga hevgirtinê lidarxist. Jinan bi peyama “Ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek” banga yekîtî û domandina têkoşînê dan.

Ji jinên Kobanê mîtînga li dijî tundiyê: Em ê ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek

Kobanê- Jinên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, zêdetirî hefteyekê bi çalakiyên cuda helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinan nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star li Qada Şehîd Egîd a Kobanê mîtîngek li dar xist. Bi sedan jinên herêmê tevlî mitîngê bûn. Jin bi alên Kongra Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek. Jin, Jiyan, Azadî” herikîn qada mîtîngê. Piştî deqeyekêrêzgirtin, jinan bênavber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di mîtîngê de jî axaftin hatin kirin û peyamên li dijî tundiyê hatin dayîn.

‘Em ê heta serkeftina mayînde têbikoşin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Sara Xelîl, di axaftina xwe de diyar kir ku kampanyaya îsal a Kongra Star ya li dijî tundiya li ser jinan careke din ruhê têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê zindî kiriye û wiha axivî: “Em dizanin ku ev roja dîrokî xwedispêre komkujiyeke li hember xwîşkên Mîrabal. Di encama têkoşîna domdar a jinan de roja 25’ê Mijdar weke roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiyê hat pejirandin.”

Sara Xelîl, da zanîn qetilkirina jinan û tundiya li hember wan, bi xwîşkên Mîrebal re ranewestiya û got: “Me dît ku di van salên şoreşê de bi dehan jinên ku li dijî vê hişmendiyê şerkirin, hatin qetilkirin. Ji bo vê jî her tim şerekî du alî hebû. Hêzên ku hebûna xwe li ser qetilkirina jinan didomînin, bi taybet jinên ku rastiya wan dizanin kirin armanc. Ji bo vê jî ev şer heta vê rojê jî di navbera van hêzan û jinên ku dixwazin azadî û avakirina pergaleke ji tundiyê mîsoger bikin de berdewam dike. Em ê jî vê têkoşîn û armanca xwe bi hemû hêza xwe berdewam bikin û hêza xwe bikin yek.”

‘Em ê destkeftiyên xwe mezintir bikin’

Endama Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan Cemîle Xelîl jî di axaftina xwe de diyar kir ku jin bi têkoşîneke mezin û bi dayîna bedelên giran di van salên şoreşê de karîne hişmendiya civakê ya li hember jinan biguherînin. Cemîle Xelîl, bal kişand ser girîngiya parastin û mezinkirina destkeftiyên jinan û wiha got: “Em soz didin heta ku jineke bindest hebe, em ê her tim li ser piyan bin.”

Di dawiya çalakiyê de, mîtîng veguherî meşekê. Jin ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan û li wir rawestiyan.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.