‘Divê jin ji bo van sê nexweşiyan baldar bin û zû keşif bikin’
Bijîşka jinan Merwa Mihemed bal kişand ser bilindbûna rêjeya nexweşiyên jinan û got Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk (PMOS) endometriosîs û penceşêra malzarokê di asta pêşîn de ne loma divê jin li guherînên di bedena xwe de baldar bin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di demên dawî de, gelek jin, keçên ciwan û heta jinên temenê wan mezin bi gelek nexweşiyan re rûbirû dimînin. Ev bûye pirsgirêkek tenduristî ya mezin ku jiyana wan dixe metirsiyê. Di demeke ku divê têgihîştina girîngiya tesbîtkirina zû, şopandina bi rêkûpêk zêde bibe, ji ber adetên civakî û xemsariya jinan a li dijî bedena xwe baldarî tune ye.
Sedema bilindbûna rêjeya nexweşiyên wekî Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk (PMOS), endometrîozîs û penceşêra malzarokê, ew e ku jin bi derengî serlêdana bijîjkan dikin.
Merwa Mihemed bijîşka jinan e, ji zanîngehek paytexta Sûriyeyê ango Şamê derçûye, nêzî 11 salan e ji nêz ve êş û nexweşiyên jinan dibîne û bi tedawîkirina wan re mijûl dibe.
Merwa ji ajansa me re behsa sê nexweşiyên ku jin di demên dawî de pir zêde ji ber wan êşê dikşînin kir, behsa sedemên belavbûna wan û rêbazên dermankirin û keşifkirinê kir.
Merwa Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nexweşiya Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk û wiha got: “Di van demên dawî de nexweşiya Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk gelek zêde bûye. Pirsgirêk ne tenê di hêkên jinan de ye, pirsgirêkeke hormonî ye, di heman demê de bandorê li ser qelewbûn û zeyîfbûna jinan jî dike. Ne tenê ev, di bedena jinan de dibe sedema zêdebûna mû.”
Pêwîstî bi testên laboratuar heye
Merwa Mihemed li ser keşifkirina nexweşiya Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk wiha pê de çû: “Dema ku jin tên kilînîkê, destpêkê ez li rewşa jinan bi giştî dinêrim, weke hevsengiya reglê di her mehê de bi awayekî bi rêkûpêk e yan na. Piştre bi îkoyê dinêrim ka kîs li ser malzarokê yan jî li ser hêkan hene yan na. Helbet pêwîstî bi testên laboratuarê jî heye. Ji bo ku em bizanibin ka hormona mêr zêde ye yan na. Bi vî awayî em teşhîs dikin ku ev jin nexweşa nexweşiya Sendroma Overa Polîkîstîk e yan na.”
Dema tedawiya vê nexweşiyê ne diyar e
Merwa Mihemed bal kişand ser sedemên nexweşiya Sendroma Hêkdankê ya Pirrhormonî û Metabolîk û wiha berdewam kir: “Di rojê de nêzî 10 jin tên kilînîkê, nexweşên vê nexweşiyê ne. Sedem gelek caran ji ber xwarinên li xwaringehan tê amadekirin e, vexwarina taqa û endomî ye. Rêbazên dermankirinê jî ev in, pêwîst e xwarin û vexwarinên me li jor behsa wan kir, werin kêmkirin û ya herî girîng jî divê jin werzîşê bikin. Dema tedawiyê vê nexweşiyê û başbûna ji wê, nediyar e û carna demek dirêj didome.”
Merwa Mihemed têkildarî nexweşiya endometrîozîs axivî û wiha bilêv kir: “Nexweşiyeke balkêş e ew jî endometrîozîs û di demên dawî de gelek zêde bûye. Keçên ciwan di dema çerxa mehane de pê re rûbirû dimînin, gelek êşa derûnî dikşînin her wiha êşê gelek di pelvîsê jinan de çêdike. Di heman demê de ev nexweşî dibe sedem ku jinên zewicî zû ducanî nebin. Piraniya caran ev nexweşî li ser îkoyê nayê xuyakirin, ji ber vê yekê em ji nexweşan endoskopî dixwazin heta ku were xuyakirin.”
Vîrusa HPV yek ji sedemên nexweşiya penceşêra malzarokê ye
Merwa Mihemed destnîşan kir ku bi jinan re nexweşiya penceşêra malzarokê jî zêde bûye û wiha pê de çû: “Destpêkê tiştên normal bi jinan re çêdibin, heta jin jî pê nizanin ku ev nexweşî pê re çêbûye. Ji lewre pêwîst e her jin ji aliyê tenduristiya xwe ve baldar be, serlêdana bijîşkan bike û testan bike. Di dema niha de vîrusa HPV derketiye û dibe sedem ku nexweşiya penceşêra malzarokê çêbibe.”
Her nexweşî dema destpêk ve dikare were dermankirin
Merwa Mihemed di dawî de got pêwîst e jin her dem serlêdana bijîşkan bikin ji bo ku nexweşî negihîje astên dawî, tedawiya wê zehmet nebe û wiha got: “Jin bi giştî ji hişyariya tendrusitî dûr in û serlêdana bijîşkan jî nakin. Ji tirsa ji bijîşkan û tiştên di xeyalên xwe de çêdikin, her dem di tirs in serlêdana bijîşkan bikin. Ji ber vê jî ev nexweşî digihîje astên dawî. Çimkî her nexweşiyek ji destpêka wê ve divê ku were dermankirin. Bi wê awayê derfetên başbûna wan zêdetir dibe, pêvajoya dermankirinê hêsantir dike û encamên baştir tên girtin.”