Meclîsa Îştar: Wê hemû rojên me bibin têkoşîna li hemberî tundiyê

Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, meşek girseyî hat lidarxistin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê hate kirin.

Meclîsa Îştar: Wê hemû rojên me bibin têkoşîna li hemberî tundiyê

Mexmûr - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşeke girseyî hat lidarxistin.

Meş, bi tevlîbûna tevahî jin, mêr û xwendekarên wargehê ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta Parka Şehîd Zehra Penaber berdewam kir. Piştî ku girse gihişt parkê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Tundiya tê meşandin ne tenê li ser jinê ye’

Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û wiha pê de çû: “Em dizanin ku tundiya ku îro tê ferzkirin, ne tenê li dijî jinan e. Di dîrokê de hêzên desthilatdar ji bo ku serweriya xwe ava bikin û biparêzin, hewl dane ku jinan ji hilberîn, siyaset, bawerî û rêxistinbûnê dûr bixin. Nêzî 6 hezar sal in ku bi feraseta zayendperest a mêr, di şexsê jinê de li dijî zarokan, xwezayê, hemû zindiyan û heta li dijî mêr bi xwe jî tundî tê meşandin. Ev tundî ne yekalî ye. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî wê jî divê bi awayekî hevbeş û li hemberî hemû aliyên vê bê meşandin. Çawa ku jin xwedî berpirsiyarî ye ku li dijî tundiyê têbikoşe, mêr, zarok û hemû pêkhateyên civakê jî di vê têkoşînê de berpirsiyar in.”

‘Wê hemû rojên me bibin têkoşîna li hemberî tundiyê’

Leyla Arzû Îlhan, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi felsefeya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe xurt bikin û got: “Rêber Apo bi perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, bi erkdayîna jinê û manîfestoya ku li ser bingehê azadiya jinê tê avakirin, careke din ji bo mirovahiyê û jina Kurd rûpeleke nû ya têkoşînê vekir. Em jî wek jinên Mexmûrê, wek endamên Meclîsa Îştar û wek hemû gelê Mexmûrê, serbilind in ku parçeyek ji bê têkoşîna avakirina civakek aşitîxwaz û demokratîk in. Em serbilind in ku şopdarên hemû şehîdên ku li hemberî zordariyê têkoşiyane û di vê rêyê de gihîştine şehadetê ne. Divê ne tenê 25ê Mijdarê, wê hemû rojên me bibin roja têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina civakeke azad û demokratîk. Em wek jinên Wargeha Mexmûrê, bang li hemû jinan dikin ku li her derê deng û hêza têkoşîna xwe mezin bikin. Azadiya me dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re mîsoger bibe.”

Çalakî piştî axaftinê, bi dirûşmeyan dawî bû.