Buyera Rojê: Dayikên Plaza de Mayo

Li Arjantînê di şerê diktatoriyê de 30 hezar mirov hatin windakirin. Ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe dayikan çalaki dan despêkirin. 

30’ê Nîsana 1977’an 14 dayikên xizmên xwe windakirîn li hev kombûn û çalakî dan despêkirin. Li paytexta Arjantîn ê Buenos Aîres ê li ber Plaza de Mayo (Qada Gulanê) ku nêzî seraya serokdewletiyê ye çalakiyê despêkir.

Ji wê rojê heya niha her roja pêşemê dayik laçikên xwe yên sipî didin serê xwe û li heman cihî kom dibin û çalakî dikin.