Li Xezayê krîza tendirustiyê: Projeya klînîkên malê ji bo kesên nikarin tevbigerin

Ji ber şer û koçberiyê gihîştina nexweşxaneyan li Xezayê roj bi roj zehmettir dibe; Weqfa "Hyosem" bi armanca gihandina xizmetên bijîşkî û dermankirina malê ji bo kesên ku nikarin tevbigerin, 4 xalên tendirustiyê li herêmê danî.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Ji ber zehmetiya gihîştina nexweşxane û xalên tendirustiyê li Zivîla Xezayê, pêdiviya lezgîn a nexweşan ji bo gihîştina xizmetên dermankirinê zêdetir dibe. Weqfa "Hyosem" biryar da ku projeya klînîkên bijîşkî li deverên cuda yên başûr û navenda Zivala Xezayê bide destpêkirin. Bi balkişandina ser dabînkirina xizmetên dermankirina malê li cihên rûniştinê yên nexweşên ku nikarin ji cihên xwe bar bikin.

'Însiyatîf ji bo alîkariya koçberan hat destpêkirin'

Dr. Fehmiyê El-Cebarî got ku însiyatîf bi destpêkirina şer di Cotmeha 2023'an de hatiye avakirin, dema ku niştecihên bajarê Xezayê hatin koçberkirin û ber bi navend û başûr ve kom bûn. Fehmiyê El-Cebarî û komek karmendên bijîşkî fikirîn ku ji bo alîkariya koçberan xaleke bijîşkî vekin. Yekem xala bijîşkî di Gulana 2025'an de li bajarê Refehê hat damezrandin lê ji ber dagirkirina bajêr ji hêla hêzên Îsraîlê ve û koçberbûna niştecihan tenê du hefte domiya.

'Tîm xwe digine kesên ku nikarin ji malên xwe derkevin'

Fehmiyê El-Cebarî da diyarkirin ku karê tîma bijîşkî ji mayîna li nuqteya bijîşkî ji bo pêşwazîkirina nexweşan û birîndaran pêk tê, yan jî çûyîna mîsyonekê ji bo dabînkirina xizmetên dermankirina malê ji bo kal, pîr, birîndar û nexweşên ku nikarin ji konên xwe derkevin û tevbigerin pêk tê.

Xizmetên curbecur tên pêşkêşkirin

Derket holê ku ew neçar bûne hejmarek bijîşk û hemşîreyan ji tîmê re peyda bikin da ku li gorî rewşên karmendên bijîşkî tên şandin her wiha li gorî nepeniya nexweşan bin. Ev yek nîşan dide ku xizmetên tên kirin di navbera terapiya fizîkî û guhertina birînan de diguherin. Bi taybetî piştî emeliyatên tevlihev her wiha muayeneyek tevahî ger rewş teşxîsê bi rastî nizanibe.

'4 xalên tendirustiyê di xizmetê de ne'

Li gorî Fehmiyê El-Cebarî, niha 4 xalên bijîşkî hene ku ji hêla tîma bijîşkî ve tên birêvebirin. Ev xal xaleke li Deyr el-Belah, xaleke din li Nuseyrat, xalek li Xan Yûnis û xalek li bajarê Xezayê ne. Her xalek ji 8 karmendan pêk tê bijîşk, hemşîreyek, karmendek têketina daneyan û paqijkerek ku hemû bi hev re dixebitin da ku xizmetên berfireh û yekgirtî peyda bikin.

'Hejmara kesên ku li malê derman dibin nayên tesbîtkirin'

Fehmiyê El-Ce'barî destnîşan dike ku rojane 400 nexweş li Zivala Xezayê tên dîtin û mehane zêdetirî 10 hezar nexweş bi riya van xalên bijîşkî yên li seranserê parêzgehan têne xizmet kirin. Piraniya xizmetan bi tenduristiya giştî ve girêdayî ne, di heman demê de hinek ji wan bi giranî bi riya jinekologek pispor li ser tenduristiya jinan û zayînê disekinin. Fehmiyê diyar dike ku ne gengaz e hejmara rastîn a nexweşên ku dermankirina malê digrin were destnîşankirin lê tê texmînkirin heftê 3 heya 4 nexweşan e.

'Nexweşên kronîk ger neyên dermankirin bi xetereyan re dimînin'

Derket holê ku piraniya nexweşên ku li malê derman dibin, kesên pîr in ku ji nexweşiyên kronîk dikişînin. Tîma bijîşkî mecbûr e ku serdana wan bike û wan bişopîne, taybetî di dema belavbûna vîrusek taybet de. Fehmiyê El-Cebarî destnîşan kir ku nexweşiyên kronîk dibe pir xeternak bin ger neyên dermankirin hewceyê baldariyek mezin in.

Ji kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî zehmetiyan diînin

Fehmiyê El-Cebarî eşkere kir ku yek ji zehmetiyên pê re rûbirû dimînin kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî ye. Rewş xirabtir dibe dema ku kêmbûna av û berhemên paqijiyê hebe. Rewşa ewlehiyê ya xirabtir li van zehmetiyan zêde dibe ku wan neçar dike xalên bijîşkî biguherînin an jî xizmetan li hinek deveran rawestînin. Fehîma piştrast kir ku dê hewl werin dayîn xizmetan baştir bikin, deverên operasyonê berfireh bikin û kalîteya alavên bijîşkî bilind bikin.