‘Di nava sê salan de 5,373 bûyerên xirab bikaranîna torên civakî hatine tomarkirin’

Di panela 25’ê Mijdarê ya li Silêmaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, di nava sê salan de 5,373 bûyerên xirab bikaranîna torên civakî hatine tomarkirin.

‘Di nava sê salan de 5,373 bûyerên xirab bikaranîna torên civakî hatine tomarkirin’

Silêmanî – Bi boneya 25’ê Mijdarê, Navenda Wekheviya Zayendî ya Zanîngeha Silêmaniyê, bi hevkariya Koma Kar a ji bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser bingeha Zayendê, derbarê tundiya dijîtal a li dijî jinan û rêyên çareseriyê de panelek  li dar xist. Panela bi sernavê ‘Tundiya Dîjîtal a li dijî Jinan’ hat lidarxistin, malovaniya mamoste, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan kir. 

Piştî rêzgirtinê, derbarê hişyariya jinan û nîşaneyên dengê jinan de sînevizyon hat pêşkêşkirin. Bi amadebûna panêlîst ‘Kurde Ehmed, Hêmin Abdulqadir, Diyar Elî, Rêzan Nûredîn, Aşna Dilşad Mecîd, Avan Faris, Serbaz Siyamend, Rûbar Mecîd, Tirîfe Hesen, Ebas Elî, Niyaz Kakal, Rûpak Ehmed û Sazyan Talib’, panel di çarçoveya hişyariya dîjîtal û çareseriyên wê de hat meşandin.

‘Armanc hişyarkirina jinan e’

Çalakvan Hana Şiwan da zanîn ku îro ji bo civîneke zanistî li Zanîngeha Silêmaniyê kom bûne û got ku armanc, hişyarkirina jinan e. Hana Şiwan ragihand ku li gorî daneyên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî, her roj li cîhanê 125 jin tên kuştin û wiha domand: “Divê temamî xebatên me ji bo rêgirîkirina li vê zêdebûnê be. Ji ber vê, em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin û di nava kolanan û hemû aliyên têkildar de hişyariyê bipêş bixin. Em ê van 16 rojan xebatên xwe bidomînin û çalakiya me ya dawî, dê li ser gorên jinên bênav bê li darxistin. Bi vê yekê em peyama xwe dubare dikin ku em ê ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan, têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Qada malbatê jî di mijara tundiyê de roleke mezin dilîze’

Kurde Ehmed Mehmûd di axaftina xwe de behsa tundiya dijîtal a li dijî jinan û bandora wê ya li ser pozîsyona jinan di nava civakê de kir û got: “Ji avabûna civakê ve, civakên ku li paş mane û di têkoşîna li dijî feraseta mêrê serdest de yekbûyî nîne, dibin sedema zêdebûna kuştin û tundiyê. Her wiha, çanda me ya perwerdehiyê pîvanên wiha li ser me ferz dike, ji bo ku civak û mêr, ji me razî bin. Ew jinan dike milkê xwe yê taybet û rê li ber tevgera wan digre. Gelek bûyerên windabûna jinan hene ku di nava êş û tundiyê de pêk hatine. Qada malbatê jî di mijara tundiyê de roleke mezin dilîze. Civaka me rûmetê bi jinan ve girê daye. Ew perçebûna ku me jiyaye û ev beşa me ku bi Ereb û herêmên çolê ve girêdayî ye, dibe sedem ku tundî bi awayek dijwartir bandorê li me bike. Beriya tevlîkirina me bo Iraqê, jin bi vî awayî rastî tundiyê nedihatin. Divê em çareseriyan bi rêya perwerdeyê bidin destpêkirin, lê mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanêli hember perwerdeya saxlem, bêxem e.”

‘Gefên dijîtal li ser jinan zêde dibin’

Rêzan Nûredîn behsa tundiya dijîtal kir û diyar kir ku gefên li ser jinan, bi rêya torên dijîtal û hesaban her ku diçe zêde dibin û tepeserkirina jinan berdewam dike. Rêzan Nûredîn wiha got: “Bi rêya ew kuştin û tundiya berdewam dike, amûrên dîjîtal bi gelek awayên nexweş têne bikaranîn. Mêrsalarî di serdema Înternet û AI de xwe nû kiriye. Êrîş bi awayek pir bilez berdewam dikin û ev hemû dikare bibe sedema zirarên derûnî û civakî ji bo jin û malbatan. Torên civakî û serdestiya feraseta mêr, tundiyê didomînin. Çareserî, belavkirina hişyariyê ye. Ji bo hişyarkirinê, divê semînerên li dibistanan bidomin.”

‘Civînên girîng hatin lidarxistin’

Rêvebera Navenda Wekheviya Zayendî panelîst Taban Mihemed diyar kir ku Zanîngeha Silêmaniyê, bi hevkariya rêxistinan, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan çalakî û panelên hişyarkirinê li dar xistine û wiha pê de çû: “Bi hevkariya bi koma têkoşîna li dijî tundiyê re, civînên girîng hatin lidarxistin, nirxandinek li ser tundiyê, cureyên wê û çareseriyên wê hate kirin. Bi rêya panelan em hewl didin hişyariyê belav bikin. Di panela yekem de, em ê behsa tundiya dîjîtal bikin û cureyên wê nîqaş bikin; piştre, di panelên duyem û sêyem de, dê çareseriyên bi rêya yasayê û aliyên têkildar bên gotûbêjkirin. Em ê çalakî û xebatên hişyarkirinê bidomînin, ji bo ku di nav welatî û xwendekaran de hişyariyê zêdetir bikin.”

‘Belavkirina hişyariyê erka me ye’

Seroka Rêxistina Dabin û Koma GBV Dilsoz Zengene, da zanîn ku wek Navenda Zayendê beşdarî panalê bûne û wiha got: “Ev civîn ji sê panelan pêk tê û dê li ser hişmendiya yasayî û dîjîtal ku jin bi rêya dîjîtal rastî tundî û kuştinê tên, nîqaş bikin. Ji ber vê, me xwest bi rêya akademîsyenan, mijarê bi awayekî berfireh, zanistî û yasayî nîqaş bikin. Di nava van 16 rojan de, em ê gelek çalakiyên din ên hişyarkirinê li dar bixin. Çalakiya me ya dawî jî dê li ser gorên jinên bênav pêk bê, em ê li wir peyamê dubare bikin. Her wiha, em ê bi rêya Radyoya Pêşeng û Dengê Karkeran kampanyayên hişyarkirinê pêk bînin. Piştre, ji bo xwendekar û ciwanan, di çarçoveya Dabinê de çalakiyên me derbarê tundiya li cihê kar de hişyariyê li dar bixin.”

‘Ji sedî 73,7’ê beşdaran bal kişandine ser bandora tevgerên Îslamî ya li ser tundiya sîber’

Paşê pêşniyarên di panelê de hatine kirin, bi daxuyaniyek çapemeniyê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, di nava sê salan de 5 hezar û 373 bûyerên xerab bikaranîna torên civakî hatine tomarkirin. Li gorî lêkolînek ku li ser 100 jinan hatiye kirin, ji sedî 73,7’ê beşdaran bal kişandine ser bandora tevgerên Îslamî ya li ser tundiya li ser înternetê. Ji sedî 39,3’ê jinan çalakiyên xwe kêm kirine, ji sedî 28,8’an beşdariya xwe ya di qadên giştî û dîjîtal de sînordar kirine û ji sedî 15,20’an jî hin çalakî bi temamî terikandine.

Her wiha divê yasayên ku tundiya dîjîtal, gotinên nefretê û gefên sîber digre nava xwe bên nûkirin. Rêyek nepanî û ewledar ji bo gilîkirin, hişyarkirina zêdetir, guncandina mûfredat û pirtûkên dersê, bi taybet perwerdeya îslamî ji bo zêdekirina mijar, bername û kampanyayên medyayê yên berdewam ên mafên jinan ragihand.”