‘Dermanê hemû derdan di nebatan de hene’

Bizîjka dermanên xwezayî Ezîma Kara ji pelên zeytunê heta maziyên daran û runê mirîşkê sud ji gelek nebatan girtiye û ji bo derman bi kar aniye.

 
HÊVÎDAR TALÎ-DÎLAN KORHAN
Musil - Bijîşka dermanên xwezayî Ezîma Kara ya ji gundê Hilalê yê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ye û penabere li wargeha Mexmûrê ya ser bi bajarê Musil ê Îraqê hekîmiya xwe didomîne. Ezîma li ber destê dayik û pirika xwe fêrî dermanên xwezayî bûye. Dema biçuk her ku nexweş dihatin ber destê diya wê yan jî pîra wê ew jî li nêzî wan dima ji bo ku dema tiştek lazim bike ji paşmalê ji wan  re bîne. Ezîma sivika li ber destê wan bûye. Bi demê re bala wê diçe ser wan dermanan û ew jî hîn dibe û heya niha gelek nexweşên giran li ber destê wê baş bûye. 
Ezîma mereqa xwe ya hînbûna dermanên xwezayî bi van rêzikan tîne ziman. “Dermanê xwezayî destpêkê min ji dayik û pîra xwe hinek girtiye. Dema li gund em diçûn ber pezî wêderê jî hinek jigirtiye her cihek min tişetek jê girtiye heta ez fêr bûm. Li gund qet nexweşî nebû, li vê derê me nexweşîya tansiyon, şeker û migren bihîstiye. Li zozanên me gelek kanî li rex hevdû hebû. Kaniyek li ser erdê me hebû me bidonên ronê pez, mast, kereng, guh bizin, soryaz hemû di xist di nava wê avê de ji bo sar be û tama wê xira nebe. Hemû xwarinên me xwezayî bûn qet em nexweş nedibûn û qet pêwîstiya me bi bizişkan jî nebû. Em hemû gelek bi tendirust bûn.”
‘Kulîlka zer dermanê midêye’
Ezima da zanîn ku hinek nexweşên giran ên bijîşkên pispor jî nekarîne çareserî ji wan re bibînin hatine nik wê û bi dermanên wê başbûne û wiha domand: “Ciwanek hat gel min hemû tiliyên destê wî kelişîbûn. Malbata wî got me birye gel bijîşkên pispor û tu cih nemaye ku me ne biriyê lê belê sax nebû. Min jêre şînatiya bi navê gêlex baş hur kir û weke heriyê min li dest û tiliyên wî da di roja çaran de sax bû. Weke ku min wî ciwanî ji mirinê rizgar kiribe, wisan kêfxweşbûn û hîna jî li min dipirsin.
Kulilîka zer dermanê mîdê ye, ev kulîlk li aliyê Bakur aliyê Botanê şîn dibe. Dema dibe çay û tê vexwarin mideya ku di êşe sax dibe. Ger nexweş nikare gililîka zer peyîda bike li cihê wê giyayek dibêjin giyayê midê pela wê dirêj û keske dikare wê bi xavî bixwe. Ew jî başe û êşa mîdê dide sekinandin. 
Ji bo xistina kevirê ser gurçikan jî giya zava bikeline û yek heftiyê ji axrînhê berî taştê berdaqekê vexwe. Roja heftan jî nîviya limonekê û zerika hêka eslî bigivêşe nav û cardin ji axrînhê wê jî vexwe. Pîştê heftiyekê jî her roj berdaqek çaya catirê vexwe. Cardin roja heftan nîviya lîmonekê bixe nava zerika hêkê û vexwe. Li peyî wê jî heftiyekê her roj berdaqek ava tolika kelandî vexwe, cardin roja heftan nîvê lîmonekê û zerika hêkê bixe nava hev û vexwe êdî kevir li ser gurçikan namîne, hemû bikevin. Min kurê xwe jî bi vî dermanî başkir û roja 21’an kevirek mezin ji ser gurçika wî ket.” 
‘Pelê zeytunê û yaxê mirişkê dermanê bawesirê ye’
Ezîma ya ji pelên daran jî derman çêdike ji bo nexweşiya bawesirê jî pela zeyîtunê bikartîne di derbarê çêkirina dermanê pelê zeytunê de ev agahî da: “Ji nexweşiya bawesirê re pela zeytunê tîne baş di keline heta ron dibe weke hevir lêtê divê were kelandin piştre dixim cihek kur û paçek pêde didim heta baş nerm dibe. Paşê jî didim hev û bi runê mirîşkan xweşik çêdikim û li ber sîberê ziwa dikim. Ev derman ji bo bawersîrê nexweş bikar tînin baş dibin. Min wisa daye gelek kesan, ez bi xwe çume gel wan bi kar anîne û sax jî bûne. 
‘Yaxê çêlekan û mewîj’ 
Ezîma destnîşan kir ku wê riska di dema ducaniyê de ji ber çuyîna zarokan jî ji holê rakiriye û wiha pêde çu: “Ji bo ew jinên ku zarokên wan hîna çênebune zikê wan bi êşe û xwîna wana biçe, ez dermanê wê jî dizanim. Ji vê yekê re yaxê çêlekan û mewîj lazime. Dê wan mewîjan di nava yaxê çêlekan de weke libên herbikan lêbikî û ji wan 10 liban bixwe. Dema roj derbikeve wê libek bixwe dema roj diçe ava jî wê libek bixwe bivî awayî riska ji ber çûyina wê zarokê ji holê radibe.
Ji bo jinên nû zaroka wan çêdibe û zehestanîn ne runê pez bi dimsê re baş sor dikin û didine. Ji ber ji nava wan zarok derketiye û weke birîndarane, ji bo nava wan bide hev û bişidîne ev başe alîkarî dike. Ger runê pez nebînin jî bi runê dinê jî çêkin dibe teqez divê vê bidin jinên zehestanî ji bo paqij kirina hindirê wan û dayîna hev alîkar dibe.”
Çend dermanên sereke jî Ezîmayê wiha rêz kirine;
“Gulîlka sipî li hemû derê heye ji bo nefes tengbûnê gelek başe dikarin weke çay lêbikin û şev demê razanê vexwin nefesa wana fireh dike.  
Ji bo por weranê jî pung bi kelîne û hinek demçay jî bixe nav bi hinayê tirş bike û paşê li serî bikeve hêzê dide porê. Her ku rengê porê ziwa xwiya dike lêbidin başe. Di nava mehê de dikarin şeş caran lêbidin.
Ji intahaba laş re raya tolgê gelek başe, raya wê hewceye baş bê şuştin û di çaydanê de bê kelandi. Her sibeh yek bardaq berî taştê vexwe û yek bardaq jî şev demê razanê vexwe iltihaba  laş xilas dike.
Dermanê nexweşya şeker jî badehv li hinek deverên Botanê şîn dibe mirov dikelîne weke difsê lê tê û dema bê xwarin ji bo nexweşiya şeker gelek başe.
Dema laşê yekê kul be wê maziyekê  kun bike û weke ristik bêxe stuyê xwe hemû nexweşiya laş û ew kulbûn sax dibe.
Ez duvukan rast dikim û pişte dizivirînim, diçum gel jinên zarok dibin. Niha min ji ber tansiyonê felç derbaz kiriye nikarim ji malê derbikevîm biçim nik nexweşan jî.”
Ezîma Hilalî ya ku temenê wê 75 saliye û ji ber tansiyonê felç derbaz kiriye. Felcê li lingê wê daye, rabûn û runiştina wê asteng dike, ji ber wê jî bi alîkariya gopalan tevdigere. Ya herî zor jî ewe ku bi xwe bijîşke û ji ber nexweşiyê felc bûye nikare rabe û rune.