Qamişlo – Li seranserê cîhanê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Hember Tundiya li ser Jinan, jin li qadan in.
Bi heman mebestê îro bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinên ji bajarên Rojavayê Kurdistanê, Hesekê, Til Temir, Zirgan, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik, Tirbespiyê, Çilaxa, Qamişlo û gundewarên wê li çerxeriya Osman Sebrî ya bajarê Qamişloyê kom bûn.
Meşa girseyî di din dirûşma “Ji bo bidawîbûna tundiya li dijî jinan, bibin yek Jin Jiyan Azadî” û “Zagonên dadwer ji bo jinan ewletir e” dest pê kir. Çalakiya îro bû fînala rêzeçalakiyên Kongra Star yên ku ji bo kampanyaya 25’ê Mijdara îsal ragihandibû.
Girse bi berzkirina dirûşm û qêrîna li dijî tundiyê, gihîşt çerxeriya Şehîd Robar a li navenda bajarê Qamişloyê. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên jinên li pey lêgerîna azadiyê bûn, axaftin hatin kirin.
‘Ji bo azadiya jinan vegera kokên dîrokî’
Li ser navê tevgera jinan a li Rojava Henîfa Hisên axivî û wiha got: “Em têkoşîna azadiya jinan wekî têkoşîna azadiya civakê û gelan dibînin. Em têkoşîna heyî têkoşîna azadiya zayendek tenê nabînin. Jin jiyan û civak her sê jî bi hev ve girêdayî ne. Ger ev her sê azad nebin wê tu netew û ziman azad nebe û xwerêvebirin jî pêk nayê. Em ê ji bo yekbûna têkoşîna jinan li ser asta cîhanê û pêşxistina têkoşîna hevpar her dem li ser piyan bin heta ku vegerin kokên dîrokî yên azadiya jinan. Me li ser asta Kurdistanê têkoşîna zayendî û li Rojava jî Şoreşa Jinan bi pêş xist lê bi zora dewletê û hêzên navnetewî pergala ku jinan ava kiribû wêran kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku têkoşîna me bi dawî bûye çimkî li hemberî şoreşa me ya azadiyê şoreşeke dijber jî hebû ranewestiya. Lê divê ku em ji xwe bawer bin, çeperên têkoşînê bernedin û mezintir bikin.”
Peyamek ji çapemeniyê re
Henîfa Hisên bal kişand ser çapemeniyê û ev peyam da: “Divê çapemeniya me tenê nûçeyên tundiyê û kuştina jinan nebînin û çênekin. Ji wê zêdetir balê bikşînin ser destkeftî û qehremaniyên jinan. Erka me ya bingehîn ew e ku em bizanibin her jinek û ciwanek li mal û saziyên dewletê çi dijî, bi çi zehmetiyan re rûbirû dimîne û jê re çareseriyan bibînin. Divê em ne tenê kul, êş û derdê jinan bibînin an jî weke mexdûr binav nekin, nebêjin li me didin û me dikujin. Êdî me ev qonax derbas kiriye. Qonaxa me ya niha azadbûn e.”
Dûre rêvebera Saziya Jinên Suryan Sebah Şabo bi zimanê Suryanî axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê ku çawa jin têkoşîna xwe hevpar bikin û li dijî tundiya heyî çareseriyan bi pêş bixin.
Piştî axaftinan Tevgera Jinên Ciwan jî lîstikeke kurt a şanoyê der barê rizgariya ji tundiyê de pêşkêşî jinan kir.















