Wêneyên jinan ên li ser dîwar û dikanan jî tên qedexekirin

Dîwar û qadên giştî yên Kirmaşanê bi awayekî sîstematîk ji sembol û wêneyên jinan tên paqijkirin. Ev hişmendî nîşan dide ku hebûna dîtbarî û serbixwe ya jinan çawa li qadên giştî wekî gefekê tê dîtin û sansûrekirin.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Kolan dikarin bibin neynikeke tevahî ya raman û baweriyên ku civakekê birêve dibin; ji ber ku kok û baweriyên mirovan di sembol, hêman û her tiştê ku şopek baweriya kolektîf nîşan dide de tên eşkerekirin. Dema ku em di kolanên Kirmaşanê de dimeşin, dibînin ku abîdeyên dîrokî, peykerên mîtolojîk, dîwar û her hêmanek ku divê kesekî serkeftî û pesindar nîşan bide yan jî rûmetê bide wan, bi tenê ji bo rû û peykerên mêran hatine veqetandin. Mîna ku jinan di dîrok û nasnameya vî bajarî de tu rolek nelîstibe û mêr tenê hêjayî temsîlkirinê tên dîtin di qadên giştî yên bajêr de.

Hişmendiya baviksalar xwe li ser dîwaran dide der

        

Çalakvana mafên jinan Fariba S. li ser vê mijarê wiha dibêje: "Di civakeke ku di bin siya baviksalariyê de ye, hemû mekan û hêmanên giştî ji hêla mêran ve tên monopolîzekirin. Em hema hema qet şopa jinan di sembol û hêmanên qehremaniyê de nabînin. Ji ber ku di pergaleke wisa de, dema ku hebûna serbixwe û rastîn a jinan nayê naskirin, xwezayî ye ku temsîlên wan ên dîtbarî di tabloyên bajêr de jî werin paşguhkirin.

Wekî din, her çendî wêneya jinan bi rengekî sînorkirî li ser dîwarên bajêr were xuyakirin jî çarçoveya wê bi tevahî di xizmeta klîşeyên ku ji hêla pergala baviksalarî ve hatine pejirandin de ye. Jin an di wêneyê kevneşopî yê dayîka fedakar de yan jî di rola jina malê ya ku bi karên malê re mijûl e xuya dibin, bi vî rengî rolên xwe yên kevneşopî û duyemîn ji nû ve çêdikin û xurt dikin."

       

‘Dîwarên bajarê Kirmaşanê bi diyardeyek acizker re rûbirû ne’

Dîwarên cihên wekî dibistan, hewzên avjeniyê, kompleksên werzîşê û qadên din ên giştî her dem bi wêneyên mêran dagirtî ne. Ger wêneyê jinek kêm caran li ser dîwarên bajêr were nîşandan, ew pir caran pir stereotîp, bêcan û bê hûrguliyên rû ye; mîna ku di temsîla dîtbarî de jî pergal naxwaze nasname û takekesiya rastîn a jinan nas bike û tercîh dike ku rûyê wan nebîne. Lê belê berevajî vê jêbirina sîstematîk, dîwarên bajarê Kirmaşanê bi diyardeyek acizker re rû bi rû ne. Ev cih bi slogan û grafîtî dagirtî ne ku rasterast hebûn, rûmet û serxwebûna jinan hedef digrin. Sloganên wiha bi eşkereyî jinên ku rexne li serpêçkirina mecbûrî digrin û ji bilî vê, mêran teşwîq dikin ku li dijî jinan tundiyê bikin, tehdît dikin.

Sara J. hunermendeke li Kirmaşanê, ezmûnên xwe yên xebatê bi şaredariyê re û sansura hişk a li ser tabloyên jinan bi van gotinan vedibêje: “Ez gelek bi şaredariyê re xebitîm lê rastî ev e ku li herêma bajarî ya Kirmaşanê, wêneyek rastîn a jinek nayê dîtin, ji bilî tabloyên pir sade û zarokane di hawirdorên bi tevahî girtî û tenê ji bo jinan. Nêzî şeş sal berê, ji min hat xwestin ku wêneyek çend zarokan çêbikim ku li ser yek dîwarekî bajêr bi destên hev digrin. Min wêneyek amade kir, sê keç û sê kur li kêleka hev bûn lê belê ev sêwirandin hat redkirin û hat gotin ku divê hejmara keçan were kêmkirin û zarok bi destên hev negirin. Tevî van nerazîbûnan û guhertinên li pey hev, di dawiyê de, du keçên mayî bi tevahî ji sêwirandinê hatin derxistin û di dawiyê de, tenê wêneyê çar kuran li ser dîwar man.”

Mêr tenê dixwazin jinan li gorî ku di mejiyê xwe de xêz kirine bibînin

 

      

Ev agahî bi awayekî zelal nîşan dide ku rakirina wêneyên jinan ji qada giştî ne tesaduf e,  kiryareke bi tevahî bi zanebûn û sîstematîk e. Ewqas ku heta wêneya keçek ciwan jî ji vê sansurê ne azad e û di gelek fîlterên qedexekirî re derbas dibe. Rewş ewqas xirab e ku dema wêneyek zarokatiyê ya jinekê kêm caran li ser dîwarên bajêr tê xêzkirin, ew bi gelemperî bi zanebûn tê vandalîzekirin û rûyê wê ji hêla kesên ku baweriya xwe bi pergala baviksalar tînin ve tê xirabkirin. Wekî ku wêneyek sade û bê zirar jî dikare prensîb û qaîdeyên nazik ên baviksalariyê bixe ber pirsê û wekî gefek ji bo wê were dîtin.

Lê belê xirabkirin an jêbirina wêneyên jinan ne tenê bi dîwarên bajêr ve sînordar e; ew diyardeyek kûr e ku şopên wê yên bi êş di çarçoveyên dîrokî û civakî yên cûrbecûr de tên dîtin. Ji hilweşandin û xirabkirina bi zanebûn a wêneyên jinan li ser kevirên goran di demên berê de bigre heya rakirina sîstematîk a rûyê wan ji panoyên reklamê û posterên bajêr, hemû behsa tevgerek rewşenbîrî ya yekane dikin. Ev hewldana wêranker a ji bo jêbirina şopên hebûna jinan rasterast bi bingehên ramana baviksalar ve girêdayî ye.

Nebûna wêneyên jinan li bajaran qet tesaduf nîn e

       

Li her devera ku baweriyek wisa siya xwe daye ser hebûna hêz û çandê, wêne û hebûna dîtbarî ya jinan dibe sûc û gefek ku divê were sansûrkirin. Ev pêvajo dişibe hevberdanên bêguman di awayê ku civak û hikûmetên cuda nêzî vê ramanê dibin de diafirîne. Me di salên dawî de li Efganistana ku ji hêla Talîbanê ve tê birêvebirin mînakek zelal û eşkere ya vê yekê dît. Me şahidiya hewldanek kir ku nîvê civakê ji dîtinê bêpar dike bi qedexekirina tevahî ya weşandina her wêneyeke jinan, me dît ku Talîbanê wêneyê gelek jinan hilweşand, li dikanên dirûtin û kuafuriyê jinan.

Lêkolînek li ser vê delîlê nîşan dide ku nebûna girîng a wêneyên jinan li bajaran qet tesaduf nîn e, polîtîkayek bi tevahî bi zanebûn e. Rûyê tehrîfkirî yê jinan, ligel hişyariyên tehdîdkar ên li kolanan, peyamek zelal ji civakê re ye û tê wateya ku divê jin di qada giştî de xwedî çalakî û hebûneke serbixwe nebin. Nav û sembolên wan tenê dema ku xizmetê ji bo armancên zordar bikin hebe.