Şengal – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cihanê, li Sinûna Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Azad TAJÊ ve meşek girseyî hat lidarxistin. Di çerçoveya 25’ê Mijdarê de li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Çalakiyên TAJÊ, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Jinên Êzidî bi pankart û dirûşmeyên xwe, di rêzên herî pêş ên meşê de cihê xwe girtin.
Ji beşdarên meşê Berîvan Çiya û Hevberdevka Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şengalê Besê Avesta di derbarê 25’ê Mijdarê de ji ajansa me re axivîn:
‘Ger jin nikare li gor nêrîn û hestên xwe têbikoşe ev tundiya herî mezin e’

Bêrîvan Çiya di destpêka axaftina xwe de behsa cureyên tundiyê kir û wiha anîn ziman: “Gelek şêwazên tundiyê hene. Li Şengalê jî ger jin di nav malê de bê girtin, nehêlin ku ti karekî ji bo xwe bike, yan jî nekaribe derkeve derve, ev tundiya herî mezin e. Tundî ne tenê lêdan e, yan jî zora li jinek tê kirin e. Ger jin niha nikare li gor nêrîn û hestên xwe têbikoşe, ev jî tundî ye. Di roja 25’ê Mijdarê de jin radibin ser piyên xwe, tekoşîn û berxwedana xwe dimeşînin. Îro ne tenê li Şengalê, di cîhanê de li ser jinê tundî tê meşandin. Bi boneya vê rojê jin dibêjin, ji tundiyê re bes e. Ya ku mal, malbat û civakê ava dike, jin e. Tiştê ku ji jinan jî tê xwestin, li hember vê niheqiyê rabin û tekoşînê bimeşînin.
‘Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo di jinan de hişyariyek ava bû’
Di berdewama axaftina xwe de Berivan Çiya balkişand ser hişyariya jinan a li Şengalê û wiha vegot: “Piştî fermana 2014’an, di jinan de guhertineke mezin çêbû. Wê jî di nav refên tekoşînê de cîh girt. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo di Şengalê de girêdayî mijarên jinê hişyariyek ava bû. Em dibînin ku îro li Şengalê di her 25’ê Mijdarekê de jin di nav çalakiyan de ne. Lê hê jî di asta tê xwestin de ev tekoşîn tevahiya jinan negirtiye nav xwe. Em jî armanc dikin ku xwe bighînin wan jinan da ku bikaribin tevlî vê tekoşînê bibin.”
‘Ji derveyî jinê palpişteke jinê nîne’
Di dawiya axaftina xwe de Berîvan Çiya anî ziman ku ew weke jinên Êzidî bi moraleke mezin di nav çalakiyan de cihê xwe digrin û wiha domand: “Ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye ku em jî wek jinên Êzidî li hember tundiya li ser jinê disekinin. Em ê ti carî jî vê tundiya li ser xwe qebûl nekin. Îro em dizanin ku tenê jin dikare alîkariya jinê bike. Ji derveyî jinê, palpişteke jinê nîne. Ji bo wê jî jinek li çi welatek be jî divê ji bo jinên din di nav tekoşînê de be. Divê nehêle ew keda ku ji bo civakê dide, bê windakirin.”
‘Jina Êzidî her tim zext û zahmetî dîtiye’

Hevberdevka Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta di axaftina xwe de balkişand ser çalakiyên jinên Êzidî yên li Şengalê de û wiha got: “Îro li Şengalê gelek xebatên jinan tên meşandin. Jin jî di nava çalakiyan de ne. Ya ku civakê birêve dibe, jin e. Dema di 3’yê Tebaxê de ferman anîn ser civaka Êzidî, armanca wan a sereke jin bûn. Di 25’ê Mijdarê de jî, jin hat armanckirin.”
Besê Avesta ragihand ku TAJÊ di çarçoveya dîlgirtiyên fermanê de ev demek e pêngavek daye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Di vê çarçoveyê de perwerde, semîner û hevdîtin hatin kirin. Em pir kêfxweş in ku jina Êzidî rabûye ser xwe. Ji ber jina Êzidî her tim zext û zahmetî dîtiye, hem di nav malê de hem jî ji êrişên derve. Divê jin zanibe ku hebûna xwe xuya bike, di ferqa hêz û îradeya xwe de be û vê bi civakê jî bide fêmkirin. Ger jin nînbe, civak jî nîne.”
Besê Avesta bi bangawaziya “divê jin ti carî xwe bêhêz û bêîrade nemîne. Ji ber rastiya wê, ne wisa ye”, dawî li axaftina xwe anî.






