Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê jin daketin qadan û meşiyan.
Di çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin lidarxistin de, jinan li dijî tundiya mêr-dewletê nerazîbûna xwe nîşan dan û balkişandin ser têkoşîna birêxistinkirî ya jinan.
Şirnex
Komîsyonên jinan ên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê li ber Edliyeya Cizîrê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Endama Desteya Rêveberiyê ya Baroya Şirnexê Edibe Burcu Mungan daxuyanî da û anî ziman ku tundiya li hemberî jinê binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye û ew bêcezahiştina tundiyê qebûl nakin. Her wiha ragihand ku ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û dûrî ji tundiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Mereş
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê li taxa Narliyê ya ser bi navçeya Bazarcix a Gurgumê (Mereş) meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, dayika Alev Koç a ku di 9ê Sibatê de ji aliyê Hasan Huseyîn Subaşî ve hatibû qetilkirin û gelek jin tev li meşê bûn. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
‘Qebûlkirina Gulistan û Alev Koç tundiya mêr-dewletê nîşan dide’
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji vî cihê ku Alev Koç lê hat qetilkirin dengê xwe bilind dikin. Huseyîn Subaşî piştî ku Alev Koç qetil kir, cihê ku serî lê da muduriyeta emnîyetê ya terorê bû. Cinayeta ku kiriye wekî ‘kuştina terorîstekê’ bi nav dike. Parêzerên malbatê jî dibêjin ku kujer bi kesên di nava ewlehiyê de ne re di nava têkiliyê de ye. Li vî welatî waliyê ku di qetilkirina Gulistan Dokû de cih girtiye heye. Di qetilkirina Alev Koç de jî tenê girtiyekî hebe, ev careke din tundiya mêr-dewletê nîşanî me dide. Dewleteke ku çav berdaye nefeqeya xizaniyê heye. Em bi tundiyeke ku keda jinan tune dihesibîne re rû bi rû ne.”
Pişt re dayika Alev Koç, Cennet Koç axivî û wiha got: “Bila êdî Alev nemirin, edelet pêk were.”
Colemêrg
TJA’yê, li Colemêrgê ji çarşeya Otêla Şenlerê heta avahiya DEM Partiyê meşek lidarxist. Di meşê de jinan pankartên li dijî tundiyê hilgirtin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bedena jinê milkê tu kesî nîne”, “Em ji bo mafên zarokan li qadan e” û “Mêr lê dide, dewlet diparêze” berz kirin.
Çalakvanên TJA’yê, parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarê meşê bûn.
Oznur Bartin, di axaftina xwe de got ku jin bi rêxistinbûn û hêza xwe ya xweser li dijî tundiyê têdikoşin û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a li Kurdistanê û tecawiza li ser zarokekî 13 salî li Geverê û got ku ew ê li hemberî hişmendiya tecawizkar û alîgerên wan bêdeng nemînin.
Meş bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Di daxuyaniya hevpar a TJA’yê de wiha hat gotin:
"Em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), di meşa xwe ya fînalê ya ku me bi boneya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê ya 25'ê Mijdarê li dar xist de, di serî de xwişkên Mîrabel, hemû jinên ku bi tundiya pergala serdestiya mêr hatine qetilkirin û di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya ku meşa wan a azadiyê ya ku dixwazin nîvco bihêlin, bi hêza xwe ya cewherî, vîna xwe ya azad û têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin, dubare dikin.
Îro ji kolanên Botanê careke din em radigihînin: Şîdeta li ser jinê ne komkirina bûyerên ji hev qut e; ew polîtîkaya berdewam a sîstema serdestiya mêr a bi hezaran salan e ku dixwaze hebûn, vîn û civakîbûna jinê bixe bin kontrolê. Ev şîdet tenê ji êrîşên fîzîkî yên li dijî bedena jinê pêk nayê. Sînordarkirina fikra jinê, mêtinkirina keda wê, mehkûmkirina wê ya li xizaniyê, qutkirina wê ji zimanê dayikê û çanda wê, û veguherandina bedena wê bo objeya bazara bedewî û xerckirinê jî şêweyên cuda yên heman têkiliya serweriyê ne. Ev zîhniyeta ku bi rêya dewlet, malbat, dadwerî, perwerde, saziyên baweriyê, medya û kanalên dîjîtal ji nû ve tê hilberandin, armanc dike ku jinê ji kirdeya jiyanê dûr bixe.
‘Em ê qet qebûl nekin ku tu kuştina jinan bê jibîrkirin û tu mirinek di tariyê de bimîne’
Çawa ku em di şexsê Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Îpek Er û Fîrdws Babat, Gulîzar Yıldız, Leyla Karaaslan û Sakîne Kültür ên ku li Şirnexê hatin qetilkirin de dibînin, tundiya mêr bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê tê parastin û lêgerîna edaletê ya jinan tê astengkirin. Em ne tenê li dijî mekanîzmayên ku şîdetê hildiberînin, li dijî saziyên ku wê nedîtbar dikin, faîlan diparêzin û derketina heqîqetê dereng dixin jî têdikoşin. Zindîhiştina jiyan, çîrok û lêgerîna edaletê ya jinan di bîra civakî de, ji bo me ne tenê bîranînek e; ew bingeha têkoşîna me ya polîtîk a li dijî jinkujîyê ye. Em ê qet qebûl nekin ku tu kuştina jinan bê jibîrkirin û tu mirinek di tariyê de bimîne.
Rewşa girtiyên nexweş ên ku mafê wan ê jiyanê di girtîgehan de di bin gefê de ye jî encamên giran ên şîdeta dewleta serdestiya mêr û polîtîkayên tecrîdê derdixe holê. Em qebûl nakin ku di serî de Evîn Zapsu ya ku teşxîsa penceşêra qonaxa çaremîn lê hatiye kirin û Newroz Bozkurt û Nûdem Durak a ku rewşa wan ya tenduristiyê giran bûye, gihîştina girtiyên nexweş a dermankirinê bê astengkirin û jiyana wan di şert û mercên girtîgehê de bê xistina xeteriyê. Îro li Enqereyê li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza malbatên ku nobetê digirin eşkere ye: Bila zarokên wan di nava tabûtan de ji girtîgehan dernekevin, mafê wan ê dermankirinê bê misogerkirin û girtiyên nexweş ên giran bên berdan. Ev nobeta malbatan ne tenê ji bo xizmên wan e; ew têkoşîna mafê jiyanê û edaletê ya me hemûyan e.
Li dijî cezayên darvekirinê
Cezayên darvekirinê û gefên darvekirinê yên ku li Îranê li dijî jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin tên kirin jî yek ji şêweyên herî tazî yên siyasetên teslîmgirtina vîna jinê ne. Têkoşîna jinên ku di şexsê Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemed de tên hedefgirtin, parçeyek ji têkoşîna me ya hevpar a azadiyê ye ku bi sînoran nayê parçekirin. Em dengê xwe bilind dikin li dijî darizandina jinan bi cezayê darvekirinê ji ber raman, nasname û têkoşîna wan a polîtîk. Divê cezayên darvekirinê bên rakirin û dawî li polîtîkayên zext û tecrîdê yên li dijî girtiyên siyasî yên jin bê anîn.
Polîtîkayên şerê taybet
Polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin jî armanc dikin ku vîna jin, zarok û ciwanan bişkînin û civakê ji dîrok, ziman, çand û nirxên wê yên jiyana azad qut bikin. Madeyên hişber, fuhûş, şîdeta dîjîtal, bêesilkirin û metakirina bedena jinê ne ji hev cuda ne. Dûrxistina jinan ji qadên hilberînê, kûrbûna xizaniya jinan, qedexeyên li ser zimanê dayikê û wêrankirina ekolojîk jî parçeyên heman hilweşîna civakî ne. Talankirina xwezayê, qutkirina ji ax, av û qadên jiyanê jî şêweyekî şîdetê ye. Şîdeta ku li dijî jin, xweza û civakê tê kirin, ji heman têgihiştina serweriyê tê xwedîkirin. Ji ber vê yekê her cure şîdet ji bo me sedema têkoşînê ye.
Me xebatên xwe yên ku di pêvajoya 25'ê Mijdarê de li Botanê meşandin jî bi vê têgihiştina têkoşînê ya yekgirtî girtin dest. Me bi Nobetên Edalet û Bîrê yên Jinan kuştinên jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê û lêgerîna heqîqetê di rojevê de hiştin. Me bi jinan re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, statû û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, xizaniya jinan, zimanê dayikê, êrîşên li ser tevgera jinê, pîşesaziya estetîk û bedewiyê, kuştinên jinan, bêcezahiştin, sosyalîzm, rastiya jina sosyalîst û mêrê sosyalîst û polîtîkaya rizgariya jinê nîqaş kirin. Armanca me bi van nîqaşan ne tenê pênasekirina şêweyên cuda yên tundiyê bû; her wiha ew bû ku em bi hev re derxin holê ka jin dikarin jiyan, têkilî û amûrên xwe yên têkoşînê li ser çi bingeheke fikrî û rêxistinî ava bikin. Ev xebatên me dê bi 25'ê Mijdarê re sînordar nemînin; em ê tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan bi jinan re werin cem hev û zemînên hişyarkirin, hevgirtin û rêxistinbûnê mezin bikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em di nava wê re derbas dibin, ji azadiya jinê cuda nagirin dest. Heta ku şîdeta ku şer ne tenê li eniyan, lê di malan, têkiliyên malbatê, jiyana civakî û bedenên jinan de hildiberîne neyê derbaskirin, aştiyeke rastîn ava nabe. Aştî, ji bêdengbûna çekan wêdetir, civakîbûna wekhevî, edalet, azadî û jiyana demokratîk e. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gihîştina wî ya şert û mercên xebatê yên azad, ji bo pêşketina çareseriya demokratîk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêdiviyeke bingehîn e. Jiyîna perspektîfa civaka demokratîk a ku wî daniye holê, rasterast bi pêşketina azadiya jinê û veguherîna civakî ve girêdayî ye. Jin ne temaşevanên vê pêvajoyê ne; ew kirdeyên avaker û pêşengên wê ne. Civakîbûna aştiyeke ku vîna azad a jinan neyê naskirin û wekhevî neyê misogerkirin, ne mimkûn e.
Jiyaneke wekhev û azad
Em jinên ku li dijî pergala serdestiya mêr têdikoşin ne tenê nerazîbûnê nîşan didin, lê îdiaya avakirina jiyaneke alternatîf jî hildigirin. Em rêxistinbûnê wekî xweparastina xwe, hevgirtinê wekî hêza xwe û jiyana komînal wekî zemîna azadiya civakî dibînin. Li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê, bi pêşxistina gotin, biryar û saziyên xwe em ê jiyanê ji nû ve ava bikin. Veguherandina zîhniyeta serdestiya mêr, avakirina têkiliyên wekhev û azad û pêşxistina civaka demokratîk li ser bingeha azadiya jinê, parçeyên jêneger ên têkoşîna me ne.
Banga me ji vir li hemû jinan ev e: Li dijî bêdengiyê, bi tenêhiştinê û teslîmiyetê em mil bidin milê hev. Em xwedî li beden, ked, ziman, xweza, bîr û paşeroja xwe derkevin. Li dijî her cure şîdetê bi hêza xwe ya cewherî rêxistin bibin û bi vîna xwe ya azad jiyanê ji nû ve ava bikin. Lewre bêrêxistinî şîdetê mezin dike, rêxistinbûn jiyanê diparêze."




