Ji odeyên teng ber bi gundên dûr ve

Ji ber barê giran ê enflasyonê û kiriyên zêde jinên ku bi salan li bajar têkoşiyan, niha neçar in malên xwe terk bikin û li gundên dûr di şert û mercên zehmet de bijîn.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan — Qada jiyana wê ji 80 metreçargoşe daketibû 60, paşê daketibû 40. Niha ew bi berdewamî li cihekî biçûktir diğere lê nikare xaniyekî kirê bike. Bi gotinên wê, "Roj wê were ez neçar bim xaniyekî kirê bikim ku ez bi zor bikarim tê de bisekinim."

Ev çîroka jiyana jinek e ku jiyana wê, ji ber enflasyonê zortir bûye, neçar maye roj bi roj maseya wê, mala wê û çavkaniyên wê yên debara jiyanê kêm bike.

Dema ku enflasyon di aboriyê de bilind dibe û lêçûn ji dahatê derbas dibin, berteka yekem a mirovan vekişîn e. Ev têkoşînek e ji bo paşxistina xizaniya mutleq, bi kêmanî ji bo demek kurt. Ji ber vê yekê ev mekanîzma çawa dixebite? Di bazara xwarinê de her ku biha bilind dibin, malbat dest pê dikin ku her berhemek bi alternatîfeke erzantir biguherînin. Mînak; ew li şûna goştê sor mirîşkan dikirin, dûre ji mirîşkê ber bi xwarina soyayê ve diçin.

Kiriyên zêde li Kirmaşanê jinên serkarên malbatan neçar dike ku koçî malên piçûktir ên li derdora bajêr bibin. Ev yek carna wan neçar dike ku bi tevahî bajêr biterikînin û koçî gundan bikin.

Ji taxên kenar ên bajêr ber bi gundan ve

Kobra Z. serkareke malbatê ye ji ber zexta kiriyên zêde û lêçûnên din ên jiyanê demek dirêj e neçar maye koç bike, serpêhatiyên xwe wiha vedibêje:

"Di destpêkê de, em li taxa Mesken dijiyan. Lê belê zextên aborî me neçar kirin em ji bo dabînkirina lêçûnên xwe bar bikin xaniyek piçûktir û taxek bi dahata kêm. Ji ber vê yekê em çûn taxa Anahîta. Paşê, ji ber heman pirsgirêkan, em neçar man koçî Karnaçiyê bikin. Niha kiriya bilind û lêçûnên xwarinê me neçar kirine em vegerin gund. Ji ber ku êdî ne mimkûn e em li bajêr bijîn. Ev demek e, ez li gundê Kazançî, li derveyî Kirmaşanê, di xaniyek kirê de dijîm. Lê her çendî em li gund dijîn jî ez difikirim ku ez ê neçar bim sala li pêş bar bikim gundekî din ê dûrî bajêr ji ber ku ev lêçûn her roj girantir dibin.”

Di salên dawî de, zextên aborî hinek jinên ku kevaniyên malê ne neçar kir ku ji bajaran ber bi gundan ve koç bikin. Nebûna kar, perwerde û derfetên çûnhatinê li van deveran bandoreke neyînî li ser şert û mercên jiyanê û gihîştina xizmetan ji bo jin û zarokên wan kiriye.

Raziye S. ku kevaniya malê ye, demek li Qesr-î Şîrîn jiyaye û niha neçar e careke din koç bike, li yek ji gundên derdora Salas Bawacanî bi cih bûye, serpêhatiyên xwe wiha vedibêje:

“Ez demek berê ji Qesr-î Şîrîn vegeriyam gundê bavê xwe ji ber ku êdî hêza min tunebû li bajêr bijîm. Niha ez di odeyeke piçûk de li hewşa mala bavê xwe dijîm û ji bo debara xwe neçar im bixebitim. Lê belê li gund ji bilî berhevkirina gihayan û çandiniyê tu karekî ku ez bikaribim bikim tune ye. Ez êdî nikarim keça xwe ya mezin a 18 salî bişînim zanîngehê. Gundê me pir dûrî bajêr e û tu wesayîd tune ye wê bigihîjîne zanîngehê. Rast e li bajêr derfetên zêdetir hene lê lêçûna jiyanê ya bilind û zexta aborî nahêle em li wir bijîn.”

Çavkaniyên îstatîstîkî û agahdariyê li Îranê bi piranî analîzên xwe yên koçberiya berevajî li ser şert û mercên aborî û pirsgirêkên debara jiyanê ava dikin. Ev faktor malbatan neçar dikin ji bajarên mezin vegerin navçe yan gundan.

Koçberiya berevajî

Lê belê rastî ew e ku ev diyarde ne tenê pirsgirêkeke aborî ye; zayend jî roleke diyarker dilîze. Bi taybetî serkarên jin ên malbatan ji mêran bêhtir ji vê koçberiyê û encamên wê bandor dibin.

Xwendekara beşa sosyolojiyê Mîtra K. li ser vê mijarê, behsa cudahiya di navbera jin û zilaman de tê kirin dike. Dibêje ku zext û ferasetên heyî her dem jinan ji hêza kar dûr dixin û wiha dibêje: "Rola zayendî di kar de bûye sedem ku di dema girtina ji bo gelek karan de her dem mêr di rêza yekem de bin. Di encamê de, jin koma yekem in ku ji hêza kar tên dûrxistin. Nebûna derfetên kar ji bo jinan tê vê wateyê ku ew bê dahatiyek serbixwe ne, wan li gorî mêran dixe bin zextên aborî yên mezintir.

Ev zext di dawiyê de jinan ber bi koçberiya berevajî ve dibin. Koçberî ne meseleya hilbijartinê, encama şert û mercên jiyanê yên xirab e. Di salên dawî de, gelek jinên ku bi hêviya bidestxistina perwerde, kar, an serxwebûna aborî dikaribûn koçî bajarên mezin bikin, niha ji ber şert û mercên dijwar ên aborî û civakî neçar in vegerin cihên xwe yên destpêkê.

Di encamê de, koçberiya berevajî ji bo jinên sermayedar an jinên ciwan ên ku bi hêviya pêşerojeke baştir hatine bajaran, veguheriye çerxa vegera bi darê zorê. Ev çerx serxwebûn û ewlehiya wan bêhtir tehdît dike.

Nirxandinên li ser vê mijarê nîşan didin ku di salên dawî de, koçberiya berevajî ne tenê encama şert û mercên aborî ye, diyardeyeke bi aliyê zayendî ve girêdayî ye bandorek kûrtir li ser jinan dike.

Ên ku ji encamên guhertinên di warê civakî û aborî de bi bandor dibin zêdetir jin in.