Gîhayê şîfayê gezgezok

Gezing dermanê gelek nexweşiyaye. Ji ber ku madeyên nava reh, belg û tov ji hev cihê ne, kêrhatîyên wan jî ji hev cuda dibin.

Navenda Nûçeyan - Gezing (gezgezok) gîya yan jî pincarek bêar e. Xwe bixwe li ber rêyan, ber lêvên coyan li bin dîwaran, binê keviran, cihên xurabe, xwe bixwe hêşîn dibe. Li Bejna ya mezin heta 120 cm, a biçûk jî 20 - 60 cm bilind dibe. Belgên wan gurover an jî wek dil in, rexên wan xetxetî wek diranan in. Dema bi laşê mirov bikeve dişewitîne û sor dike. Gîyayek li her cih û deverê dijî û dide jîyan. Jibo tendurustîyê nirx zêr e. Belgên wê di meha Gulan û Tîrmehê de ji çiqan verûtinê, yan jî bi çiqan ve tê jêkirin. Mirov dikarê bike xwarîn an jî dinav xwarînan de bixwe. 
Nexweşî: Ji alîyê TIB ê de bi taybet jibo nexweşîyên cigera sipî û reş, kîsê sefrayê, xalik (fatereşk) mîde û ruvikan tê karanîn. Her weha bi kêrî nexweşîyên pankras, deformasyonên ba (romamtizma), jibo gurçik û serêşên dijwar ên sedemên wê ne diyar, pêşîlêgirtina mezinbûna prostatê, xistina keviran, bêhalî û betilînê, zêdekirina sorgilokên nav xwînê, xwîn û hesin, hemi cûreyên nexweşîyên alerjîk (persîfa biharê jî tê de), egzem, pirzikên baliqbûnê, jibo daxistina şekirê nav xwînê tê.
Têdahî: Pel, Flavon, Vîtamîn C, Asin (hesin), Mîneralên bi xwê, Asîtên gîyayan, Sîtosterîn, Amîne (Hîstamin)
Belg: Çiqas taze be feyda wê ewqas zêdeye . Îdrarê zêde dike, xwînê paqij dike, xwînê çêdike, edavan paqij dike, kêmasîya hesin temam dike, organîzmayê hişyar dike.
Di nava ava germ de hinek dihêlin û weke çayê vedixwin, di keve nava xwarinan, lê herî zêde tame dide şorbêyên biharan û rengê wê jî kesk dike.