Portreya Rojê: Yekem jina seroka sendîkayên Tirkiyeyê Zehra Kosova

Ji Moskovayê heya Stenbolê li taxên karkeran rûyê nayê jibîrkirin Zehra Kosova. Ger mirov mînakek ji jiyana bi têkoşînê dagirtî bide dê destpêkê Zehra bê hişê mirovan.

Navenda Nûçeyan - Zehra Kosova 1’ê tîrmeha 1910’an li Kavalayê di nava malbatek bi karê titunê re mijûl dibû de hatiye dinê. Sala 1905’an li bajarê Zehrayê 10 hezar karkerên titunê tevli çalakiyê dibin. Sala 1912’an hejmara karkerên di çalakiyan de digihîje 12 hezaran û her diçe pêl bi pêl belav dibe. Zehra ya zarokatiya wê di nava çalakiyan de derbas bûbû di hevpeyvînek xwe de wiha qala wan deman dike: “Wê demê tirk û yunan di nava hev de bûn. Karker hemû bi hev re tevdigeriyan. Piştî salan, cara yekem du kulubên sor û zer ji hev cuda bûn. Ên zer faşîst, ên sor jî sosyalîst bûn, ji hev veqetiyan.”

Karkeriya titunê

Li gel ku dayika wê xirîstiyan bû jî dema zewicî navê misilmanan girt. Dayika Zehra bi navê Lenko gazî wê dikir, ne fermî be jî ligel dayika wê navê wê Lenko bû. Her çendî dayika wê aşkera nekiribe jî Lenko navê dapîra wê bû. Zehra li cihê lîstokên zarokan bezê tercîh dikir. Hê di biçûkbûna xwe de dema bavê wê di nava xebatên sosyalîstan de bû, gelek caran ew bi xwe re dibir civînan.

Zehra pêvajoya vegera ji Kavalayê ya ber bi Tirkiyeyê ve wiha tîne ziman: “Em komên mezin bûn û piranî jî di zanebûna tiştên dihatin qewimîn de bûn. Malbat jî gelek jêhatî bûn. Ez dikarim bêjim ên herî radîkal jî ji nava karkerên titunê derdiketin. Di wê pêvajoyê de me rêveberî ji karkeran re dikir.”

Nikaribûn nakokiyan ji hev derxin

Zehra hem alîkariya karê malê dikir, hem jî karkeriya titunê dikir, dema dibîne ew kar dike û zarokên hevalên wê diçin dibistanê di serê wê de nakokî çêdibin û dibêje: “Hinek tiştên ku baş nediçûn hebûn lê min tam dernedixist. Dizanim ku dema dixebitim zarokên hevalên min dibistanê dixwînin. Lê nakokiyên heyî min tam ji hev dernedixist.”

Mezinahiya bajar

Karkerên titunê di bin şertên giran ên kar û dahata kêm de dixebitîn. Karkerên titunê hemû berê xwe didan Stenbolê. Çûyîna Stenbolê bala Zehrayê kişandibû û daxwaz kiribû ku ew jî biçe. Ew û xaltiya xwe diçin gel birayê wê yê ku li Stenbolê bi cih bûbû. Zehra dîtina meznahiya bajar wiha pênase dike: “Di ser vê Stenbolê û Dolmabahçeyê re çi derbas bûye, dema difikirîm bi kelecan dibûm.”

Karkeriya domdar

Piştî demekê dayik û bavê wê jî tên gel wan. 10’ê mijdara 1932’an dema ku Zehra bavê xwe winda dike berpirsyariya wê zêdetir mezin dibe. Demekê bê kar dimîne, dema ku ji bo xwe germ bikin nikarin êzing bistînin ne jî xwarinê bixwin êdî dest bi hemaliyê dike. Girêdayî wan salan jî wiha dibêje: “Pêvajoya karkeriyek dirêj li pêşiya min bû. Ez êdî karkereka jiyanê bûmi min bi keda xwe qazanc dikir. Di jiyanê de tiştên hîn xirabtir jî hebûn. Ji ber her kuçe û kolanên bajarê mezin bi xeteran dagirtî bûn, jixwe ji bo jinek ciwan hîn zêdetir zor bû… Lê min ê bi ked û hêza xwe ji bo jiyanê li ber xwe bida û dev ji tevgerê berneda.”

Sala 1933’an Zehra gav davêje nava siyasetê û dibe endama Partiya Komunîst a Tirkiyiyê. (TKP) Wê demê karkerên berbelav dixebitîn di bin banê sendikayê de kom dike. Her wiha ji bo dengê jinên dahata wan ji ya mêran kêmtir bide bihîstin jî dikeve nava tevgerê. Di nava partiya karkeran de malên jinên karker ava dike.

Rêwîtiya Rusyayê

Rusya ji bo Zehrayê di aliyê hîsî de xwediyê cihek cuda bû. Di 8’ê adara 1935’an de bi Mustafa Îskender re dizewice û bi navê Ayten keçek wê çêdibe. Dema dixwaze vegere Tirkiyeyê ji ber nikare keça xwe li gel xwe bibe hevalên wê daxwaz dikin ku Aytenê li gel wan bihêle heya dibe 5 salî paşê jê re bişînin. Her çendî bê dilê Zehrayê be jî vê pêşniyara hevalên xwe dipejirîne û Aytena xwe li gel wan dihêle.

Piştî salan Zehra qala sala 1937’an û vegera Tirkiyeyê dike û dibêje: “Li wê bêkarmayîn, tenê bi zaroka xwe re mijûlbûn ji bo min giran dihat. Min dikarî li wê bimînim lê partiyê ji bo li wê bimînim min neşandibû. Dibe ku li wê derê zewicîm lê dîsa bi hemwelatiyekî xwediyê heman fikirê re zewicîm û ew jî weke min dixebitî.”

Mirina Gultenê

Dema ku Zehra û Mustafa vedigerin ji aliyê polîsan ve tên şopandin û neçar dimînin bi awayê veşartî bijîn. Bi fermana partiyê diçin Samsunê. Zehra li wê derê bi hevalek xwe yê ji Tokatê re dixebite. Keçek Zehrayê ya navê Gulten lê dikin çêdibe. Gultena xwe dibe Stenbolê hem dixebite hem jî li keça xwe û dayika xwe dinêre. Gulten nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Piştî keça wê Ayten, mirina Gultenê ji bo wê dibe travmaya duyemîn. Bi êşa wê timî bênavber dixebite. Sala 1939’an dayika wê jî diçe ser dilovaniya xwe. Ev pêvajo di aliye hestiyarî, aborî û siyasî de ji bo wê dibe dema herî zor. Paşê keçek wê çêdibe, nav û nasnameya Gultenê lê dike.

Soza serkeftinê

Ji ber tundiyê demek navber dide karê xwe. Di wê navberê de Mustafa tê girtin û wî dişinin leşkeriyê. Zehra zoriyên wê pêvajoyê wiha tîne ziman: “Jiyan timî ji bo me zor bû, feqîrî û hejarî her para me bû. Hevjînê min li leşkeriyê, zaroka min li ber milê min û li pêşiya min dozeke ku jê dihatim darizandin hebû… Careke din jî min soz da berdewamiya dozê.”

Sala 1942’an, polîsên ku li Mustefa digeriyan, rojekê bi ser malê de digirin û Zehrayê jî digirin binçavan. Di îskencexaneyan de meşhur Çolak Hemdî Zehrayê tehdîd dike û dibêje: “Tu dixwazî bipeyîve dixwazê nepeyîve, em dizanin tu komunîst î, diçê Moskovayê û têy; hem jî li wê keçek te heye. Me digot qey tu bi hêz î lê tu weke mêşeke lewaz î. Tu di îskenceyan de nikarî, bipeyîvî ji bo em jî te berdin.” Li gel hemû îskenceyan jî tenê gotinek ji devê Zehrayê derdikeve ew jî ev e: “Ez tiştek nizanim.”

Avakirina Sendîkaya Titunê

Zehra ya ku hem bi feqîriyê hem jî bi tundiyan re ketibû zoriyê carke din ji bo hevgirtina karkerên titunê tê peywirdarkirin. Dema ku Zehra di nava vê xebatê de bûye di sala 1946’an de xebatên sendîka û partiyên sosyalîst hatin serbestkirin. Zehra Sendîkaya Titunkaran ava dike û bi xwe serokatiya wê dike. Bi vî awayî li Stenbolê Sendîkayan di bin banekê de tîne gel hev.

Bi avakirina Sendîkaya Tinunkaran re Zehra li Tirkiyeyê bû jina yekem car bûye seroka sendîkayê. Di heman salê de Zehra dibe endama Partiya Kedkar û Gundiyên Sosyalîstên Tirkiyeyê. Sala 1951’ê jî ji doza TKP’ê û 1957’an jî ji dosa Partiya Watan tê binçavkirin û rastî îskenceyên giran tê. 5 roj paşê serbest tê berdan, dema Zehra derdikeve bi birînên xwe yên bi îskenceyê li laşê wê vebûne ji ber pereyê rê pê re tune ye bi lingan ji Sirkecî heya Kasimpaşayê dimeşe. Jinên taxê birînên Zehrayê derman dikin.

Dema baş dibe careke din xebatên xwe berdewam dike lê careke din tê girtin. Hemû tiştên ku ser hatine gotin red dike û careke din tê berdan. Piştî demek xebatê careke din tê girtin û vê carê ji ber îskenceyên giran êdî nikare bixebite.

Zehra êdî nexweş dikeve, hemû nas û dost diçin serdana wê. Dema ku ciwan tên serdana wê bi gotinên “Rabin şoreş bi rûniştinê nabe, bila her kes biçe ser karê xwe” wan hemûyan dişîne kar. Lêhûrbûnên xwe hemû di pirtûka ‘Ez Karker im’ de ebedî dihêle. Pirtûka wê sala 1996’an di refan de cihê xwe digre. Ev pirtûk mîrasek girîng bû ji bo têkoşîna jinan. Di 18’ê tebaxa 2001’ê de çavên xwe li jiyanê digire.