Strana Rojê: Liana Sharifian / Ney Anban

Muzîkjena ciwan a Îranê Liana Sharifian di 8-9 saliya xwe de dest bi muzîkê dike. Hezkirina muzîkê ya ku ji malbata xwe girtiye bi hunerê bi pêş dixe û diyar dike ku ne li dijî muzîka populer e lê ew hez dike bêtir li amûrên herêmî bixe. Liana Sharifian bi performansa xwe ya li ser dikê hem li gelek amûran dixe, hem jî çêjeke muzîkê pêşkêş dike. Hunermenda ciwan dibêje; "Heya ku ez bijîm ez ê muzîkê bidomînim." Ew muzîka klasîk a Îranê ne tenê bi ciwanên Îranê, bi yên cîhanê jî dide nasîn û hezkirin.