Silêmanî - Li Silêmaniyê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, bi beşdariya çalakvanên mafên mirovan û mafên jinan, li dijî kuştin û xweşewitandina jinan bi dirûşmeya “Bêdeng mebe, tevlî me bibe” kampanyayek hate destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê rêxistinên girêdayî Tora 8’ê Adarê û Hevpeymaniya Jinan ve li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê hate ragihandin de, ji bo balê bikişînin ser kuştin û xweşewitandina jinan, dest bi komkirina îmzeyan hate kirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna jinên ji aliyê feraseta baviksalar ve hatine kuştin an jî ber bi xwekuştinê ve hatine ajotin, destpêkir. Piştre çalakiya komkirina îmzeyan dest pê kir.
Şêde Beşir: Kuştina jinan di bin bandora hişmendiya baviksalar de didome
Çalakvana mafên jinan Şêde Beşir, di axaftina xwe de balkişand ser zêdebûna hejmarên kuştina jinan û got: “Amar û daneyên heyî roj bi roj zêde dibin. Kuştina jinan û tundiya li dijî jinan, bi awayekî pergalî avahiya civakê xira dike. Tenê di sala 2026’an de 57 jin hatin kuştin an jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Kuştina jinan, di bin bandora feraseta baviksalar de didome.”
Şêde Beşir, diyar kir ku kampanyaya li dijî kuştin û xweşewitandina jinan ji 9’ê Îlonê ve didome û di çarçoveya 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de xebatên komkirina îmzeyan jî bidome. Şêde Beşir, destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe ji bo hişyarkirina jinan û tevahiya civakê bidomînin û li hember hişmendiya baviksalar têkoşînê bikin.
Geşê Dara: Em ê dengê xwe bigihînin cîhanê
Parêzer û çalakvana mafên jinan Geşê Dara, di axaftina xwe de got ku ew ê ji bo rê li ber kuştina jinan û xwekuştinên bi navê “namûsê” tên pênasekirin bigirin, dengê xwe bigihînin saziyên peywendîdar ên herêmî û navneteweyî û wiha axivî: “Em ji îro û vir ve dest bi komkirina îmzeyan dikin ku dengê xwe bigihînin cîhanê û êdî di civaka me de jin neyên kuştin. Jiholêrakirina têgeha namûsê, erkê me jinan e.”
Azade Cemaatî: Divê jin li hember van kuştinan bi hev re têbikoşin
Çalakvana mafên jinan a li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê Azade Cemaatî got ku bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, çalakî û xebatên hişyarkirinê dest pê dikin û kampanyaya komkirina îmzeyan jî ji îro ve dest pê kiriye.
Azade Cemaatî, balkişand ser zêdebûna rojane ya kuştina jinan û bilindbûna amar û daneyan û got ku pêwîst e ji aliyê çandî û civakî ve ji bo pêşxistina civakê xebat bê meşandin. Azade Cemaatî, diyar kir ku amarên heyî tu carî biêş e û kuştina jinan berdewam dike: “Ji ber vê yekê divê jin li hember van kiryaran bêdeng nemînin û bi hev re têbikoşin.
Azade Cemaatî, di berdewamiya axaftina xwe de li ser girîngiya guhertina têgeha “namûsê” rawesta û got: “Divê mêr jinan wekî namûsa xwe nebînin. Jiholêrakirina van têgehan a bi hişmendiya baviksalarî girêdayî ne, gelek girîng e. Divê em hemû ji bo azadiya jinan bixebitin û bi rêya perwerdehiyê hewldanên xwe zêdetir bikin.”
Behar Munzir: Kampanyaya komkirina îmzeyan dê heftê sê roj bidome
Endama kampanyaya li dijî kuştin û xweşewitandina jinan Behar Munzir jî da zanîn ku çalakiyên hişyarkirinê û komkirina îmzeyan dê çend rojên din jî li ber Baxê Giştî bidome û diyar kir ku bi boneya 25ê Mijdarê, bi daxuyaniyek kampanya hate ragihandin û piştî daxuyaniyê jî dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Behar Munzir, eşkere kir ku di çarçoveya vê kampanyayê de, çalakiya komkirina îmzeyan dê di nav hefteyek de sê roj li ber Baxê Giştî were lidarxistin. Behar Munzir, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca sereke ya kampanyayê hişyarkirina civakê ye û got ku ew ê di van 16 rojan de xebatên xwe ji bo hişyarkirina jinan û kêmkirina tundiyê bidomînin.















