Ji krîza mezin re nîşandana hincetên biçûk
Tê armanckirin ku pergala kuponên kaxiz, beşekî lêçûnên jiyanê yên malbatan dabîn bike lê belê daneyên beriya şer nîşan didin ku pirsgirêkên aborî yên Îranê beriya destpêkirina pevçûnên leşkerî jî hebûn.
Navenda Nûçeyan – Berdevka Hikûmetê Fatemeh Mohajeranî ya di civîneke çapemeniyê ya 29’ê Îlonê de daxuyaniyek da, diyar kir ku kuponên kaxiz ne ji bo kirîna Pofak (cureyekî cîps) e. Ev yek bû sedema nîqaşek ku sînorên xurekek an jî pergala kuponan derbas kir. Ev daxuyanî, piştî ku rojnamevanekî zêdekirina pêşniyarkirî ya 300 hezar tumenî ya di alîkariya kuponan de têrker nedît û ji bo ku ferqa di navbera lêçûnên jiyanê û vê bihayê de bîne ziman, behsa bihayê Pofakê kir, pêk hat. Fatemeh Mohajeranî jî tekez kir ku kupon ji bo kirîna pêdiviyên bingehîn hatine sêwirandin. Nûçeyên têkildarî civînê hatin weşandin jî nîşan didin ku di vê heyamê de zêdekirina 300 hezar tûmenî wekî zêdebûnek muhtemel hatiye rojevê û mîqdara dawî hêj nehatiye diyarkirin.
Beriya destpêkirina şer rewşa aborî ya Îranê
Lê belê girîngiya vê nîqaşê ne di Pofakê bi xwe de ye. Pirsa girîng ewe ku çima hêza kirînê ya malbatên Îranî gihîştiye wê astê ku di zêdebûneke muhtemel a piştgiriya civakî de ya tenê çend sed hezar tumen der barê lêçûna jiyanê de bûye mijareke cidî ya nîqaşê? Ji bo bersivdayîna vê pirsê divê mirov ji herikîna nûçeyên îro dûr bikeve û li rewşa aboriya Îranê ya beriya destpêkirina şer binêre. Tenê bi berawirdkirina şert û mercên beriya şer û piştî şer, mirov dikare fêm bike ka kîjan zextên aborî ji ber şer in û kîjan pirsgirêk berê jî hebûn.
Li gorî rapora Bankaya Cîhanê ya di Nîsana 2025’an de hat weşandin, aboriya Îranê beriya destpêkirina şer jî rûbirûyê gelek zextan bû. Mezinbûna aborî hêdî dibû, razemenî û kêmbûna daxwaza ji Çînê bandorê li hilberîna petrolê dikir û kêmbûna enerjiyê û nediyariya aborî zextê li ser bazarên petrolê çêdikir. Her wiha razemeniyan jî zexteke mezin li ser asta jiyana malbatan dikir. Lê belê pirsgirêk ne tenê ji ber razmeniyan bû. Pirsgirêkên pêkhateyî yên wekî kêmbûna razemeniyê ya di bazara enerjiyê de, qutbûna elektrîkê û gaza xwezayî, beşdariya kêm a hêza kar û sînorên budçeyê jî hebûn. Rêjeya beşdariya hêza kar nêzî ji sedî 41 bû, ev rêje ji bo jinan ji sedî 14.1 bû. Her wiha girêdana aboriyê bi petrolê re, Îranê li hemberî guhertinên di dahatên petrolê û sînorên hinardekirinê de bêhtir bêparastin dihîşt.
Şer zextên heyî zêdetir dike
Şerê ku li Îrana jixwe di bin barê pirsgirêkên aborî yên kombûyî de dinaliya çêbû, pêkanînan beriya pevçûnan jî bandor li hinardekirina petrolê, dahatên bi pereyê biyanî û bi giştî li ser aboriyê dikir. Her wiha welat bi pirsgirêkên pêkhateyî yên wekî kêmbûna razemenî, kêmasiya enerjiyê, kêmasiya budceyê û asta kêm a îstîhdamê jî re rûbirû bû. Şer, dikare van zextan girantir bike.
Enflasyon û daketina hêza kirînê, di nava pirsgirêkên herî krîtîk de ne. Dema ku biha zûtir ji dahatan bilind dibin, zêdebûna mûçe yan jî alîkariyên civakî ne hewce ye ku veguherin şiyana rastîn a mirovan a ji bo kirîna kelûpelên zêdetir. Lewma bilindkirina nirxê kupona alîkariyê tenê dema ku ew zêdebûn ji bilindbûna bihayê xurek û kelûpelên bingehîn zêdetir be, hêza kirînê ya rast mîsoger dike.
Pergala kuponan di eslê xwe de polîtîkayek piştgiriya civakî ya ji bo dabînkirina beşek ji lêçûnên malbatê yên ji bo pêdiviyên bingehîn hatiye sêwirandin. Lewma nayê hêvîkirin ku ew bi serê xwe enflasyonê kontrol bike yan jî pirsgirêkên aborî yên pêkhateyî çareser bike. Rewş, dema ku piştgiriya bi vî rengî ya jiyanê êdî ne tenê tedbîreke zêdeker be û beşeke mayînde ya mayîna malbatê ya domandina jiyana xwe be, girantir dibe. Di rewşên wiha de, zêdebûna hewcedariya bi piştgiriyê dibe ku nîşaneya lawazbûna hêza kirînê ya dahata asayî be.
Dema mirov bi vê perspektîfê dinêre, pirsa rojnamevan a der barê zêdebûna muhtemel a 300 hezar tumenî de, wekî pirseke têkildarî bihayê pakêteke Pofakê nayê dîtin.
Gelo zêdebûna nirx çiqas hêza kirînê peyda dike?
Her çendî kupon tenê ji bo kirîna pêdiviyên bingehîn tê bikaranîn jî pirsa sereke ev e; gelo zêdebûna nirx, li gorî lêçûna sepetên xerckirinê yên rast ên malbatan, çiqas hêza kirînê peyda dike? Bersiva vê pirsê bi tenê bi berawirdkirina mîqdarên kuponan nayê dîtin. Divê mirov guhertinên di bihayên xurek, xanî, tenduristî, perwerde û enerjiyê û astên dahata rastîn a malbatan de, binirxîne.
Beşdariya jinan a hêza kar tenê ji sedî 14,1 e
Zexta li ser hêza kirînê ne tenê ji bihayan çêdibe. Dahat û kar jî aliyê din ê vê hevkêşeyê pêk tînin. Bankaya Cîhanê, di rapora xwe ya beriya şer debeşdariya kêm a hêza kar wekî pirsgirêkeke sereke ya aboriya Îranê destnîşan kiribû û texmîn kiribû ku beşdariya jinan tenê ji sedî 14,1 e. Rewşeke wiha ne tenê kapasîteya hilberîn û kar sînordar dike, di heman demê de bandorê li dahata malbatan û kapasîteya dewletê ya bidestxistina dahata bacê jî dike. Di encamê de, qeyrana lêçûna jiyanê nayê wê wateyê ku pirsgirêk tenê bi bilindbûna bihayên kategoriyek an jî çend kategoriyên hilberînan sînordar e. Her wiha ev mijar bi awayekî neqetandî bi têkiliya di navbera dahat, kar, enflasyon, razemenî û siyasetên piştevaniya civakî re girêdayî ye.
Rewşê enflasyonê û kêmbûna hêza kirînê
Yek ji encamên herî girîng ên vê rewşê enflasyon û kêmbûna hêza kirînê ye. Dema ku biha bilind dibin, zêdebûna mûçe yan jî alîkariyên hikûmetê, hêza kirînê ya rast a mirovan bi heman rêjeyê zêde nakin. Lewma her çendî nirxê kuponan were zêdekirin jî ger bihayê xurek û pêdiviyên bingehîn zûtir bilind bibe, dibe ku malbat di rewşa xwe ya aborî de pêşveçûneke girîng nebînin.
Pêkanînên heyî, yek ji sedemên sereke ya zextên aborî ya Îranê ne. Li gorî Bankaya Cîhanî, tundkirina pêkanînên DYE’yê û kêmbûna daxwaza ji aliyê Çînê ve, bûne sedema kêmbûna hilberîna petrolê. Her wiha pêkanînan rê li ber gihîştina Îranê ya ji bo rezervên diravên biyanî, bazirganiya derve û razemeniyê girtiye.
Aboriya Îranê bi bandorên şer û pirsgirêkên pergalê re têdikoşe
Şerê ku didome barê van pirsgirêkên heyî girantir dike. Ziyanên li ser binesaziyê, astengiyên di warê bazirganî û veguhestinê de, zêdebûna lêçûnên hikûmetê û kêmbûna dahatên bi diravên biyanî, hemû dikarin zexta li ser biha û dahata malbatan zêdetir bikin. Bankaya Cîhanê, destnîşan dike ku aboriya Îranê bi bandorên şer, pêkanînan, kêmbûna enerjî û avê û pirsgirêkên pergalê re têdikoşe.
Şer dikare tundî û çarçoveya qeyranê zêdetir dike
Lewma mijar ne hilbijartina di navbera "şer" û "pirsgirêkên navxweyî" yan jî navbera "cezayên aborî" û "polîtîkayên aborî" de ye. Dibe ku rastiya aborî encama bandora hevdem a van faktoran be lê belê dema rûdana wan girîng e. Hinek pirsgirêkên aborî yên li Îranê beriya şer jî hebûn, pêkanîn jî beriya destpêkirina şer di meriyetê de bûn û bandorê li aboriyê dikirin. Mirov dikare bibêje ku şer zextên curbecur girantir kir û tundiya ku pê re çêbû jî çarçoveya qeyranê zêdetir dike.
Ev cudahî, di dema nirxandina vegotinên fermî yên têkildarî aboriyê de pir girîng e. Ger zehmetiyên heyî tenê bi şer ve werin girêdan, wê demê daneyên serdema beriya şer ku beşeke girîng a wêneyê heyî nîşan didin dê bên paşguhkirin. Berevajî vê yekê, paşguhkirina rola şer û pêkanînan jî dê aliyekî din ê girîng ê rastiyê ji ber çavan winda bike. Daneyên Bankaya Cîhanê yên serdema beriya şer nîşan didin ku aboriya Îranê beriya derketina pevçûna leşkerî jî bi dijwariyên cidî re rûbirû bûye. Nirxandinên piştre, nîşan didin ku şer û zextên derve dê van pirsgirêkan girantir bikin.
Gava mirov ji vê perspektîfê li mijarê dinêre, gotina "Kupona kaxiz, ne ji bo kirîna Pofakê ne” mijara bingehîn ber bi plana duyemîn ve dibe.
Pergala kuponan nikare bi tena serê xwe pirsgirêkên girîng ên welat çareser bike
Pirsgirêka aborî ya girîngtir ne ew e ku kupon ji bo kirîna kîjan berhemê hatiye çêkirin, pirsgirêk ew e ku çima malbat ji berê bêhtir ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn pişta xwe bi piştgiriya dewletê ve girê dane û gelo zêdebûna vê piştgiriyê bi lêçûna jiyanê ya zêde re hevaheng e? Her çendî pergala kuponan dikare hinek zextên li ser debara jiyanê sivik bike jî nikare bi tena serê xwe pirsgirêkên wekî enflasyon, razemeniya kêm, qeyranên enerjiyê, kêmasiyên budçeyê yan jî kêmbûna hêza kirînê çareser bike.
Gelek pirsgirêkên aborî yên Îranê beriya şer çêbûne
Nîqaşa zêdekirina piştgiriya kuponan, parçeyekî mezin a pirsgirêkên aborî yên Îranê ye. Şer dikare qeyrana aborî girantir bike û dibe ku pêkanînan bandorek neyînî li ser diravên biyanî û çalakiyên aborî bikin. Lê belê dane nîşan didin ku gelek pirsgirêkên aborî yên Îranê beriya şer çêbûne. Lewma têgihîştina rewşa aborî ya heyî nirxandineke hevbeş a bandorên şer, ceza û pirsgirêkên aborî yên pergaşô hewce dike.
Di encamê de li pişt hevoka bi "Pofakê" dest pê dike re, pirsgirêkek pir cidîtir heye. Gelo hêza kirîna malbatên Îranî heta çi aste kêm bûye û çima siyaseta piştgiriya civakî ya dewletê ji tedbîrek tenê demkî veguheriye pêkhateyek bingehîn a misogerkirina debara jiyanê?