Bi serpêhatiyên projeya "Kerama" xebatê jiyana jinan guhert

Dibe ku gelek kes bi hêza xwedan çavkaniya dahatê yan jî bandora aramiya aborî li ser jinan nizanibin lê rastiya serpêhatiyên jinan û pêşketina wan piştî bi hêzkirina wan, nirx û girîngiya vî alî îsbat kir.

ASMAA FATHI

Qahîre - Têkoşîn ne berhema kêliyek û serpêhatiyên niha ye, ji zarokatiya xwe ve em baş dizanin ku yên malbatê bi rê ve dibin di serî de jin in. Dibe ku gelek kes bi hêza xwedan çavkaniya dahatê yan jî bandora aramiya aborî li ser jinan nizanibin lê rastiya serpêhatiyên jinan û pêşketina wan piştî bi hêzkirina wan, nirx û girîngiya vî alî îsbat kir. Şiyana aborî ne tenê xerckirina pere ye ji bo jinan, di heman demê de hêz û xwebaweriyê jî dide jinan ku ji desthilatdariyê rizgar bibin. Ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de bandorek heye ku dikare bigihîje nuqteya guhertina jiyan û riyan, hem jî pêşxistina raman û têkiliyan ku em ê di vê raporê de bibînin.

"Ên ku herî zêde li ser vê axê bi hêz in jin in û jin dikarin qedera xwe biguherînin"

Zeyneb Mihemed got ku ew beşdarî pêşangehekê bûye ligel Komeleya Misrê bi navê Pêşketina Berfireh li bajarê Margê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî pêşxistina jêhatîbûn û perwerdeya xwe beşdarî pêşangeha niha bûm. Destpêkê min di dikaneke biçûk de kar dikir û min tenê çend lîre qezenc dikir ji ber ku min tenê kêmasiyên cilan temam dikir. Piştî wê, min bihîst ku ez dikarim bi Komeleya Misrê re ji bo Pêşkeftina Berfireh fêrî dirûtinê bibim. Projeya min jiyana min guhert, berê ez xwediyê du makîne û dikanek kirê bûm, niha dikanek min heye û mişteriyên min ên nû hene. Ên ku herî zêde li ser vê axê bi hêz in jin in. Jin dikarin qedera xwe biguherînin. Tu nizanî di hundirê jinan de çiqas hêz heye, ez di bin sifrê de bûm, niha ez xwe amade dikim ku kargehek ava bikim û ez ê li ser birêvebirina wê bixebitim. Dema min dest bi kar kir, xwe û vîna xwe nas kir."

"Bi hêzkirina jinan di warê aborî de dibe alîkar ku qeyranên wan çareser bibin"

Henan Metrî jî ya ku karên destan dike da zanîn ku wê dixwest bêtir fêr bibe û zanîna xwe zêde bike û amûrên xwe jî pêş bixe, ji ber vê yekê ew beşdarî çend pêşangehan bûye û wiha pê de çû: "Dûre ew bû rahênerek ku zanyariyên bi dest xistiye dide kesên din ji bo ku jiyana wan jî weke jiyana wê bê guhertin. Projeyên xwe bidin destpêkirin, hîn gelek jin dudilî ne, kar jiyana jinan diguherîne. Ne hewce ye ku destpêk mezin be û bi demê re hûn ê zanibin ku jiyana we dê çawa ber bi çêtirbûnê ve were guhertin. Bi hêzkirina jinan di warê aborî de dibe alîkar ku qeyranên wan çareser bibin."

"Min dît ku ev proje dikare were pêşxistin û bibe çavkaniya dahatê"

Nehla Riyad jî eşkere kir ku ew çûye komeleyê da ku ku riyek jêhatîbûnê bibîne û xwe îsbat bike û wiha axivî: "Gelek astengî hene, di nav de ku gelek kes qîmeta berhemên karê destan nizanin. Zarokên min mezin bûne û min biryar da ku wextê xwe yê vala bi xebatê dagirim. Min dît ku ev proje dikare were pêşxistin û bibe çavkaniya dahatê û ez li hêviya pêşvebirina wê me di heyama pêş de."

"Me xwest em bigihîjin asta xweserî û pêşketina jêhatîbûnê"

Nehla Xalid jî got ku wê biryar daye bi hevala xwe re dest bi projeya mobîlyayan bike û wan ji malê kar kirin û di çarçoveya projeya "Karama" de kurs li Komeleya Misirê girtine û wiha anî ziman: "Me xwest em bigihîjin asta xweserî û pêşketina jêhatîbûnê."