Keçên Bamyanê: Ji xeyalên zanîngehê ber bi zeviyên kartolan ve

Bêparbûna ji perwerdeyê, gelek keçên li Bamyanê neçar kiriye ku di zeviyên kartolan de bixebitin. Di nava zeviyan de di şert û mercên xebatê yên pir dijwar de, xeyalên vegera dibistanê û zanîngehê dikin û neçar in bi mûçeyên kêm bixebitin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Bamyan parêzgehek Efganistanê ye, bi hilberîna kartolan tê nasîn. Kartol ji bo bi hezaran malbatan bûne çavkaniya debarê.

Beriya zêdebûna pevçûnan û rageşiyê di navbera Efganistan û Pakistanê de, beşek girîng ji kartolên Bamyanê ji bo Pakistanê dihatin hinardekirin. Lê belê girtina sînorên bazirganiyê di navbera her du welatan de şert û mercên bazarê guherand. Niha, beşek ji berheman ji bo Tacîkistanê tê hinardekirin. Di heman demê de, kargehên çîpsên kartolê ku hinek ji berhemên navxweyî hildiberînin, li Efganistanê hatine damezrandin.

Berhevkirina kartolan karekî zor e. Karker bi gelemperî rojek an çend rojan ji zeviyan kartolan berhev dikin.

Jinên ciwan di nava zeviyên kartolan de dixebitin

Tiştê ku îsal herî zêde bala me kişand bi taybetî cihgirtina jinên ciwan di nava jinên karker ên di karen zeviyan de bû. Ji bo em rewşa wan çêtir fêm bikin, me serdana zeviyeke kartolan li yek ji gundên Bamyanê kir.

Di nava zeviyên axê de, kartolên nû hatine berhevkirin û cilên rengîn ên jinên ciwan, rûyê wan ê ji ber tavê sorbûyî, destên ku av girtine û nîşaneyên westandinê yên berbiçav xwe didin der.

Em nêzî jinên ku li zeviyan dixebitin bûn û li ser rewşa jiyana wan me pirsî. Piraniya wan jin û jinên ciwan ku ji berdewamkirina xwendinê bêpar manbûn, niha ji bo debara xwe û malbatên xwe bikin têdikoşin.

‘Ez xwendekara beşa tibê bûm’

Sedaf Taherian yek ji van jinan bû. Dema ku pê re axivîm, rûyê wê ne tenê westandina xebata dijwar, di heman demê de bêhêvîtiyek kûr li ser pêşerojê û nezelaliya li ser çarenûsa wê jî nîşan dida.

Me jê pirsî çima wê ev pîşe hilbijart û berê çi dikir. Bi axînek kûr bersiv da û got: “Ez xwendekara sala sêyemîn a beşa tibê bûm li Kabulê. Malbata min ji bo ku ez bigihîjim wê astê gelek zorî derbas kiribûn.”

Sedaf Taherian demekê rawestiya û li kartolên bi axê veşartî nihêrî. Piştî demek kurt, wiha domand: “Min dixwest bibim jinekolog lê Talîbanê nehişt. Niha ez ji karkerên çandiniyê ne cuda me. Tenê fikra min ew e ku ez ê çawa xwe û malbata xwe xwedî bikim.”

‘Ez neçar im bixebitim’

Malbata Sedaf di nava xizaniyê de dijî. Wan tekane milkê xwe, çêleka xwe ji bo mesrefa perwerdeya keça xwe firotiye. Lê belê sê sal piştî qedexeya li ser perwerdeya jinan hat sepandin, destûr nayê dayîn ku Sedaf xwendina xwe bidomîne. Ew niha neçar e  bixebite da ku debara xwe bike. Sedaf dibêje: “Ji bo rojeke xebatê, ez 200 pereyên Efgan an ‘seer’ (nêzî 7 kg) kartol distînim.”

Lê Sedaf ne bi tenê ye. Li Efganistanê, bi hezaran jin û keçên ku ji perwerdeyê bêpar in, tenê ji bo debara xwe bikin, neçar in karên dijwar bikin.

‘Rojane 200 pereyên Efganî digrim’

Çend gav wêdetir em rastî Narges Taleb-Hussein hatin. Bi keneke zarokane, ji me re got: “Talîbanê piştî pola şeşan nehişt ez biçim dibistanê. Ez li zeviyên kartol dixebitim û rojane 200 pereyên Efganî qezenc dikim.”

Narges û Sedaf tenê du mînak in ji hezaran jin û keçên li Efganistanê ne ku ji perwerdeyê bêpar in û niha neçar in ji bo debara xwe û malbatên xwe karên dijwar bikin.

Tevî hemû zehmetiyan, daxwazên wan heman in; Ew dixwazin rojek li Efganistanê guhertin çêbibe, deriyên dibistan û zanîngehan ji keçan re ji nû ve bên vekirin û bikaribin jiyana ku her dem xeyal dikirin bijîn.