Teşhîsa zû dide jiyîn

Li cîhanê Penceşêra ku herî zêde di jinan de tên ditin penceşêra pêsîrane. Bi teşhîs û dermankirina zu têkbirina penceşêra pêsîr gengaz e. tenê jê hayîdar be û netirse!

Li cîhanê Penceşêra ku herî zêde di jinan de  tên ditin penceşêra pêsîrane. Bi teşhîs û dermankirina zu têkbirina penceşêra pêsîr gengaz e. tenê jê hayîdar be û netirse!
Navenda Nûçeyan- Penceşêra pêsiran ji bo jinan di asta cîhanê wekî nexweşiya serdemê tê binavkirin.
Bûyera nexweşiyê pir zêde ye, lê hûn dikarin bi teşhîs û dermankirinê zûtirîn vê nexweşiyê derbas bikin.
Çêbûn û belavbûna hûcreyên pençeşêrê di kanalên şîr ên di tevnê pêsîran de an di paçê şîr de wekî penceşêra pêsîrê tê pênasekirin. Çêbûn û belavbûna hûcreyên xerab diyar dike ku ew pençeşêr di qonaxa yekem de pir hêdî pêşve diçe. Ji ber vê yekê, di jinên ku wan qontrolên rûtîn nakin de teşhîsa pênceşêra pêsîran pir zehmete. Penceşêra pêsîran a ku di destpêkê de hêdî hêdî pêşve diçe, her ku qonaxa nexweşiyê pêşve diçe, rêjeya mezinbûna hûcreyên pençeşêrê zêde dibe û dikare li ser tevin û organên din jî belav bibe.
Nişanên penceşêra pêsîrê çi ne?
Penceşêra pêsîra ku bi salan bê ku nîşanek bide hêdî hêdî pêşve diçe, gava ku qonaxa wê pêşve diçe xwe bi nîşanên jêrîn dide dest:
Êşa pêsîrê, ji serê pêsîrê şilî hatin, sorbûn û çêbûna birîn li serê pêsîrê, dîsan xirabûna serê pêsîrê û  qeşûrbûna çerm, guhertina reng û li dora pêsîrê yan jî bin çeng werimandin, kêmbûna kilo, zû westandin û  bêhalbûn.
Di Penceşêra pêsîrande faktorên rîskê
Tê zanîn ku gelek faktorên genetîk, hormonî, psîkolojîk, sosiyobiyolojîk û hawirdorê di pêşkeftina penceşêra pêsîr de bi bandor in. Bi taybetî di çîroka malbatê de (wekî dayîk, xwişk û zarokên keç), temenêmezin mercên ku xeteriyê zêde dikine. Piştî 30 saliya xwe zaroka xwe ya yekem anîn, piştî ji dayik bûnê şirê dayikê nedayîn, qet ne anîna zarok ji faktorên metirsiyê ne. Zû ketina regil û dereng ketina menepozê, tedawiya replasman ya hormonê, hebên qontrol ên zayînê jî rîska nexweşiya pencesêra pêsîrê  zêde dike. Dîsa alkol û cixare wekî pencesêrên din ji di pencesêra pêsîrê de faktorek pir bi bandor e. 
Di roja îro de jinên li her qadên cîhana kar de cihdigrîn, ji ber şert û mercên kar ne çare penceşêra pêsîrê dibinê. Tê fikirîn ku xetera penceşêra pêsîrê bi taybetî li jinên ku şev dixebitin zêde dibe. Bi kêmbûna hormona bi navê melatonîn ya di dema xewê de tê dayina derve, wekî sedem tê diyarkirin.
Ji bo parastinê  pêwiste çi were kirin?
Ji bo ku hûn ji penceşêra pêsîrê xwe biparezin divê hûn jiyanek tendurist misoger bikin, bala xwe bidin xwedî kirin û şêwaza jiyana xwe. Tê diyarkirin ku meşa bilez, ku bi rêkûpêk herî kêm di heftê de sê caran, di navbera saetek û du û nîv saetan de tê kirin, xetereyê ji sedî18 kêm dike. Hat diyarkirin ku xwarina tirp û kelema çînî di heman demê de di serdema piştî menapozê de di jinan de metirsiya penceşêra pêsîrê jî bi giranî kêm dike. Dîsa sebzêyên bi kûkûrt, rojê kevçîyek çayê zerdeçal, masî, hîn baqlayan, rûnê zeytûnê, vîtamîna C, kefir,  çermê turî û tovîk, soya û brokolî,  nirxa parastina jinan ji pencesêra pêsîrê ye. 
Bedena xwe  bi dest qontrol bikin
Şewazên gelemperî ya jî hêla bijîşkan ve ji bo zû tehîş kirinê tên pêşniyar kirin xwe bi xwe muayeneya pêsîran, muayeneya pêsîran a klînîkî û memografî ne. Ev şewaza muanê ji bo hemû jinên ji 20 salî mezintîr tê pêşniyar kirin. Rastiya ku jin di navberên birêkûpêk de pêsîrên xwe kontrol bikin, pencesêra pêsîrê hej ne gihayî qonaxên pêştir were ferq kirin û dest bi qunaxa yekem a tedawiyê tê kirin. Tê pêşniyar kirin ku her meh 5 yan jî 7 roj piştî regilê, piştî menepozê, di rewşa ducaniyê de an di rewşên ku bêsererast ne ditina regilê de her meh bi rêkû pêk were qontrol kirin. 
Em dikarîn vê çawa bikin? bi rakirina destê ya jorê xirabûna şeklan dikarin qontrol bikin. duvre derbazî muaneya dirêjkirî dibin. Cara yekem ji pêsîra rastê tê dest pê kirin. Ji bo rehet be qontrol kirin balingiyek tê danîn binê milê piştê. Piştre destê rastê li paş serê xwe tê danîn. Mûanê kirin bi 2-3 tiliyên destê çepê tê kirin. Ji derdora serê pêsirê dest pê dikin û bi awayekî sivik tevna pêsîrê masaj dikin, ka hestiyariyek an girêkek heye. Piştî giştî qontrol kirina pêsîrê binkefş û pêsîra çepê jî bi heman şewazê tê qontrol kirin.