Buyera Rojê: Roja Dansê ya Cîhanê

Enstutiya Şanoya Navnetewî 29’ê nîsana 1982’an weke Roja Dansê ya Cîhanê pejirand. Ji wê demê heya niha her roja 29’ê nîsanê li gelek deverên cîhanê performansên dansê tên nîşandan.

Her sal weke organîzetoriya giştî yek kes tê hilbijartin û bi awayek hev temamker performans tên nîşandan. Sedema bijartina roja 29’ê nîsanê jî ji ber rojbûna Jean Georges Noverre yê weke kalikê balaya modern tê zanîn e.