Helîma Hesen bi dermanên ku ji giyayan çêdike nexweşiyên giran derman dike

Helîma Hesen a ji bajarê Efrînê ye û ji sala 2004'an ve li Reqayê dimîne ji giyayan dermanê xwezayî çêdike û nexweşiyên giran bi wan dermanan sax dike.

RÎM MIHEMED

Reqa - Giyayên derman bingehek e ku dermanê nûjen li ser tê avakirin ji ber ku pêkhateyên bi bandor tê de hene. Demanên giyayî cureyek dermanê alternatîf e. Gelek jin ji giyayan dermanê xwezayî çêdikin û yek ji van jinan jî Helîma Hesen a ji bajarê Efrîn a dagirkirî ye û ji sala 2004'an ve li bajarê Reqayê dimîne ji giyayan dermanê xwezayî çêdike û nexweşiyên giran bi wan dermanên xwezayî sax dike. Têkildarî mijarê Helîma Hesan li ser karê xwe yê çêkirina dermanê xwezayî ji me re axivî.

"Dermanên min ne tenê êşê kêm dikin, dihêlin ku tu bi temamê şîfa bibî"

Helîma Hesen a 56 salî diyar kir ku ji ber rewşa xwe ya aborî ya dijwar dest bi çêkirina dermanên xwezayî kir û wiha got: "Piştî du salan ji hatina xwe ya Reqayê, min dest bi karê çêkirina dermanên ji giyayan kir. Despêkê min derman ji bo tedawîkirina nexweşiyan zarokan çêdikir. Bi demê re min xwe bi pêşxist û me dermanên ji bo nexweşiyên giran weke romatîzma û dîsk û gelek nexweşiyên din jî kir. Her wiha min haletên nelirêtiyê jî derman dikir. Dermanên min ne tenê êşê kêm dikin an disekinînin, dihêlin ku tu bi temamê şîfa bibî."

"Ez dikarim hin nexweşiyan teşhîs bikim"

Helîma Hesen da zanîn ku wê dermanên xwe şandiye welat û bajarên cuda weke Erebîstana Siûdî, Lubnan, Şam û Helebê û wiha pê de çû: "Ez ji nexweşê hin testan dipirsim da ku ji nexweşiya wî piştrast bibim û giyayên guncav jê re destnîşan bikim. Ez dikarim çend nexweşiyan teşhîs bikim. Di karê malê de û karê min de tu kes alîkariya min nekir ji ber vê yekê min gelek zehmetî dikşand. Ez ji şeşê sibê heta derengiya şevê dixebitim û ji ber zexta kar min pir caran min ji bîr dikir xwarinê bixwim. Ez çar salan wisa mam û paşê hevjînê min di tedawiya mêran de alîkariya min kir."