RABÎA XERÎS
Cezayîr – Tevî hişyariyên parêzvanên mafên mirovan li ser zêdebûna zexta hestiyarî û psîkolojîk li dijî jinan, ev ‘tundiya bêdeng’ ji aliyê civak û pergala dadwerî ve tê paşguhkirin. Sedemên vê jî nebûna delîlên fîzîkî yên berbiçav, wekî şînbûn an birînên fîzîkî ye.
Îfadeya jinên ku rastî destdirêjiyê hatine ji hêla analîzên psîkolojîk û yasayî ve tên destekkirin, valahiyek zêde di navbera yasayên ku sûcê destdirêjiyê hesan dike û zoriya pratîkî ya îsbatkirina wê radixe ber çavan. Di encamê de, bi hezaran jin bêyî parastina tam, bi têkçûna psîkolojîk û tecrîdê re rûbirû dimînin. Ev yek jî bangên ku ji bo xurtkirina mekanîzmayên ragihandinê û hêsankirina prosedurên yasayî yên ji bo tesbîtkirina destdirêjiyê pêwîst in, zêde dike.
Bêdengiya li ser navê malbatê
Rahênera perwerdeyê û şêwirmenda malbatê Sûmeye Xezalî ji ajansa me re behsa çîroka zarokek keç di dema balixbûnê de ji aliyê bavê xwe ve bi tundî rastî lêdanê hatiye û paşê dayîka wê ew biriye nexweşxaneyê kir û wiha got:
“Êşa herî mezin piştî ew ji nexweşxaneyê derket dest pê kir. Hem zaroka keç, hem jî dayîka wê ji aliyê malbatê ve bi hinceta ‘parastina îmaja malbatê’ ji bo tiştên qewimîn veşartî bihêlin û li tu derê nebêjin, rastî zextê hatin. Ev bêdengiya bi zorê, ji birîndariyek fîzîkî ya demkî veguherî travmayeke psîkolojîk a bêdeng ku bi salan ên bûne hedef dişopîne.”
‘Êrîşên bêdeng dibin sedema texrîbatên mezin’
Sûmeye Xezalî da zanîn ku ev tundî tenê yên bûne hedef bêdeng nake, di heman demê de weke awayek destdirêjiyê ku bi awayê veşartî gefê li jiyan û aramiya jinan dixwe bi awayê ku wan ji çavkaniyên darayî bêpar dike, xwe dide der û wiha got: “Di rewşeke din de, jineke Cezayîrî ya çilsalî ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiya domdar hatibû. Tenê ji ber çûyîna bijîşk an jî ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên xwe û zarokên xwe pere xwest, rastiyê tundiyê hat.
Ji derveyî tundiya fîzîkî, bêparkirina ji lênêrîna bingehîn û desteka tibî ev êrîşa ‘Bêdeng’ li ser bedena jinê dibe sedema texrîbatek mezin. Tenduristiya wê bi giranî xirab bûye û îro ew bi nexweşiyên kronîk re ku encama rasterast a salên tundiyê û paşguhkirina bi zanebûn re ye têdikoşe. Tundiya li dijî jinan ne tenê bi têkiliyên zewacê yan êrîşa fîzîkî ya rasterast ve sînordar e. Li deverên berfirehtir ên di nava malbat û derveyî wê de jî didome. Xwe bi awayên cûrbecûr wekî destdirêjiya psîkolojîk, fîzîkî, aborî û zayendî nîşan dide.”
‘Pêdiviya jinên rastî tundiyê tên bi parastinê heye’
Sûmeye Xezalî destnîşan kir ku aliyê herî xeternak ê vê diyardeyê di xirabûna dînamîkên civakî de ye û wiha got: “Jineke ku rastî tundiyê tê û bi lezgînî pêdivî bi destek û parastinê heye, weke kesa bûye hedef nayê dîtin, wek sûcdar an ‘bar’ tê dîtin. Ew neçar e bêdeng bimîne û êşa xwe veşêre. Ev yek tenêtiya jinê kûrtir dike. Di heman demê de ji bo sûcdar cureyek parastinê peyda dike, dihêle ku ew bêyî cezakirinê tevgera xwe ya bi zirar bidomînin.”
Sûmeye Xezalî anî ziman ku bêdengiya jinan li dijî tundiyê bi tu awayî nayê wê wateyê ku ew rewşê qebûl dike yan jî nîşaneya qelsiyê ye û wiha berdewam kir: “Ev bêdengî gelek caran hilbijartineke bi zorê ye ku ji aliyê fikarên tevlihev ve tê destnîşankirin. Ev fikar tirsa ji tundî û gefên sûcdar, hilweşîna malbatê, yan xetera windakirina debara jiyanê yan karê xwe digre nava xwe. Ev yek nebûna hesta ewlehiyê û parastina nebes ji bo parastina wê dema ku ew biryar dide biaxive, tevlihevtir dibe.”
‘Jin neçarî bêndegiyê tên kirin’
Sûmeye Xezalî nêzîkatiya civakî ya berbelav a li hemberî jinên ku rastî tundiyê hatine rexne kir û wiha domand: “Divê em ji jinek nepirsin, çima bêdeng dimîne. Berovajî vê divê em fêm bikin ka çi wê ber bi bêdengiyê ve dibe. Civak gelek caran hemû barê parastina aramiyê dide ser milên jinan. Ji jinên zewicî tê xwestin ku ji bo malbat hilneweşe ‘sebir bikin’, ji jinên ciwan tê xwestin ku ji bo îmaja malbatê biparêzin ‘bêdeng bimînin’. Ev dînamîk dihêle ku tundî li pişt perdeyeke veşartî berdewam bike.”
‘Hişyarî şert e’
Sûmeye Xezalî ji bo derbaskirina dijwariya pêşkêşkirina delîlan, da zanîn ku pêwîstî bi lezgînî bi bilindkirina hişmendiya yasayî û dayîna piştgiriyê ji bo yên dibin hedefa tundiyê heye û got: “Ev yek jî misoger dike ku jin bi temamî ji mafên xwe agahdar in. Perwerde ka mirov çawa destdirêjiya psîkolojîk an aborî bi awayekî ku pergala dadwerî qebûl bike belge bike digre nava xwe. Bi vî awayî îdiayên wan ji ber nebûna delîlan neyên redkirin.”
‘Pêwîstî bi mekanîzmayên parastinê heye’
Sûmeye Xezalî da zanîn ku her çendî hebûna mekanîzmayên ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiyê de gaveke girîng be jî heta bi tedbîrên pratîkî û realîst piştgirî nebîne dê nebes bimîne û wiha got: “Pêşîniya niha divê bicîhanîna bi bandor a rêziknameyên yasayî yên heyî û pêşxistina pergalek detekê ya berfireh ji bo yên dibin hedef be. Ev yek dikare bi riya hevrêziya nêzîk di navbera qadên cuda de, di nav de ewlehî, dadwerî, tenduristî û karûbarên civakî hene, bê bidestxistin. Pêwîstî bi mekanîzmayên parastinê yên taybet ji bo jinên bêparastin, bi taybetî yên ku ji aliyê aborî ve bi tacîzkarê xwe ve girêdayî yne an jî azadiya wan a tevgerê sînordar e heye. Nebûna serxwebûna aborî û gihîştina xaniyên ewle gelek caran jinan neçar dike ku giliyên xwe vekişînin û vegerin nava çerxa tundiyê.”




