ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed - “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e” de gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgerê avêtin, pêşî li pêvajoyê vekirin lê helwesta desthilatdarî û dewletê li pêşiya pêşketina pêvajoyê dibin asteng.
Her çendî Yasaya Çarçove bi dengên zêde li meclîsê hatibe pejirandin jî ji bo bikeve meriyetê di merheleya tesbît û teyîdê de li benda erêkirina Lijneya Ewlekariya Netewî ye.
Civîna MGK’ê dê 26’ê Mijdarê de çêbibe. Di civîna meha Mijdarê de li bendê ye ku ji bo Zagona Çarçoev bikeve meriyetê biryar werin girtin lê yek ji merheleyên herî girîng ên pêvajoyê jî ew ku aştiyeke mayînde û civakî çêbibe. Ji bo avakirina bingeha aştiya civakî, xebatên di bin pêşengiya jinan de didomin.
‘Bidawîbûna vederkirinê tenê bi aştiyê pêkan e’
Endama Lijneya Rêveber a Mala Cemê ya Gaziya Stenbolê Arzu Erdogan, diyar kir ku ji bo jiyana normal bibe, wekhevî çêbibe û azadiya baweriyê weke jinên Elewî destekê dikin pêvajoyê.
Arzu Erdogan da zanîn ku ew destek didin pêvajoyê û got: “Lewre avakirina aştiya civakî tê wateya normalbûna jiyanê. Di rewşeke wisa de dê mirov bê vederkirin, bi cudahiyên xwe hev qebûl bikin. Ev yek jî tenê bi aştiyê pêkan e. Ji ber vê jinên Elewî jî bi erênî li pêvajoyê dinêrin.”

‘Saziyên Elewî tenê li pêvajoyê temaşe kirin’
Arzu Erdogan got ku di vê pêvajoya du sal in didome de saziyên elewî tenê bûne “temaşevan” bal kişand ku divê êdî roleke çalak bigirin û wiha domand: “Divê em rexnedayîna xwe bidin. Di pêvajoya du salan de saziyên Elewî tenê temaşe kirin. Divê êdî tenê temaşe nekin. Bêguman di vê pêvajoyê de hevalên me yên jin peywireke çalak girtin û xebitîn. Hûn dizanin di baweriya de hemwelatîbûniya wekhev esas e û em ji bo vê yekê têdikoşin. Jinên Elewî hê jî tên vederkirin. Vê perçebûnê, zimanê negatîf weke her kesê, jinên Elewî jî têkildar dike. Ji ber wê divê bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
‘Baweriyê Elewî hê jî hedef e’
Arzu Erdogan bi bîr xist ku di serdema Selçûkî û Osmaniyan de li dijî civakên Elewî-Bektaşî û Qizilbaş, zext, surgun, êrîş û komkujî çêbûne, “Yasaya 30’yê Mijdara 1925’an “Yasaya derbarê girtina tekke û zawiyeyan û qedexe û rakirina erka xwedîtiya tirbevaniyan û hinek nasnavan de
li Tirkiyeyê hemû bi hemû terîqetan re dergehên Elewî-Bektaşî hatine girtin û azadî ji baweriyan re nemaye û wiha domand:
“Îslama siyasî çarçoveyek diyar dike û derketina ji wê çarçoveyê nayê qebûlkirin. Ew hewl didin baweriyeke li ser bingeha Sunîtiyê ferz bikin; ev şêwaz di dewletên din de jî tê dîtin. Her dewlet guhertoya xwe ya baweriyê û sîstema xwe destnîşan dike û hewl dide we di nava wan sînoran de asê bike. Heke em li serdema komarê binêrin, cihên wekî Koçgirî, Dêrsim, Mereş û Sêwasê bûne cihên komkujiyên ku Elewiyan dikin hedef. Bûyerên ku li taxa Gaziya Stenbolê qewimîn jî bi heman awayî komkujî bûn. Ji ber vê yekê, Elewî li hemberî vê mijarê gelekî hesas in; ew azadiya baweriyê diparêzin, bi taybetî ji bo pêşîlêgirtina komkujî û êrîşên din.”
Arzu Erdogan bi gotinên; "Jinên Elewî bi temamî dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve"da zanîn ku li hemberî dewlet û hikûmetê hesteke bêbaweriyê heye.
Arzu Erdogan nirxandinên xwe wiha domand: "Di vê pêvajoyê de, tenê aliyên ku di nav nakokiyê de ne li ser maseya danûstandinan bûn. Ev ne mîna danûstandinên aştiyê yên 10 an 11 sal berê bû. Wê demê, wekî hûn dizanin, 'komxebatên Elewiyan' hatibûn lidarxistin û nêrînên Elewiyan hatibûn pirsîn. Ew rastiya ku vê carê tiştekî wiha çênebû, bûye sedema fikaran. Ev yek, Elewiyan di pozîsyona temaşevanên sade de hiştiye. Ji ber vê yekê, rêxistinên Elewî di destpêkê de nizanibûn ka divê çawa tevbigerin. Ji ber ku her du aliyên di pêvajoyê de mijarê girtî hiştin, vê yekê hem bû sedema bertekek hem jî helwesteke 'li bendêmayînê'."
‘Divê aştiyê civakî bibe’
Arzu Erdogan bal kişand ku ji bo aştî civakî bibe divê pêşî daxwaz û pêdiviyên hemû beşên civakê bên vegotin û got: “Ji bo hinek kesan, dibe ku ev pêdivî çareserkirina pirsgirêkên aborî be; ji bo hinekên din, dibe ku naskirina Elewiyan wekî welatiyên wekhev û qebûlkirina cemxaneyan wekî cihên îbadetê yên fermî be; ji bo kesên LGBT, dibe ku naskirina nasnameyên wan be û ji bo Kurdan jî dibe ku naskirina zimanê wan be. Pêwîstiya me bi pêvajoyeke ku bi asayîbûn, aştî û demokrasiyê tê naskirin heye. Ji ber vê yekê divê her kes —ji her cihê ku lê ye— ji bo bidawîanîna şer hewl bide.”
‘Peyva efsûnî rêxistinbûn e’
Arzu Erdogan diyar kir ku ew ê êdî ne tenê temaşevan an çavdêrên pasîf bin û daxwaza xwe ji bo destûreke demokratîk a ku tê de Elewî jî tên temsîlkirin, anî ziman.
Arzu Erdogan gotinên xwe wiha berdewam kir: “Divê her sazî di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Divê tu kes weke çavdêrek pasîf nemîne, tenê li bendê nebe û bipirsyar be. Her wiha divê em ji wê hizra ku dibêje ‘dewlet dê qet vê yekê nede yan neke’ derbas bibin. Bi rastî, tu mafên ku îro di destên me de ne, bi hêsanî ji me re nehatine dayîn; ew hemû bi têkoşîn, hewldan, fedakarî û rêxistinbûnê hatine bidestxistin. Rêxistinbûn gelekî girîng e. Peyva efsûnî rêxistinbûn e.”
Arzu Erdogan diyar kir ku ew ê bi rêxistinbûnê aştiyê ava bikin û destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li jinan dike, bal kişand ser êrîşên li dijî Erebên Elewî yên li peravên Sûriyeyê.
Arzu Erdogan da zanîn ku jinên Elewî jî —wekî jinên Êzidî— hatine revandin û wiha berdewam kir: “Weke Êzidiyan, Elewî jî rastî travmayeke dualî hatin. Hem ji aliyê gundiyên derdora wan ê nêzîk ve rastî êrîşan hatin, hem jî piştî ku rejîmek çû, desthilatdariya nû ya ku hat jî êrîş pêk anîn. Aliyekî din ê vê travmayê ew e ku dema Êzidiyan dikaribûn êşa xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û balê bikşînin ser rewşa xwe, Erebên Elewî yên li Sûriyeyê di vê yekê de bi ser neketin. Ev kêmasiyeke mezin e. Ev mijar li Tirkiyeyê jî deng veda; tenê di çarçoveyeke teng de ma. Ji bo dîtina van jinan tu kampanyayek nehat destpêkirin. Wekî ku hûn dizanin, jinên Elewî tên revandin û mesele li vir diqede; ew di destê kesên din de, ango di dîlgirtinê de dimînin. Di vî warî de, civaka navnetewî, Tirkiye û bi taybetî jî em, wekî rêxistinên Elewî, gelekî kêm man. Em di vê mijarê de bi awayekî berbiçav bêkêr man.”
‘Bila her kes karibe bi cudahiyên xwe bijî’
Arzu Erdogan di dawiya axaftina xwe de bang li beşên cuda yên civakê – bi taybetî jinên Elewî – kir û got: “Banga min ji bo xwişkên min ên Elewî ev e: Ji kerema xwe piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev pêvajo ya me hemûyan e. Di cewher û nirxên bingehîn ên baweriya me de, ‘mirov’ – yanî ‘can’ – xwedî girîngiyeke herî mezin e. Bila êdî kes neyê kuştin. Bila her kes bikaribe bi cudahiyên xwe yên taybet bijî; riya ji holêrakirin an pêşîlêgirtina vê xizanî û bêparbûnê, ew e ku em bi awayekî rêxistinkirî bên cem hev.”




