Pîrik mafên xwe dixwazin

Di dîrokê de pîşeya herî kevin pîriktî ye. Pîşeya pîriktiyê ji hebûna mirovahiyê heta niha didome. Di hefteya pîrikan de pîriktî çima girîng e? Pîşeya di dîrokê de herî kevin çima ewqas bê qîmet bûye? Me di nûçeya xwe de behsa van xalan kiriye…

Navenda Nûçeyan - Di cîhanê de pîşeya herî kevnar pîriktî ye. Di navbera 21-28’ê Nîsanê de weke hefteya pîrikan tê pîrozkirin. Bi zimanê Rojava pîriktî tê wateya Midwife. Pîrik di dema Covit-19’an de bi enerjiyek hin zêdetir û bi motîvasyon xebitin. Pîşeya pîriktiyê ji projeyên îqtîdarê yên veguherînê nesîbê xwe girtiye. Di berfirehiya veguherîna bernameya tendirustiyê de di modela hekîma malbatê de pîrik wekî elemana tendirustvanê malbatê tê xebitandin û nasnameya wan ji nedîtîve tê. 
Pîşeya pîriktiyê çawa derket? Di nava dîrokê de rola wan çawa hat guhertin? Pîriktî çawa ji nedîtî ve hat ditîn? Pîşeya pîriktiyê di kîjan merheleyan re derbas bû?  
Pîriktiyê, ji hebûna mirovahiyê heta niha wekî pîşeyek bi rûmet cihê xwe girtiye. Pîriktî di pêvajoya hatina mirovan a ser rûyê dinyayê de weke xwedawend dihat dîtin. Çavkaniya yekem der barê pîriktiyê de B.Z. 5000 sal nîşan dide. Di Încîlê de jî behsa pîrikan dike. Mûsa pêxember jî gotiye pîrik pîroz in. B.Z. 2000 salan li Koho behsa pîrikan hatiye kirin. Di heman demê de li Misira kevin jî Kral Pharaol jî telîmat daye pîrikên weke Pua û Shifra. Dîsa di Sumeran de xwedawend Înana (B.Z 2300) weke xwedaya şîfa, hezkirin û ji dayikbûnê dihat zanîn.
Pîşeya pîriktiyê ji dîrokê ve pîşeyek ku ji dayikê derbasî keçan bûye ye. Jinan hev wekî têkiliya hosta û berdest perwerde dikir. Pîşeya ku heta roja me ya îro hatiye li gorî hinek çavkaniyan li hinek cihan pîrik weke pîrebok dihatin dîtin û şewitandin.
Li Tirkiyeyê dîroka pîriktiyê
Di nava Osmaniyan de di qada tendirustiyê de pîşeya jinan a yekem pîriktî bû. Di wan deman de di dema ku jinek dibû xwedî zarok de ji derveyî jinan kesek din nedikarî biçe gel wê jinê û ji ber dihizirîn ku diviyabû jin xwe ji mêran bidin alî, pîşeya pîriktiyê wekî kêrhatiyek ku ji dayikê derbasî keçê bibe dihat dîtin. Bi saya pîriktiyê jin dikaribûn perwerde bibînin. Li Tirkiyeyê ji bo perwerdeya pîriktiyê di sala 1842’an de kursên perwerdeyê hatin vekirin. Bi avabûna komarê re pîriktî li gorî zagona xizmeta tendirustiyê wekî xebatkarên dewletê hatin pajirandin. 
Dehfdana pîrikan a ji bo qada tendirustiyê
Dema mirov li 15 salên destpêkê yan avakirina komarê mêze bike, dibîne ku pîşeya pîriktiyê nasnameyek profesyonel qezenc kiriye lê belê di vê mijarê de merheleyek çênebûye. Xala ku gihîştinê ew bûye ku pîrikên xwedî dîplome, di bin kontrola hekîman de xweseriya pîşeya xwe ji dest dane. Jixwe ew pîrikên ku bê dîplome ne û bi salan ked dane ji ber îcrayan mercên qanûnî bi cih neanîne. Ji derveyî sîstema tendirustiyê hatine hiştin. Ji ber pîrik yek ji beşên qada tendirustiyê ye di butçeyê de ew çavkaniya pêwîst negirtiye. Pîriktî ji bo jin û civakê gavek gelek girîng e hema hindik maye ji derveyî qada tendirustiyê were hiştin. Pîrik weke karmendên tendirustiyê hatin xebitandin. Erkên wekî; zarokên ku nû ji dayîk bûne qeyd bikin, bi pirsgirêkên tendirustî yên gel re mujil bibin, zarokan aşî bikin. Ji bo pîrikan zêde bikin wekî pîşeyek ku pêwîstiya wan bi mêran jî heye û mêr ji pîşeya pîriktiyê bikin bû.
  Xwestekên pîrikan çi ne?
Li Tirkiyeyê rêjeya zêdebûna ji dayikbûna zarokan, mirina zarokan û mirina dayikê hê jî gelek zêde ye. Bi taybetî di dema pandemiyê de Tirkiye jî di nav de li hemû dinyayê pîşeya pîriktiyê careke din cihê xwe di nava pîşeyên ku tê nîqaşkirin de girt. Pîrik destpêkê dixwazin di xebatên ku ew tê de aktîv dixebitin de di qada xwe de bixebitin. Bi navên cuda xebitîn, mafê xweseriyê nedanê, dirêjbûna saetên kar, bi sîstema performansê ve girêdayî di dema ji dayîkbûna zarok de xebitandina personelek ji bo alîkariyê, cudakariya di navbera bijîşkan de û ji ber gelek sedemên din ên cuda hejmara yên ku xwe ji vî pîşeyî bidin paş gelek in. Pîrik wekî personelên alîkar tên tayînkirin. Ji ber pandemiyê wan pîrikên di nava xeterê de bi awayek ewle dixwazin bixebitin û daxwaza mafên xwe dikin.