Pisporên li Îranê: Temenê daxwaza cerahiya estetîk daketiye 7 salî

Pisporên cerahiya estetîk ên li Îranê diyar dikin ku ji bo gelek jinan, emeliyatên estetîk û mudaxeleyên bedewiyê, ji tercîha kesane veguheriye çerxek zexta civakî, reklam û xerckirinê. Pispor dibêjin ev çerx heta zarokên 7 salî jî dikişîne nav xwe.

SARA POURKHEZARÎ

Kirmaşan – Bi neynikekî biçûk, bi berdewamî li rûyê xwe dinhêre. Ji bo pêşbînîkirina encamên enfeksiyona rûyê xwe û lêvên xwe diguherîne. Ciwana ku hêj 15 salî xuya dike, di nava çerxek nerazîbûnê ya ji xuyabûna xwe û têkoşînek ji bo bicihanîna pîvanên bedewiyê de asê maye.

Di salên dawî de ev çerx bûye sedem ku keçên 10 salî jî emeliyata kozmetîk, puwaz û Botox bikin. Ev pêvajo, ji bilî zextên civakî û medyayê, dibe ku bibe nîşaneya qeyrana nasnameyê ya di nifşên nû de jî. Nifşekî ku bedewiyê vediguherîne projeyek guherîna domdar... Li gorî daneyên kûrewî, nêzî ji sedî 80’yê kesên ku li Îranê emeliyata kozmetîk dikin, jin in.

Bedewiya ji hilbijartina kesane ber bi zexta civakî ve

Jina derûnnas a bi navê Şîma Elyasî ku li Kirmaşanê dijî, wiha dibêje: “Jinan bi hezaran salan e, di serdemên cûda yên dîrokê de ji bo ku xwe xemilînin û xweşik bikin, rêbazên cûrbecûr bikar anîne. Gelek ji van rêbazan ne tenê ji bo armanca bedewiyê ye, di heman demê de bi baweriyên olî û çandî û normên civakî yên her serdemê ve girêdayî bûye û ji aliyê ramanên serdest ên di civakê de ve tên xwedîkirin. Bikaranîna kil, kevneşopiya deq, hineya dest û por, tenê beşek ji ayînên xemilandina jinan a di demên berê de bûn. Şop û nîşanên van ayînan hê jî di nav hinek jinên pîr de tên dîtin. Lê di salên dawî de li Îranê xwesteka bedewiyê ji forma xwe ya kevneşopî û xwezayî dûr ketiye û di hinek rewşan de veguheriye zêdebûna nexweşiyek. Her wiha ev pêvajo bandorê li jinên ciwan jî dike.”

‘Hewl didin li gorî pîvanên pêşwext hatine destnîşankirin tevbigerin

Şîma da zanîn xuya dibe ku îro gelek jin li şûna ku rû û nasnameyên xwe yên rasteqîn qebûl bikin, di bin zexta heman pîvanên bedewiyê yên ku bi berdewamî dubare dibin de ne û hewl didin li gorî pîvanên pêşwext hatine destnîşankirin tevbigerin. Şîma got ku ev pîvan pir caran bi rêya emeliyatên kozmetîkî û mudaxeleyên bedewiyê yên wekhev tên hilberandin û wiha domand: “Lê belê, ne pêkan e ku belavbûna van pîvanên bedewiyê bêyî berjewendiyên cîhana xerîdar, navendî û pergala kapîtalîst bê nirxandin. Ji ber ku pîşesaziya bedewiyê û tora wê ya reklamê ya berfireh rasterast bi mekanîzmayên aborî yên qezenc ve girêdayî ne. Her wiha ji bêewlehiyên derûnî yên mirovan û zextên civakî, qezencên mezin ên aborî bi dest dixin.”

Gelo reklam çawa jinan aresteyî xerckirina zêdetir dike?

Mekanîzmayên reklam û çanda xerîdaran, bi afirandina îmajên yekreng û negihîştî ya "jina îdeal" re, ji bo ku jinek xweşik û bê qebûlkirin, ramana ‘pêwîst e li gorî pîvanên wek giranî, çerm û bedenî tevbigere’, xurt kiriye. Pankart, medyaya dîjîtal, navdar û dezgehên medyayê bi berdewamî van modelan dubare dikin. Nerazîbûna beden zêde dikin û jinan teşwîq dikin ku bi berdewamî dîtbariya xwe biguherînin. Ev model, ji xuyabûna rastiyekî zêdetir, xizmeta firotina hilber û karûbaran a pîşesaziya bedewiyê dike.

Daxwazên ji bo puwaz û enjeksiyonên botoxê bûye parçeyek ji jiyana rojane’

Elnaz K, ya li Kirmaşanê li klînîkek bedewiyê wekî sekreter dixebite, ragihand ku daxwazên ji bo puwaz û enjeksiyonên botoxê, ji bo gelek jinan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Elnaz wiha got: “Her çiqas di hinek rewşan de ev enjeksiyon ji bo rastkirina emeliyatên neserkeftî an ji derbaskirina neasayîbûnan pêwîst e jî, ya balkeş ew e ku beşek mezin a serlêdanan bêyî ku pêwîstiyeke rast hebe, xizmeta vana dike. Ji bo hinekan ev pêvajo vediguhere girêdanbûnek. Ez bi xwe di vê qadê de dixebitim, lê ez carna ji ber zêdebûna enjeksiyonan matmayî dibim. Bi taybetî dema ku dibînim ji bo çêkirina van pêkanînan çiqas di bin bandora model, motîvasyon, modeyên demkî û standartên xweşiktiyê yên ne rast de ne.”

Puwazkirina lêv û çeneyê ya zêde mîna nîşaneya balkişandin û klasiyê dibînin’

Elnaz K, da zanîn gelek jinên ciwan ên di bin 20 salî de serî li wan didin û çavên vekişiyayî û çeneyên tûj dixwazin. Elnaz gıt ku “Puwazkirina lêv û çeneyê ya zêde, wekî nîşaneya balkişandin û klasiyê dibînin. Ev rewş nîşan dide ku di hinek rewşan de xwesteka dubarekirina van enjeksiyonan ji tercîheke bedewiyê ya sade derbas dibe û vediguhere pêdiviyeke zêde û xemgîn ku dikare hem ji aliyê fîzîkî ve û hem jî ji aliyê derûnî ve zirardar be. Bi kurtasî, ev rewş di nav jinan de veguheriye teqlîd û girêdanbûnek kor.”

Ev pêvajo hêdî hêdî xwebawerî û xwe qebûlkirina jinan qels dike

Gotinên Elnazê, nîşan didin ka çawa reklam û pîvanên bedewiyê yên ferzkirî jin û keçan ji temenê ciwan ve ber bi enjeksiyonan, emeliyata kozmetîkî, diyetên hişk û guhertinên domdar ên dîtbariya xwe ve dibin. Ev pêvajo hêdî hêdî xwebawerî û xwe qebûlkirina jinan qels dike.

Kapîtalîzm jî, bi berfirehkirina pîşesaziya kozmetîkê re vê nerazîbûnê vediguherîne çerxek domdar a xerckirinê. Li gorî daneyên heyî, li Îranê xerckirina hilberên kozmetîkî yên serê kesî, bi qasî sê qat ji navîniya cîhanê ye û temenê ku xerckirin dest pê dike, dora heft salî ye. Di encamê de, jin û zarok di çerxek fikara bedewiyê, xerckirin û zirara derûnî û fîzîkî de asê mane.

Bedewî veguhere kevneşopî û zirarê

Dermatolog Aram K a li Kirmaşanê jî destnîşan kir ku puwaz, puwaza çerm û Botox, ji bo hinek jinan bûye kevneşopiyek domdar. Aram K ev agahî dan: “Her wiha her gav bala xwe nadin pêwîstiya pêkanînê, cihê tê kirin an jî pisporiya kesê ku engeksiyonê dike. Hinek kes, ji ber enjeksiyon û sepandinên xelet ên li salonên bedewiyê an navendên nepaqij, bi tevliheviyên wekî daketina rû, zirara demaran, guhertinên di şeklê rû de û enfeksiyonên giran re rûbirû dimînin. Zirarên bi vî awayî carna nayên vegerandin. Lê belê, divê hemû jin bizanibin ku bikaranîna zêde ya tiştên bi vî awayî dikare di demek dirêj de bibe sedema zirarên pir giran û xeternak û ev zirar dibe ku qet neyên telafîkirin.”

Ev gotinên bijîşk nîşan didin ku gelek jin di bin bandora reklaman de û bêyî ku zirarên potansiyel bifikirin, aresteyê enjeksiyon û emeliyatên kozmetîkî tên kirin.

Avahiya baviksalar di vê çerxê de rolek dilîze

Wekî ku di pirtûka "Makyaj, Moda û Kedxwariya Jinan" de tê nîqaşkirin, kapîtalîzm bi afirandina reklam û pîvanên bedewiya sûnî nerazîbûna ji dîtbarî û nasnameyê xurt dike û jinan bi berdewamî ber bi xerckirinê ve dibe. Her wiha, avahiya baviksalar bi ferzkirina wê fikrê ku jin ji bo razîbûna mêran bi dest bixin divê li gorî pîvanên bedewiyê tevbigerin, di vê çerxê de rolek dilîze.

Di encamê de, makyaj û mudaxeleyên kozmetîkî ku di xuyabûnê de hilbijartinek kesane ne, carna ji aliyê zextên çandî û aborî ve tên şekilkirin û jinan di nava çerxek nerazîbûn, xerckirin û girêdayîbûnê de asê dihêle.