Destdirêjiya zayendî ya di zarokatiyê de: Birînên ku bi salan didome

Jinên ku di zarokatiya xwe de rastî destdirêjiyê hatine, tevî derbasbûna salan jî hêj bi bandorên wê yên derûnî re rûbirû dimînin. Li Başûrê Kurdistanê gelek jin ji ber tirsê hatine bêdeng kirin.

Destdirêjiya zayendî ya di zarokatiyê de: Birînên ku bi salan didome

LAVE KURDE

Navenda Nûçeyan – Destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan ji aliyê endamên malbatê ve wekî bav, bira, mam û xal, yek ji cureyên herî giran ên tundiya derûnî û fîzîkî ye. Ev kiryar ne tenê mafên zarokan binpê dike, di heman demê de birînên kûr ên derûnî li pey xwe dihêle. Dema destdirêjî ji aliyê kesên nêzîk yên ku divê çavkaniya ewlehî û parastinê bin ve pêk were, bandorên wê hêj kûrtir dibin.

Ji bo parastina navûdeng û îmaja malbatê, gelek caran zarokên rastî destdirêjî tên bi tirs, şerm, hestên xiyanetê û bêdengiyê re rûbirû tên. Kesên ku di zarokatiya xwe de rastî vê kiryarê hatine, piştî mezinbûnê jî carna xwe sûcdar dibînin û berpirsiyariya tiştên ku li ser wan hatine ferz dikin. Lê belê hemû berpirsiyariya vê kiryarê dikeve ser milê kiryar, ne zarok. Ev ezmûn dikare bibe sedema tirsê ji avakirina têkiliyên nêzîk, bêbaweriya li hember kesên din û dûrketina ji civakê. Gelek jin hewl didin êşa xwe veşêrin.

Destdirêjiya zayendî dibe sedema trawmayên derûnî

Li gorî pisporên tenduristiya derûnî, destdirêjiya zayendî ya di zarokatiyê de dikare bibe sedema trawmayên kûr ên derûnî. Ji ber ku mêjiyê zarok di warê hişmendî û hestyarî de hêj tam pêş neketiye, zarok nikare bi awayekî saxlem vê ezmûna tirsnak hilgirîne û bi wê re mijûl bibe. Lewma bandorên wê dikarin di jiyana wan kesan de heta temenê mezinbûnê jî bidome.

Dema ev trawmayên derûnî neyên çareserkirin, di qonaxên cuda yên jiyanê de bi awayên jêrîn derdikevin holê;

*Pirsgirêkên derûnî: Stresa piştî trawmayê (PTSD), depresyona kûr, fikar û tirsên domdar û kêm nirxandina xwe.

*Pirsgirêkên ragihandinê: Tirsa ji nêzîkbûn û avakirina têkiliyên evînî, bêbaweriya li hember kesên din û pirsgirêk di jiyana zewacê de.

*Pirsgirêkên fîzîkî û tevgerî: Girêyên derûnî carnan bi awayê êşên fîzîkî yên bêsedem, têkçûna xewê, an jî hewldanên zirardayîna xwe derdikevin pêş.

Mezinbûn û derketina bandorên destdirêjiya zarokatiyê

Li Başûrê Kurdistanê, gelek jin hene ku piştî gihîştina temenê ciwaniyê an jî mezinbûnê, dest bi têgihiştina tundiya ku di zarokatiya xwe de rastî wê hatine dikin. Ev kiryar dikare ji aliyê bav, bira, mam, xal an jî endamên din ên malbatê ve hatibe kirin. Dema jin rastî rastiya vê ezmûnê tên, hinek ji wan ji bo çareserkirina birînên derûnî serdana bijîşk û pisporên derûnî dikin. Lê hinek jî ji ber şerm, tirs û fikarên der barê bertekên malbatê de nikarin alîkariyê bixwazin. Hinek jî ditirsin ku eşkerekirina vê yekê bibe sedema nakokî û pirsgirêkên malbatî. Di gelek rewşan de, jinên ku piştî salan der barê destdirêjiya ku di zarokatiya xwe de rastî wê hatine de diaxivin, li şûna ku werin guhdarkirin û piştgirî bibînin, rastî rexne û sûcdarkirinê tên. Cara jî ji wan re tê gotin ku wan bi xwe rê li ber vê kiryarê vekiriye. Ev helwest ne tenê êşa wan kûrtir dike, di heman demê de dibe astengiyek mezin ku ew mafê xwe bixwazin û alîkariya pêwîst bistînin.

Dozên destdirêjiya zayendî ya li Başûrê Kurdistanê

Bijîşkekî derûnî ku nexwest navê xwe eşkere bike, der barê hin dozên destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan de agahî da û ji ajansa me re got ku hinek jin piştî salan ji bo çareserkirina birînên derûnî serî li pisporan didin. Bijîşk wiha axivî: “Jineke ciwan serdana min kir û got ku ew di zarokatiya xwe de bê dayîk û bav maye. Ew û xwişk û birayên wê ji aliyê birayê wan ê mezin ve hatine mezin kirin. Lê birayê wan ê mezin ku berpirsiyarê lênihêrîna wan bû, her şev diçû destdirêjî li wan dikir. Dema ev jin mezin bû, ji bo wergirtina alîkariya derûnî serî li min da. Piştî ku her du xwişk mezin bûn û zewicîn, yek ji wan ji xwişka xwe re eşkere kir ku di zarokatiya xwe de ji aliyê mamê xwe ve rastî destdirêjiya zayendî hatiye. Piştre xwişka wê jî got ku ew jî di zarokatiya xwe de ji aliyê heman kesî ve rastî heman kiryarê hatiye. Her du xwişk bi salan vê êşê di hundirê xwe de veşartibûn û piştî mezinbûnê karîbûn derbarê wê de biaxivin.”

Jin ji bo parastina malbatê bêdeng dimînin

Bijîşka derûnî, behsa çend bûyerên din kir û got: “Jineke ciwan ku li derveyî welat dijî, serdana min kir û got ku bavê wê bi awayekî berdewam her roj destdirêjî lê kiriye. Dayîka wê jê xwestiye ku bêdeng bimîne û de rbarê vê yekê de neaxive. Ger biaxîve, dê wê bikuje. Ev rewş nîşan dide ku jin ne tenê dibin hedefên destdirêjiyê, di heman demê de rastî zexta feraseta mêr ku wan neçar dike li hember destdirêjiyê bêdeng bimînin, tên.”

‘Destdirêjiya zayendî trawmayeke kûr e’

Jina bi navê S.E, der barê êrîşên zayendî yên ku di zarokatiya xwe û dema ciwaniyê de rastî wan hatiye de, ji ajansa me re axivî: “Dema ez zarok bûm, xwişka min zewicî bû. Carna diçûm mala wan û li wir dimam. Hevjînê xwişka min li ber çavên min fîlmên bêexlaq temaşe dikir û hewl dida destdirêjiyê li min bike. Vê demê ez zarok bûm û nizanibûm ev çi ye. Dema mezin bûm, wî heman kiryar dubare kir. Niha dema ez vê bîranînê tînim bîra xwe, hîsên zehmet û nexweş di min de çêdibin. Heta niha jî min nekariye vê yekê ji xwişka xwe re bibêjim.”

Dozên destdirêjiyê li ser torên civakî tên eşkerekirin

Jinên ku di zarokatiya xwe de rastî destdirêjiya zayendî hatine, dema li ser torên civakî parvekirin û naverokên têkildarî vê mijarê dibînin, di şîroveyan de serpêhatiyên xwe vedibêjin. Hinek bi navê xwe yê rast, hinek jî bi navên nerast vê yekê dikin. Gelek jin dinivîsin ku di zarokatiya xwe de ji aliyê kal, mam, xal an jî endamên din ên malbatê ve rastî destdirêjî û tacîza zayendî hatine. Ji ber ku di vê temenê de hay ji rastiya vê kiryarê nebûne, heta mezinbûnê jî nizanibûne ku rastî destdirêjiyê hatine. Hinek ji wan jî tevî ku hay ji vê yekê hebûye jî, ji ber tirs, gefxwarin û zextên malbatî nekarîne der barê wê de biaxivin.

Gavên parastinê û alîkariya derûnî

Başbûna ji trawmayên derûnî pêkan e, lê ji bo vê yekê piştgirî, alîkariya pisporan û girtina gavên guncaw pêwîst e. Li Başûrê Kurdistanê, kesên ku rastî tundiyê tên dikarin bi riya xeta germ a 119’an ku ji aliyê Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan û Malbatê ve tê xebitandin, alîkariyê bixwazin. Ev xet 24 saetan vekirî ye û alîkariya derûnî û hiqûqî bi awayekî nepenî pêşkêş dike. Her wiha, kesên pêwîst dikarin serdana bijîşk û pisporên derûnî bikin.

Axaftina bi derûnnasên pispor re dikare alîkariya sivikkirina barê derûnî bike û rê û rêbazên derbasbûna trawmayê nîşanî bide. Ger hêj ji bo kesek an zarokekî din xeterî hebe, dabînkirina ewlehiyê û dûrketina ji çavkaniya xetereyê divê bibe pêşîniya ewil.